Ji Evna Rojn Kevin (Helbestek Ber 27 Salan)
Drok: 01 2021
Mijar: Ne




Konê Re

  Min ev helbesta xwe; (Jîn bi Fene), berî 27 salan nivîsandiye. Pitî ew bûyera terafîkê ya malwêran ku di roja 5/4/1994an de hat serê me û kebaniya min têde canê xwe ji dest da..  Dema ku em ji amê dizîvirîn mala xwe Qamilo. Hingî, dostê min î hunermend (Adil Hiznî), Xwedê wî bi dilovaniya xwe ad bike, ew helbest kir stranek xwe, digel hin guhertinên bi destûra min.. Berî çend rojan, min li wê stranê guhdarî kir û bi min xwe hat ku deqa wê ya orjînal jî ji we re belav bikim:


Min nizanî jîn bi fene
Bi fena min dixapîne
Da milên min barê giran
Hu û sewdan dileqîne

Dizî ji min salên ciwan
Gula min diqurquçîne
Ew xwîna sor î dijenya
Êdî nema bi jenîne!

Çima qederê te wa kir,
Te ji min girt wilo kîne?
Gazinê min tev ji te ne
Dilê min bi xem û îne

Ez mirov im, hez dikim jîn
Gul, giya bi min serîne
Dilovan im, bi wijdan im
Belê va dil bi birîne

Min nizanî jîn bi fene
Bi fena min dixapîne
kirme gêj wek mest û lala
Serî li min digerîne

Bayê felekê, va dij tê
Jiyana min d''''''''guherîne
Çep li rastê, rast li çepê
Bi qulpa dizîvirîne

Min nizanî jîn bi fene
Bi fena min dixapîne
Dara min în û ciwan bû
Va pelên wê d''''''''çilmiîne.

Qamilo/15 Nîsana 1994








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5564