Gundê Kelhê û Koçerên Mîran
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 12 äæÝãÈÑ 2021
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Ne bawerim ku di dinyayê de wek ku girên dîrokî di welatê me Kurdistanê hene, gir hebin.. Nexasim Cizîra me, navbera çemê Xabûr û Dicle.. Yek ji wan girên dîrokî yên ku hej xam e, kesî nexepartiye girê (Kelhê) ye.
  Di serdanekê de, bi birek ji dostên hêja û rewþenbîrên delal re, me ji Qamiþlo, rêka Dêrika Deþta Hesinan girib û berê xwe da Rojava, gundê Kelhê. Piþtî ku em gîhan gundê Xana Serê, me berê xwe guhert ber bi Baþûr ve.. 


Em di kêleka Çiyayê Mosîsana (Qereçox), ji Rojava ve derbas bûn.. Gora Nayifê Paþê li ser kupê çiyayê Qereçox berz û bilind xuya dikir.. Bi berdewambûna meþê re, em di gundê Mêrga Mîra, Hemze Begê Þikakî, Gir Kendal û Til Xenzîr re derbasî gundê Kelhê bûn. Ev gundê ku li ser tixûbê Baþûrî Kurdistanê dikeve.
  Gundê kelhê; gundekî xurû kurd in, kurdên Koçer in.. Li gundê Kelhê, min hin pirs ji kalemêrekî gund kirin, wî jî wiha bersiva min da: "Navê Gundê me Kelhê ye.. Em koçerên Mîran e.. Piraniya gundên vê herêma me Koçeran in..  Ev gundên me ne ji zûde hatine avakirin.. Ji ber ku berê em Koçer bûn, xwedî sewêl bûn, di demên berê de, me gund ava nedikirin, havînan em diçûn zozanan û zivistanê vedigeriyan germiyanan. Ev dever germiyanên me bûn.. Dema ku dinya li germiyanan gerim dibû û çêra sewalê me kêm dibû, me konê xwe radikirin û berê xwe dida zozanên li dor Gola Wanê.. Berî ku berf li zozanan bibariya, me berê xwe dida beriyê, anku vê deverî, eva ku ji çiyayê Qereçoxê destpê dike ta ku di Þingalê re derdikeve.. Ev dever tev li pêþiya me koçeran vekirîbû.. Hingî Sînor nebûn, Kurdistan yek perçe bû. Lê piþtî ku sînor hatin danîn, Serxet û Bixet bi nav bûn, me jî dev ji koçeriyê berda û ev gundên tu dibînî ji xwe re ava kirin".
  Û berdewam kir û got: "Ev gundê li Baþûr me, yê ku tu dibînî li Baþûrî Kurdistanê dikeve, navê wî jî Kelhê ye.. Ev herdû gundên me; yê li Rojava û yê li Baþûr navê xwe ji vî girê mezin yê ku em jê re dibêjin (Girê Kelhê) hatine girtin.." Û pêde çû û got: "Ew çiyayê ku berif li ser kûpê wî sipî xuya dike tu dibînî, ew çiyayê Cûdî ye û ev çiyayê li Baþûrî me xuya dike çiyayê Bêxêr e.. Jixwe ev hêrikên ku li dor çiyayê Qereçoxê Mosîsana xuya dikin, em ji wan re dibêjin; Belên Bizinan".
  Dost û hevalên hêja! Va min hûn jî bi xwe re beþdarî dîtina xwe a çûna gundê Kelhê, çiyayê Qereçox, gora Nayifê Paþê û Girê Kelhê kirin û bi hêvî me ku di pêþerojê de zanayên me ji erkelojiyan vî girê Kelhê ku hêj xam e bixepêrin û dîroka me a rast bi me bidin naskirin û hûn bi xêr û ez bi selametî.











Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5641