Ibrehîm ÞitloÎro rojê Înîyê 29 meha dehane, li Katjmêr 18,45 an, wilo tiliya min ji ser Kilîta telifizyonê çû ser Kanala K24. Axaftina Kesê program dixwend bi Zaravê Kurmancî bû, hema wî got:
„ Li bakurî Sûriyê, li Gundê Xezêwiyê welatîyê vî Gundî dest bi çinîna Henara kirine”… û Dîmena Telefizyonê çû ser Baxcê Henaran li gundê xezêwiyê.
Peyakî li Baxçê Henaran zindî dan peyivandin:
Wî Kesî bi Zimanê Erebî baþ dipeyivî û got:
em Henaran dibin Bazarê û her li ser firotana henaran axaft.
Ji bilî wî peyayê li nav Baxçê Heneran jî Dîmenên kesên li nav
baxçê Henaran ku piranî Pîrek bûn, gelek ji min re diyar bû ku ew hemû
ne Kurd bûn, ew Ereb bûn, ew ne welatiyê Xezêwiyê ne…ew Erebên ku hêzên
dagirker piþtî 18 Avdara 2018an anîn Herêma Çiyayê Kurdin…
Lê Berêz yê ku ev Riportaj ji Telefizyona K24 dida nîþan û hewil dida gotinên xwe berdewam kirin û got:
Li Herêma Idlibê ku ew bi çandinî pêþketiye, Baxçên Heneran gelekin û ji ber wê FESTÎVALA HENARAN li wir pêktê.
Kurdno,
Gundê
Xezêwiyê di bin destê Dagirkeran daye, piraniya welatiyê Xezêwiyê ji
gundê xwe koçber bûne, Mal, Milk,Zevê, Baxçe, Pez û Fabrîka li Gund di
destî Erebê ku li gel dagirkerê hov bi Kuþtin, talan û zordarî ketin
Gundên Çiyayê Kurd.
Gelo Kesên ku ev Riportaj amade kirine, ji Erebî
jî wergerandine û Diweþînin nizanîbûn ku ew Kesên ku pêre dipeyivin ne
welatiyê gundê xezêwiyê ye?
Ma, yê ku ev Program bi wêne û Zindî ji Gundê Xezêwiyê amade kiriye nizane ku Welatiyê Gundê Xezêwiyê Kurdin?
Nizane ku Welatiyê Xezêwiyê bi Kurdî dipeyivin?
Ma
eger Armanc ewe ku li ser çandina Henaran li Gundekî Kurd weke Gundê
Xezêwiyê Ripotajeka Zindî nîþan bidin, ji bo çi Kesê ku weke Welatiyê
Gundê xezêwiyê wê bi Zimanê Erebî baþ bipeyive?
Lê, diyare Armanca Kesên vê Riportajê ew bû ku ji Bîneran re bêjin:
Jiyan
li Xezêwiyê gelek bi aþîtî û serfirazî derbas dibe û vaye weltiyê Gund
Henaran beref dikin û ew jî mîna Herêma Idlibê jî Karê xwe dikin.
Þerme,
nixabim xuyaye Þermî li ba hin Kesan nemaye…lê Milletê Kurd li Çiyayê
Kurd û li penaberiyê þiyare û bi Guh û çavên xwe dibhîse û dibîne,
hewar dike, dibêje þerme…bese:
Hûn nikanin pêþiya Ronahiya Tîrêjên Rojê bi Tiliyê xwe yên qirêj bigrin.
29.10.2021