Du Gewher ji gencîneya Salihê Heydo
Dîrok: ÇáÃËäíä 01 äæÝãÈÑ 2021
Mijar: Nûçe



Idrîs Hiso

Mirov pêre nagihê ku pirtûkeke Salihê Heydo bixwîne dibhîze ku pirtûkeke din derketiye, an jî di bin çapê de ye, an jî hazir e jibo cape, dawiya gencîneya wî nayê, ku ew jî beþke ji gencîneya zargotin û filklora miletê me, Salihê Heydo ji berî bêhtir ji 40 salî mîna ku pêþberkiyê bi demê re dike û dixwaze bêrawestandin vî keltûrê devkî binvîsîne û ji windakirinê biparêze, ew bi serê xwe bûye wek komîteyeke ango peymangeheke pispor û gerok vî karî dike, tu li Cizîra Rojavayê Kurdistanê bigere tu dê dewsa piyên wî li ser hemû riyan bibînî û tu li kîjan dîwanê rûnê wê zengê dengê Salih û dengê pênûsa wî li ser kaxezan ji wan dîwanan were, dema ew ji devê pîrejin û kalemêran çîrok, pêkenok, stran û pendan werdigre û dinvîsîne.


Dawî du gewherên gencîneya wî ku min xwendin, pirtûka Ji Bîranînên Berê bi Defter û Qelemê û pirtûka Çîrokên Balkêþ ji Geþta Derwêþ, di van herdu pirtûkan de Salihê Heydo behsa bûyer û serpêhatiyên ku bi wî re derbasbûne jibo me dibêje.
Ji xwe Salih bi xwe dibêje: “Ev tiþtên di van herdu pirtûkan de hatine, rastiya bûyeran e, lewma ew beþekin ji bîrhatinên min, çinku bi min re qewimîne.”
Di yek ji van serpêhatiyan de, Heydo dibêje: “Ev bibû demeke dirêj ez nehatibûm malê, û dema ez hatim min ji dayika xwe re got min bêriya Kutilkan kiriye, ji min re Kutilkan çêke, dêya wî jî bikêfxweþî haziriya xwe û kutilkan dike, lê berî ku firavîna Salih jê re deyne, telîfonek ji Dêrika Hemko ji wî re tê, jê re dibêjin xweziya niha tu li vir ba, çend jinên bitemen amadene ku hemû dîrokên Koçerî yên li ser bûk û zavan ji te re bêjin, di cihêcih de Salih karê xwe dike û ji malê derdikeve û xwe dighîne Dêrikê, nema heta du salan vedigere, piþtî du salan hevalekî wî telîfona mala wî dike, dêya wî bersivê dide, û dibêje ev du salin Salih nehatiye malê, hevalê Salih ji wê re dibêje bi xwedê duh Salih mêhvanê min bû, dayik ji havalê Kurê xwe re dibêje, tu biqedrê xwedê kî, heger te Salih dît bila carekê were mêvanê dêya xwe jî“.
Erê wisabû û wisaye jiyana Salihê Heydo, mal, cih û war jê re tinbû, hemîþe li pey keltûra devikî digeriya û digere, li gund û bajaran bitenê jibo van dîrok, stran û çîrokan binvîse û ji windakirinê biparêze.
Di van herdu pirtûkan de mirov dê beþek ji bîrhatinên Heydo bixwîne, bîrhatinê wî mirovî ku jiyana xwe jibo parastina zargotina Kurdmancî texankiriye, heta ku nav lê hatiye kirin DRWEÞÊ FILIKLORÊ KURDÎ, pêre jî dê di derdora 200 rûpelî de nerîneke baþ li ser nerîtî û þêweyên jiyana Kurdên Rojavayê Kurdistanê û bitaybet yên Cizîrê di sedsaliya borî de nasbike, lewra ev herdu pirtûk ligel pirtûkên Salih ên din bûne jêderên herî baþ derbarê mijarên zargotin û filklora Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.
Pirtûk vê salê 2021 ji aliyê çapxaneya Dilav li Hesekê hatine çapkirin û belavkirin.
Gewîlan 31.10.2021z












Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5631