Dijminatiya Rexnegeriyê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 03 äæÝãÈÑ 2021
Mijar: Nûçe



Ebdûlazîz Qasim

Mamosta Sebrî Resûl, berî çend rojan ji aliyê hin helbestvanan ve bi taybetî yên li Ewropa dijîn, rastî rexneyên tund û dijwar hat, û mixabin hin jî gihiþtin asta bêrêziyê, tenê ji ber ku di Mihrecana Helbesta Kurdî de li Essen û di kurtepeyvekê de hin rexne li helbesta nûjen kiribûn û gotibû ku helbesta kurdî ya nûjen ji kirasê helbesta kilasîk derneketiye û bi helbesteke ne kûr û sade binav kiribû û gotibû ku gelekî dubarekirin tê de heye, dîsa di posteke xwe de li ser malpera xwe "Facebook", bal kiþandbû li ser ciwanî û bedewiya deqeke edebî ya Dr. Xalid Hisên, ku ew deq "têkst" bi zimanê Erebî bû, wekî hêviyekî xwestibû ku helbesta kurdî ya nûjen li Rojavayê Kurdistanê bigehêje heman ast û bilindahiya helbesta Erebî ya ku nivîskarên kurd yên bi zimanê Erebî dinvîsin, ku mebesta wî bi tenê helbesta kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê bû, ji ber ku rewþa helbest û edebiyata kurdî li beþên din yên Kurdistanê cuda ye û bi taybetî li Baþûrê Kurdistanê ku di asteke bilind de ye.


Ez bi xwe ne helbestvan û nejî rexnevan im, lê ez wekî nivîskar ji çend salan ve, rewþa helbest û têkstên kurdî diþopînim, hêviyek min jî heye, ku helbesta kurdî bigehêje asteke ku bi hêsanî û di kirasekî kurdî de yê neþikestî bihête xwendin bêyî þaþî û kêmasiyên di warên "rêziman, rênivîs û peyv û ristesazî" de, herwisa bi rewanbêjî û selîqeyek kurdî, ku mixabin helbesta kurdî ya nûjen bi piranî wekî helbesta wergerandî dihête xuyakirin, ku min li ber dest bi dehan mînak derheqa lawazî û qelsiya zimanê helbesta kurdî ya nûjen hene, û dikarim wan lawaziyan pêþkêþ bikim, ku helbet ew qelsî ne tenê kartêkirinek xirab li ser helbesta Kurdî dikin, herwisa ku kartêkirineke xirab li ser zimanê kurdî jî dikin.
Bi awayekî piþtrast "ji aliyê ziman" dikarim bêjim ku me gelek helbestvan hene, lê me kêm helbestên kurdî yên nûjen hene.

Dibêjim þerm nîn e ku em danpêdanê bi kêmasiyên xwe bikin, û cihê mixabiniyê ye ku hindek kes nemaze ku xwe bi helbestvan, romannivîs û çîroknivîs binav dikin, rexneyan napejirînin, berovajî ku car heye bêrêziyê jî li gel bikin, tevî ku hin ji wan bi salên dirêj li Ewropa dijîn, û dîsa ku mamosta Sebrî ti kes wekî kesayetî yan ti helbestvan binav nekiribûn, bi tenê rexneyên wî li ser têkstên helbesta nûjen bûn.

Dubare, bi pêdivî dibînim ku em ji bo pêþvebirin û bilindkirina ast û pêgeha edebiyat û zimanê kurdî, rêzê û destxweþiyê li her rexneyeke edebî bigirin, û hêvîxwaz im ku helbestvanên kurd wisa bi dijminatî serederiyê li gel rexnegeriyê nekin, berovajî ku ji wan wekî erk tê xwestin ku piþtgiriya rexnegeriyê bikin, herwisa bi hêvî me ku ew nivîskarên kurd yên bi Erebî dinivîsin bi heman ast li edebiyat û zimanê kurdî jî xwedî derkevin.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5635