Xwenasîn û zanîn rêya serkeftin û xweþiyê bo mirov vedike.
Dîrok: ÇáÎãíÓ 23 ÓÈÊãÈÑ 2021
Mijar: Nûçe



Hesen Mukerem

Mirov li her derî be divê berî her tiþtî xwe nas bike, û bizane ku çawa dikare hebûn û serweriya xwe û neteweya xwe li hember zilma serdestan biparêze.
Her kesê ku xwenasînê pênase neke, û xwe û xwazaya xwe nas neke, neteweya xwe jî nas nake û neçar dibe ku “xwe”yeke çewt û bê sûd di hebûna xwe de çêke, her ew xwenasnekirin an neþopandina xwenasîn û xwe dibe sedem ku ji hiþmendî û aqilmendiya rast û dirust ya di mejiyê xwe de wateyeke çewt çêke. Mirovên nefsnizim ev þêwaza hizirkirina wan dibe sedema vê yekê ku wateya îxanetkirinê di mejiyê wan de berevajî bibe, û li gor aqilê xwe yê sivik, her tiþtî çewt bibînin.


Dema cem wan her tiþt yan her kiryarên rast û dirust bi þaþtî tê dîtin, vê çaxê ye ku ji dîtingeha wan ve, kesên xwedî îrade û xwedî bawermend, îxanetkar têne hesabkirin, çimkû di mejiyê xwe de tûþî wehmê û xeyalan bûne, û wateya hebûna bawerî, îrade, hebûna jiyanek azad û serbest û hemî tiþtan heta baweriya bi hebûna koka xwe jî çewt dibînin.
Mirovên nefsniznim, bê îrade û bê bawer in, dema ku îxanetê bi nîþtiman û gelê xwe dikin, ev heta di serperestiya malbata xwe de jî tûþî nefsnizmî û nezanînê dibin, zarok, hevjîn û tevahiya endamên malbata xwe di nezanîn û nefsnizmiya xwe de hepsî dikin, û rê li perwerdehiya dirust a wan jî digirin. Mirovên wuha ji ber bê îradeyî û nebûna baweriyê zirarên qerebûnekirî digehînin civak û neteweya xwe, ji ber ku ew bixwe ji ber nebûna serwerî û îradeya hertimî tûþî nesaxiya derûnî bûne.

 Di nav siyasetê de kesên bê bawer ku tûþî wehm yan wesweseyên xeyalî bûne, xwefiroþ yan kopalbidestên dijmin têne hesibandin. Her ev mirovên xwefiroþ û kopalbidestên neyaran in ku dibin pêþengên hêzên serdest, ku di þerê li hember gelê xwe de di deþt û dolên nîþtimana xwe de bona derbelêdan, li têkoþerên maf  û azadî û wekheviyê li pey wan dikevin.
Kesên îxanetkar, mirovên xebatkar û nîþtitmanperwer neyarên xwe hesab dikin, û xwazaya mejiyê wan li hember rastî û heqîqet û wekheviyê tenê texmîn û guman û xeyaleke betal e.
Bêguman heta di nav mal, grûp, welat û neteweyên bêmaf de jî, mirovên jirêderketî nebin, neyar nikarin nifûzê bikin nav wan de.
Herçawa ku, Soqrat di gotineke xwe a navdar de dibêje, “xwe nas bike, xwe binase. Xwenasîn bi vî awayê xwe yê kamilbûyî dibe bingeha hemû serwextbûnan. Xwebûn jî di piraktîka mirovan de asta herî baþ a xwenasînê ye. Heke dîsa em bi gotineke kurdan behsa zanînê bikin: “Zanîn ronahiya (agahiya) çavan e.”
Me li jorê jî qela wê yekê kir ku divê mirov nirx û qîmeta mirovhiyê ji xwe re bide zelal kirin da ku bikare di rênwîniyên biryardan û bizên(motîv) de bo berdewamkirina di rêya gihîþtin bi armanc û heqîqeta jiyana xwe de têbikoþe, ger wusa nebe, nikare nirx û buhaya mirovahiyê nas bike. Vê demê ye ku di hundirî xwe de tûþî nesaxiyên derûnî dibe û di biryardan û birêvebirina karûbarên xwe yên rojane de tûþî sistiyeke bêderman dibe, û dikeve bin baweriya hiþk û zordestiya neyaran de û xalên sist didin destê neyaran û neyar jî li rêya wan xalên sist ên wan, wan neçar dikin da ku îxanetê li xwe û gelê xwe bikin.
Mirovên wuha xwedî xalên sist ku bê îrade ne, hem bixwe û hem jî bo neteweya xwe gelek metirsîdar in, ji ber hebûna xalên sist bi hêsanî dibin guhdarê dijmin, û derbên giran li netewe û nîþtimana xwe didin, her di vî warî de gotinek pêþînan heye ku dibêje “Kew neyarê qewmê xwe ye, an jî kurmê darê ji darê bixwe ye” dema ku mirov kewekî qedî dike her çawan bixwaze dikare wê bo armacên xwe bikar bîne, da ku bikare kewên zêdetir bixîne dafa xwe de, mirovên guhdarê dijminê xwe jî wusan in. Dijmin ji rêya kesên xwefiroþ an guhdar ve, nifûzê dike nav neteweyên bindest û mafjêxwarî, û bi rêya kesên kedîkirî an guhdarê xwe kiryarên terorîstî derheq aliyê beramberî xwe bi rê ve dibe.
 Ji bo mînak, dar û gul bona gihîþtin bi pile û paye an cihekî taybet þîn nabin, ev ji bona sûdgihandina bi jîna canliberan û herwusa bo xweza û bedewiya cîhanê þîn dibin. Mirov jî ku ji dayîk dibe, tenê bo derbazkirina jîna xwe ji dayîk nabe, belku mirov difikire, fam dike, dikare baþî û xerabiyê ji hev nas bike, herwusa dikare hîn bibe, guherînkariyan pêk bîne, û bi hêz û hiþmendiya xwe heqîqet û neheqiyê ji hev cuda bike û nekeve bin bandora neyaran û îxanetê bi qewmê xwe neke.
Lewma divê ku mirov bizane çima û bo çi ji dayîk dibe û çima jiyan dike û sûda wî/ê çi dibe.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5606