Bedirxanî li kû bin, Kurdayetî li wire Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan
Dîrok: ÇáÃÍÏ 24 ÃßÊæÈÑ 2021
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

  Di Ezîzê Ziyo Bedirxan di hilbijartina ku roja 22ê Oktoberê de li Alma Ataya paytextê Qazaxistanê hate kirin wekî Serokê Kurdên Qazaxistanê hate hilbijartin, ku bi navê (Berbang) têne naskirin.
Belê Yekitîya Kurdên Qazaxistanê ku wek "Berbang", roja 22ê Oktoberê li bajarê Almatê yê Qazaxistanê konferansa xwe saz kir. Di konferansê de Ezîzê Ziyo Bedirxan wek serokê nû yê wê yekîtiyê hat hilbijartin.
  Ezîzê Zîyo Bedirxan di nava diyasporaya kurdên Sovyetê de weke karsaz, nivîskar û çalakvanekî civakê tê naskirin.


Piþtî hilweþîna Yekîtiya Sovyetê roleke çalak di rêxistinkirina diyasporaya kurdan lîstiye û sala 1992an bûye yekemîn Serokê ê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê “Berbang”ê.
Piþtî ku Kinyazê Îbrahîm, Serokê “Berbang”ê yê berê, ku di heman demê de Serokê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Sovyeta berê jî bû, wefat kir, cihê wî vala mabû.
Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan Kî Ye?
  Ezîzê Zîyo Bedirxan di sala 1953an de li bajarê Almatê yê Qazaxistanê hatiye dinyayê. Malbata wî sala 1944-an ji Gurcistanê ji herêma Axiskayê ber bi Asyaya Navîn ve hatiye sirgûnkirin. Koka malbata wî ji Cizîra Botan e. Weke Ezîzê Ziyo bi xwe dibêje, ew ji binemala Bedirxaniyan in.
  Xweþ li bîra min e dema ku ew di sala 1992an de hat Qamiþlo.. Me li mala rehmetî Dr. Alî Loqo hev dît û baþ em bi hev re li dîroka malbata te (Bedirxaniyan) axifîn.. A dinî rojê, em bi hev re çûn Eyndîwerê, raserê bajarê Cizîra Botan, da ku bajarê (Cizîra Botan), hêlîna bapîrên xwe bibîne.. Hingî, min reseniya wî naskir ku ew ji Bedirxaniya ye.. Jixwe wek ku tê gotin; di sala 1953an de, piþtî mirina Stalîn, bavê wî (Zîyo Bedirxan), ji Barzaniyê nemir dibe rêber û alîkar ta ku Barzaniyê nemir ji Taþqendê diçe Moskoyê û çav bi Xoroþov dikeve..
  Dawî, wek ku rehmetiyê Hemîdê Hecî Derwêþ her dem digot: "Bedirxanî li kû bin, Kurdayetî li wire.." Li gor þopandina min ji kurdên Kazaxistanê û bi taybetî yên ku li bajarê Almata ne, rola Prof. Ezîzê Zîyo Bedirxan di nav wan de zor mezin e, ez ji dil û can wî pîroz dikim.
 
Qamiþlo 24/10/2021






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5626