Konê Reþ û Pirtûkek Nû bi Navê: (Ez û Cegerxwîn)
Dîrok: ÇáÃÍÏ 29 ÃÛÓØÓ 2021
Mijar: Nûçe



Ev pirtûka çara ye ku Konê Reþ li dor lehengekî ziman û peyva kurdî berhev kiriye.. Berî vê pirtûkê, min sê pirtûkên din, li dor sê lehengên welatê xwe berhev kirine, ew jî evin: Mîr Celadet Bedirxan: (Jiyan û Ramanên Wî), Þam 1992 û Stockholm 1997, Osman Sebrî 1905-1993: (Jînenîgarî û Çend Nivîs û Helbestên Nû), Qamiþlo 2017 û pirtûka Dr. Nûredîn Zaza; (Kurdê Nejbîrkirinê), weþanxaneya Sîtavê 2019.
Konê Reþ ev pirtûka xwe; (Ez û Cegerxwîn), diyarî Kesrayê Cegerxwîn: 1936-2020), kiriye. Yê ku di þeva 26/3/2020an de li Stockholmê, ji ber hala koronayê (Covid-19), canê xwe ji dest daye û li wir hatiye veþartin.


 Konê Reþ di pêþgotinê vê pirtûkê de wiha dibêje: (Ev pirtûka min li dor Cegerxwîn e. Cegerxwînê ku temenê min 10-12 sal bûn, min navê wî bihîstiye.. bi hatina min î Qamiþlo re, di sala 1966an de, ji bo xwendinê, min ew dîtiye.. di sala 1976an de, gelek caran cûme mala wî, pê re rûniþtime, min pirs jê kirine û lê guhdarî kiriye.. (Mixabin di wî heyamî de, ev derfeta wênegirtinê wek niha nebû ku wêneyekî pê re bikiþînim).
  Ji berî 37 salan ve jî -ji roja mirina wî ve- her sal di 22ê Çêriya Pêþî de serdana gora wî dikim.. Û bi demê re, bûme wek rêberekî ji dost û hevalên ku têne Qamiþlo û doza serdana gora Cegerxwîn dikin..
 Di vê pêvajoyê de, min sê helbest li dor wî nivîsandine û li ser gora wî xwendine. Herwiha wek nivîskarekî kurdî, min beþdarî di sê festîvalên wî de kiriye; Panela Sedsaliya Rojbûna Cegerxwîn li Amedê/ 2003, Festîvala Cegerxwîn li Hewlêrê/ 2008 û Rojên Wêjeya Kurdî li Batmanê/ 2010, bi navê (Cegerxwîn: Yê ku Peyv Ji Ezman Daxist Erdê:).
  Wek ku min got, di vê pirtûkê de, min çîroka naskirina xwe bi Cegerxwîn re, beþdariya xwe di festîvalên wî de û çîroka her sê helbestên ku min li dor afirandine gotiye. Digel ku min pêþgotinên her sê dîwanên wî yên pêþî ku rêhevalên wî: (Mîr Celadet Bedirxan, Osman Sebrî û Abdulhemîd Dewrêþ) nivîsandine, di vê pirtûkê de daxistine. (Min nasnekir çima ev pêþgotin ji çapên dîwanên wî yên nû hatine hilanîn..?!).
 Û min jînenîgeriya wî bi kurtî, navê berhemên wî yên çapbûyî û çapnebûyî anîne ziman.. Wiha jî, min çend xalên giring di jiyana wî de dane naskirin wek; pêwendiyên wî bi Mîr Celadet Bedirxan, Qedrî Can û Osman Sebrî re.. Herwiha min cih daye çîrok û deqa helbesta wî, ya ku wî di pesnê Barzaniyê Nemir gotiye. Ev helbesta ku di dîwanên wî de belav nebûye!. Xala giring di vê pirtûkê de, kovara GULISTAN e. Ew kovara ku Cegerxwîn di sala 1968an de, piþtî 23 salan ji rawestandina kovara (Hawar û Ronahî), bi kurdiya latînî û biryara partiya xwe weþandiye. Wiha jî, min cih daye du çavpêketinên ku min bi dost û nasên wî re kirine.. Digel ku min, ronahî berdaye ser hin baweriyên wî yên têvel.
Cegerxwînê ku tev jiyana xwe di pesnê welat û welatiyên xwe de xerc kiriye; li ser girya ye, kenya ye, stra ye û bi germî di govenda welatê xwe de raqisîye.. Cegerxwînê ku roja îro, gora wî, li bajarê Qamiþlo ji kurdperweran bûye nîþan û qublegeh.. Kurdistaniyên ku ji çarhawêr ve têne Qamiþlo, serdana gora wî dikin, gul û kulîlkan li ser datînin û kêlîkek bêdeng di gotinên helbestên wî de diponijin.. Cegerxwînê ku, navê wî bi navê Qamiþlo re hatine hunandin. Cegerxwînê ku bi berdewamî xebat û bizav di ber ziman û afirandina peyva kurdî de kir û di encam de xwe bi van gotinan daye naskirin: 
Ez daxwaza Xanî me
Rewþa neqþê Manî me
Di ristê de kanî me
Ez nizanim çi bêjim
Nakin dengê saza min
Guh nadin awaza min
Yan nizanin raza min
Ez nizanim çi bêjim..
Ev pirtûk ji keç û xortan re ye, bêtir ji têgihiþtî û kesên sere re.. Armanca min ku keç û xortên me serwextî ked, xebat û têkoþîna Cegerxwîn bibin; li ser þopa wî biliv pêþ û li ber ronahiya çiraya wî ber xwe bibînin!..). Konê Reþ/ Qamiþlo, Hizêrana 2021
Pirtûk 204 rûpel e, bi hin wêneyên Cegerxwîn û hevalên wî hatiye xemilandin..
 
 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5595