KONFERANSA DIASPORA KONFERANSEK BIGOR DILSOZÊN REBAZA CENABÊ BAVÊ MEZIN NEBÛ
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 10 ÏíÓãÈÑ 2021
Mijar: Nûçe



Kurdish Diaspora

  Birêz xûþk û birahên Kurdîstanî, 4 roj berê di dîroka Kurdîstan de bin serokatî ya cenabê birêz serok Mesoud Berzanî de Konferansek pîroz li peytexta Kurdîstana Baþur, Hewlêr cîh girt. Her wusa, ji Kurdîstana Sor, Avrupa, Rojava, Rojhelat, Bakur û her perçên Kurdîstanê 150 nûner beþdarê Konferansê bûn.
Tahir Hewramî ku serpereþtiya dosyaya Kurdên diaspora li Ofîsa Serok Mesûd Barzanî dike, ragihand, bi xwe Baregeha cenabê Barzanî sponsoriya wê çalakiyê kir.
Serok Barzanî, Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî beþdarî konferansê bûn.


Bigor tê zanîn; berpirsyarê cenabê birêz Berzanî, Tahir Hawramî li Awropa du sal xebat kiriye û bigor xwe nûnera hilbijartiye. Gelo xebata çi bûye ku 2 sal berdewam kiriye? Û tevî netewa Kurd pê ne agahdare? Ev mafê Kurdên Diaspora, bitaybet Kurdên Awropa ye ku pê bizanibin kî ji bo wan çi dike:
- Gelo nûnerê wan kiye?
- Gelo nûnerên ku hatine hilbijartin bi gor çi hatine hilbijartin?
- Gelo kesên dilsoz û netewperwerin?
- Gelo tevgera xwe de heta niha ji bo netewa Kurd çi kirine?
- Gelo çi bawernama wan heye?
- Gelo nav civak û malbanta wan de ciyê wan ciye?
- Gelo li ser ked û navê bav û bapîrên xwe dijîn?
- Gelo bigor çanda Kurdî dijîn?
- Gelo li mala xwe bizimanê Kurdî diaxvin?
  Mixabin, em dibînin ku, %70 nûner bigor van krîtera ninin!!!
Di çanda, Parlamentoya Brîtanya de du beþ xanî hene wek: Mala Gel (ji nûnerên parlamentoyê cîh digrin) û Mala Lorda (ji asilzaden Îngilîz cîh digrin). Nûnerên Mala Lorda parlamenter ninin, bes ji bo maf û parastina Brîtanya, tê bawerkirin ku fikrên wan jî girînge bê hilgirtin. Ev jî bixwe di; yasa, aborî, pêwendiyên netewî û navnetewî de biryarên demokratîk û mafdar tîne holê.
Ka asilzadên netewa Kurd li ku ne?
Ka kedkar û dilsozên netewa Kurd li ku ne? Piranîya nûnerên me ne asilzade, ne kedkar û nejî dilsozin ku cenabê birêz Berzanî sponsoriya vê xebatê de gelek pere mesref kiriye!
  Ez bawerim ku di sponsorîya ve karê Diaspora de cenabê birêz Serok Berzanî gelek pere mesref kiriye ku ew jî zêdetirîn mafê malbantên þehîd û pêþmergaye û þermezariye ku ji Diaspora xelk pereyê Kurdîstan bixwe. Eger nûner kesên dilsoz bin, bila mesrefa xwe bikin, ji malbanta cenabê Berzanî li ser navê Kurda pere hilnegrin. Ew dem emê bibînin ka çend kes diçe Kurdîstan ji bo vê xebatê?! Ez wan kesên ku li ser navê me Kurda heta niha pere hildigtine bi rexnên tuj þermezar dikim.
Ev xebat ji bo damezrandina lobîyek serbixwe ye. Lobî ji bo çiye? Ji bo dengê kesên nenas bidin nasîn, mafên wan biparêzin û derfetên serkeftinên netewî bînin holê. Ev ji bo mafên parastina netewa Kurde.
  Girînge ku dîplomasîya Kurd xûrt bibe, bitaybet dostên Kurda li her welatî pirtir bibin ku em di salvegera 100 sala Lozan''''''''ê Tîrmeh 2023''''''''de bikar bin bandor bin, peyman û lîstokên dijmina bi yasayî reþ bikin. Her wusa, bikarbin tev dewletîya Baþur dest bikin, mafên Rojava û her perçen Kurdîstan bifermî biparêzin, binav û deng bandor bin.
  Em ku niha bi îstatîstîkên fermî nebe jî texmîn dikin li dervahê Kurdîstan 4 milyon Kurdin. Ku ji bo mafê netewa me, ev lobî tê damezrandin ji kerema xwe bila nûnerên me kesen dilsoz neteweperwer bin û cenabê birêz serok Berzanî jî baþ were agahdar kirin ku ev xebata 2 salî xebatek rastego û bigor Dilsozên Rêbaza bavê nemir, Mustafa Berzanî nine.

Kurdish Diaspora/ 8/12/2021










Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5658