Ibrehîm ÞitloGotinek Kal û Pîran heye dibêje: Eger Zarok negrî, Dayika wî(Þîr nade wî) na mêjîne!
Belê, lê çawa ku ew ne dayik be, bela Zarok her bigrî…!
Li ser Rola Kurdan di Hilbijartina Almanya ya di 26 Eylûnê de pêktê, ez bangî hemû Kurdên ku Mafê wan die Hilbijartin û Dengdanê heye bizanibin Dengê xwe bidin wan Partî an Kesan ku bîtir Guhê xwe bidin Hawara Kurdan.
Divê Kurd þiyarbin û bizanibin ku çi Partî be çi Kesê serbixwe be
her ew xwe weke Hêzekî Elman dizane, Polîtîkvanên Elman yên Dostê Kurdan
bin ew jî wê her li gora Bercewendiyê Welatê xwe karê xwe di nav
Parlement û Hukûmetê de bi cih bînin û bi parêzin. Li Sereta ew dixwazin
piþtgêriya civata Elman nêzîkî aliyê xwe bikin û ta biser kevin ewê
bikin ku Baweriya Gelê Elman bi Partiya xwe bînin.
Yê me jî ewe ku em dengê xwe bidin Partiya ku her di Program û Ramanên xwe de yekemîn:
piþtgêriya Zordarî,Dagerkerî nakin û banga rawestandina firotina Çekan ji Dewletên ku Kurdistanê dagerker dikin.
Duemîn:
ku Kurd weke Netewek serbixwe li Elmanya bidin nasîn. Kurd ne bi navê Dewleta dagerker bidin nasîn.
Sêemîn:
Li Polîtîka xwe derve prinsîpa Mafê Milletên bindest bikin bingeh û li gora wê Dostanî û rexnê xwe bikar bînin.
JI
ber wê jî em dixwazin ku ew Partî û Kesên Elman ku ji Sala 1949 de guhê
xwe ji Kurdan re kerr kirine û destê Alîkariyê ji Kolîdaran re dirêj
kirine car din ew nebin Serdarên Elmanya.
Dil dixwaze ku Serbazên
Hukûmetê Elmanya ya pêþerojê xwedî Polîtika Aþîtiyê be û xwe ji Mafê
Milletên blindest û Mafê microvan re bike Piþtgêr.
Ji ber van Sedeman
Banga min ji were ewe ku em li ser Mafên xwe þiyarbin, em bi Fermî çawa
ku em welatiyê Elmanin jî weke Kurdistanî an jî Kurd werin nasîn.
Zarokên Kurd bikanibin bi Zimanê Kurdî bixwînin û Dîroka Milletê Kurd li Dibîstanên Elmanya bête naskirin û xwendin.
Radyo û Telefizyon bi Zimanê Kurdî bête weþandin û Kultûr, Muzîk û Folklorê Kurdî bi Fermî bête weþandin û Nîþandan.
Her Çapemeniyê Fermî jî çawa bi gelek Zimanê Biyanî têne belefkirin, divê wilo jî bi Zimanê Kurdî bêne çapkirin û belevkirin.
Divê em bizanibin ku hejmara Kurdan li Elmanya bûye gewretirîn Grupê biyanî.
Hêviya min ji hemiyan heye ku Guf û Cafayê xwe wenda nekin û bidin aliyê Dostên Mafê Mirovan û Milletên blindest.
30.08.2021