GOVENDA Tevgera Kurdan
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 05 ÃßÊæÈÑ 2021
Mijar: Nûçe



Ibrehîm Þitlo

Gelî xwendevanan,

Ne ku GOVEND tenê nexweþî,Bêbextî,Ezezî,Nakokî û Dubenduya di nav Serekvan,Partî û Tevgerên me de daye ber çavan.
Lê GOVEND gelek wêne û rastiya qehremaniya gelê me, Kultûra Kurdî ya paqij, zelal, rast, durust û welatparêziya milletê me bi berzî diyar kiriye.
Gundiyên Çemþeref,Rihaniyê,Silopê li Kurdistana bakûr tevahiya:Jin,Keç,Xort, Mêr  û Kalepîr hemû niþana welatparêziya bê sînore, bi hezkirina dilsoz, cangorî û bi Fedakariya Mal û Cane.


Xorþîd Axa ku bi heftê saliya xwe  di xwest Bi Misînê avê li destê xortê 26 Salî nûgihayî Midewer lêke, ne tirsa kesî, an ji bo bercewendiyekê, lê ji berk u wî Kalemêrî ji bo xatirê niþtimanperweriya di wî xortê nûgihayî de dîtibû wilo kir.

Xortekî ku bi hezaran Kîlometir dûrbûn bi payatî xwe li Sînoran daye, berê xwe daye Kurdistana azad, ev xortê yê Kar, Mal û Zarê xwe berdaye û ketiye rêya çetin, aloz û tehluke.

Kalemêrê rih sipî ji Gundê Silopê her bi dilxweþî xortê ku ji Rojava berê xwe daye Rojhilatî Kurdistanê li piþta xwe kir û di avê re derbaskir.

Berêz Esed Xoþewî qehremanê dîrokî, hevalbendê rêya nav 3 dewletan ta çemê Aras û Sovyêtê dema ev Kalemêr Serekhêza Pêþmergan radibe ser piyan ta bi destê xwe Çayê pêþkeþî Xortê ku ji Çiyayê Kurmênç lê bûye Mîvan bike, ew qedr û qîmeta Kesekî welatparêz dide nîþankirin, ku ev jî Numûna Kultûrê Kurdatiyê ye.

Xwedevanên hêja,

Ew Kesayetî û Pêkhatinên di Govendê de hatine bi navkirin û þîrova bûne hemû beþek ji dîroka xebata rizgarkirina Kurd û Kurdistanê ne.

Dema di Govendê de Çewt û Aloziya di nav Xebata û Lebata wan de bi nav û cih diyar dike mebest jê ne  Zikreþî an Perçebûna Civata Kurde, lê belê armanca Nivîskarê Govendê ronak kirina Rastiyê di Bûyer û sedema aloziyan bide nasîn.

Govend bê tirs pêwîstiya þîrovekirina Çîrok û Mêjûyê Tevgera rizgarkirina Kurd û Kurdistanê bi rastî û þiyarbûn nîþan dike.

Govend parek biçûke, lê park ronake û rûpelek  ji Dîroka sedan sal ji xebat û lebata rizgarkirina Ax û Welatê meye.

Pêkhatiyên têde hatine hewildan dive ji Keç û Xortên me  re bibin Ders.

Jin, Keç,Xort,Gundî, Xorþîd  Axa, gundê Çem Þeref, Silopê divê hezkirina Ax û Welat û Kultûra wan Kurdan bibin Nimûne ta Nifþê nû bi Vîn û baweriya wan Bûyeran û Kesan jiyaneka nû di Welatê me Zîl þ Þax bide ta ku Newrûzeka germ di Buhareka geþ û rengîn de Kurdistanê bixemilîne.

04.10.2021


GOVEND Pirtokek bi Zimanê Kurdî di 22 Avdara 2019 li Bonnê hate çapkirin.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5617