Konê ReþGelo! Hûn dizanin, her ku kalemêrek an pîrejneke me dimire, pitûkxaneyeke me pê re diþewite..! Û her roj kalemêr û pîrejinên me li ser rêka oxirê ne.. Her roj pirtûkxaneyên me têne þewitandin..! Mixabin! Rêxistinên me, nefikirî ne ku, zargotin me ji ser zardevê wan bidin hev û tomar bikin..! Di nifþê nûhatî de neponijî ne..! Ev nifþê ku di dibistnên erebî de mezin bûne û baþ dûrî ziman û zargotina bav û bapîrên xwe ketine.. Eger rast ew rêxistin ji bo avakirina Kurdistanekê dixebitin, Kurdistan bê ziman û zargotina kurdî ne ti Kurdistan e..
* * *
Sebaretî nivîsandinên min ên ku li dor zîlana Bedirxaniyan digerin,
dibêjim; ew nivîs ji bo xort û keçên nûhatî ne.. Ew ên ku dûrî ziman û
kultura xwe ketine.. Da ku serwextî ziman, wêje û ferheng xwe bibin û ji
nêzîk ve lehengên kultura xwe nas bikin.. Qet ez ne ji bo bilindkirina
navê Bedirxaniyan dinivîsim. Bedirxanî û danîna bingehê rewþenbîriya
kurdî a nûjen bi hev ve hatine hunandin, wek ku çawa navê Kurdistanê û
Barzaniyan bi hev ve hatiye girêdan. Ew berê bilindin.. Bilindbûna wan
mîna roka di nav ala Kurdistanê de ye.
* * *
Bajaro!
Em tev mêvanên te ne, mêvanên xaka te ne.. Em ê tev bar kin, tu yê
bimînî zindî.. Kolan û sikakên te dîdevanên wan xelkên ku, di wan re
derbasbûne.. Ewên ku dîroka te bi navê wan hatiye girêdan.. Wek Seydayê
Cegerxwîn yê ku li ser xaka te kul û xemên me di (Kîme Ez?) de aniye
ziman.. Osman Sebrî ji xelkên te (Derdên Me) gotiye.. Mihemed Þêxo, berê
xwe daye felekê û strana; "Ey felek bo te dinalim, bo çi nêrgiz
çilmisî..?!" ji me re gotiye.. Aramê Dîkran, yê ku li ser zimanê Kurdî
"Zimanê Kurdî þêrîn û xweþ e".. gotiye.. Seydayê Namî sirûda; "Pêþkevin
em serfirazin miletê Kurdî.." huna ye.. Seîd Yusif; "Qamiþlo bajarê
evînê" gotiye.. Erê bajaro..! Ez ê çi bêjim û çi nebêjim?! Wek ku
bapîrên me gotine: "Nû hatin, kevin xelatin". Hem jî gotine: "Her geyak
li ser koka xwe þîn dibe". Da ku em dûrî ziman û dîroka xwe nekevin..
Werin, em li koka xwe vegerin û wek ku diyar e, koka me di parastina
zimanê me de ye.
* * *
Nivîsandina rojên
derbasbûyî ne tiþtekî hêsan û qola ye.. Dêrana çê û ne çêyên rojên
buhirî ye.. Ew rojên ku ji me re bûne dîrok.. Erê dîrok.. Dîrok bi
nivîsandinê ye.. Hêza nivîsandinê ji hêza quretî, qal û qultan xurtir
e.. Nivîsandin nemir e.. Axaftin bi kêlîka xwe re dimire.. Û ne her
nivîsandin cihê xwe di civakê de digire.. Ez heyranê wî mirovî bim yê ku
di nivîsandina xwe de rastgo be, ew e yê ku wek nivîsa xwe nemir
dimîne.. Ewe yê ku bibe dîrok..
* * *
Di van
rojan de hay be, þiyar be..! Ji kesî re qala þîn û þadiya xwe meke..
Qala Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Mîrê Botan, Soran, Baban
û Þêxê Barzan meke..! Qala xewnên xwe ji kesî re meke..! Qala dijîtiya
di nav partî û rexistinên kurdên Rojavayî Kurdistanê de meke..?!
* * *
Bi
Xwedê kin bixwînin, bê çendî zimanê vî kalemêrî xweþ e. Berî çend
rojan, rastî kalemêrek kone hatim. Min xwest çend pirsan jê bikim, belê
berî ku bersivên min bide, wiha ji min re got: "Mamoste! Min gelek
teþqele, xap û rîp dîtine.. Mirov bi serpêhatiyên xwe, bi ger û geþta
xwe kone dibe.. Nifþê we bi xwendina pirtûkan û boyaxa qelemê kone
dibin.. Dinya serê we mizin e, lê dinya dilê we biçûk e..! Dinya dilê
mirov çiqasî mezin be, derd û kulên wî hewqasî mezin in.. Erê mamoste!
Dema ku kul û xemên mirov gelek bin, xemgîniya wî giran e.. Ka bêje apê
xwe, hêza qelema te çend ritil in, çend weqiyan bilind dike?! Ji bo ku
ez zanibim giraniya te çend e? Bêje da ku tu derd û kulên apê xwe nas
bike.. bêje.. Min, kitek nexwendiye, pit û nîvek xwendinê nizanim.. Lê
nexeme ji apê xwe bipirse.."
* * *
Bawer bikin,
di vê jiyana kurt de, bi tenê bîranîn dimînin.. Xweþ e ku di vê jînê de,
kar û barê mirov çandina bîranînên çak û rind be, pîþ û sazê wî di
xizmeta welat û welatiyên wî de be.. Mane Kurdan ji mêj ve gotiye: "Tu
çi tovê di xakê de bireþînî tê berê wî tovî hilînî". Hem jî gotine: "Ga
dimire çerim dimîne, mêr dimre nav dimîne". Erê, em ê tev li xakê
vegerin.. Belê ya giring ku em bîranînên çak û bedew li pey xwe bihêlin.
Mixabin,
bûyer û serpêhatiyên me di pirtûkên dibistanan de nînin.. Di nav
rûpelên Ansîklopediyayên çerxa bîstan de cih negirtine.. Di nav rojên
winda, salên þikestî û erdnîgariya welatê qedexe de dibirijin..!
* * *
Hin wek pirên li kêleka çeman avakirî bin! Ji dûr ve xuya dikin. Lê qet þopa mirovan bi wan nakeve..
* * *
Carekê
min ji demê pirsî: Ev çiyayên bi heybet û saw, asmanê ku Rok û Heyv
têde, pey hev dikevin yên kê ne gelo?! Demê li min venegerand.. Serê xwe
kir ber xwe de û bi lez û bez derbas bû.. Dem dijminê me ye.. Werim em
demê bikin hevalê xwe!
Konê Reþ/ Qamiþlo