Keyhan MihemedînijadSerkutkariyên li pey hev ku kemalîstan bi ser Kurdan de anîne çi carî nayêne jibîrkirin û herwisa şoreşên ku li dijî wan serkutkariyane jî hebûne û bi tundî û bi hemû hêzekê ve li dijî zordariyê sekînandine û nabe ev jî bêne jibîrkirin.
Piştî serhildana Agiriyê, Kemalîstan li dijî Kurdan li Bakurê Kurdistanê serkutkariyên xwe her berdewam kirin.
Çend Kurd, çendsed Kurd, çend hezar Kurd piştî şoreşa Agiriyê li warên xwe hatine dûrxistin? Gelo bilî serhildana Agiriyê çi serhildanê din jî hebûn? Gelo çima Tirkan serhildana Dersîmê û komkujiya Kurdên wê deverê vedişêre? Ev hemû pirsiyarane hene ku divê bêne bersivdan!
Dewleta Tirkiyê di sala 1934an de, general Ken`an Paşa yê Fermandê
Spaha Çarem ya Diyarbekirê bo Şirnaxê bi rê kir, ku li vir bi mebesta
jinavbirina serhildanên Kurdan hatibû şandin. Spaha Tirkiyê bi fermana
General Ken`an, nêzî 5 rojan pişt serê hev çiya û gundên Kurdan li
devera Şirnaxê topbaran kir û wî her bi wê mebestê xelkeke zêde ber bi
deverên din ên Tirkiyê ve dûr xist û û her wî generalî li sala 1934 û
1935an de bo çavtirsandina Kurdan dest avêt bi îdamkirina sedan lawên
Kurd.
Lê bo vêdebirina vê perdeyê û derxistina heqîqetê, divê em basa
şoreşa Dersîmê ya sala 1937an bi serokatiya Seyîd Riza Dersîm bikin, ku
desthilata Tirkiyê şiyana veşartina wê serhildanê nebû.
Dewleta
Tirkiyê di sala 1937an de yasayek pejirand ku gelek desthilat di wê
yasayê de hatibûne pejirandin. Wê yasayê tev demûdezgehê navxweyî
desthiladar kiribûn û fermandên leşkerî kirin bi hikimdarê bajaran û wan
hikimdaran desthilata encamadana her tiştekê hebûn, û dadgehên navçeyî
dikarîn fermana îdama serbixwe bidin. Bilî zimanê Tirkî, hînbûna tev
zimanên din hatibûne qedexekirin, û herwisa xwendina pirtûkên bîhanî û
ferhengî jî hatibû qedexekirin, û çend xalên din yên wiha hebûn ku di
yasaya sala 1937an de hatibûn.
Lê kesek jî hebû ku li dijî wê yasayê û serkutkariyê bisekîne ku divê ew jî bê naskirin, ku ew jî Seyîd Riza Dersîmî ye.
Seyîd
Riza jidayîkbûyê Dersîm û kurê Seyîd Îbrahîm e, û bavê wî Serokê
eşîreta “Hesnane” ku li rojavayê Dersîmê dijiyan. Seyîd Îbrahîm li gundê
Derî Ahrî dijiya û kesekî xuya bû û desthilateke berfireh di nav xelkê
xwe de hebû.
Seyîd Riza li cem zanayê olî, ên wekî “Mihemed Elî
Eferndî” dersa olî xwendiye û wî mamosteyê bandoreke baş li ser
hişyarkirina Seyîd Riza di warê neteweyatî de hebûye.
Seyîd Riza
piştî mirina bavê xwe û li ser wesiyeta bavê xwe dibe cihgirê bavê xwe û
li gundê Agdad a di bin çiyayê Tucîk de cihgir dibe. Seyîd Riza kesekî
dilovan û rûxweş bûye û heta wî piştî şoreşa Şêx Seîd ya sala 1935an
gelek alîkarî da wan Kurdên avare.
Li sala 1936an Spaha Tirkiyê bi eşkere komek binkeyên leşkerî di deverên sereke yên Dersîmê de ava kirin.
Seyîd
Riza rêber û serokê Kurdan bo wê karê Spaha Tirkiyê di sala 1936an de
digel General “Ebdullah Alp Doxan”, Serokê Candirmexaneya Xarpêtê dikeve
nav danûstandinan. Seyîd Riza di dema civînkirinê de mebesta şerxwazane
ya dewleta Tirkiyê bo derdikeve û her bi wê mebestê jî Dr. Nûrî Dersîm
bi mebesta têgihandina raya giştî ya cîhanê li vê meseleyê bo Ewropayê
dişîne.
Piştî wê hevdîtinê General Ebdullah Alp Doxan, daxuyaniyekê
belav dike û daxwazê ji tev serokeşîretên Kurdan dike ku pêka rêjeya
hejmara wan, divê ew 200 hezar çekan teslîmê dewletê bikin û di heman
demê de jî birêveberên dezgehên ewlehî yên Tirkiyê bi afirandina
fitneyan serokeşîreyên Kurdan li dijî hev han didan.
Seyîd Riza jî
daxwazê li General Ebdullah Alp Doxan dike, ku wê daxuyaniya
teslîmkirina çekan hilûşîne û herwisa daxwazê jê dike ku demûdezgehekê
wisa di navçeyê de ava bike ku mafê netewayetî ya xelkê Kurd dabîn bike.
Dewleta
Tirkiyê zû bertek nîşan da û çend hêzên polîsî bo Dersîmê dişîne û di
heman demê de yekeya Spaha Nehem li sînorên Dersîmê cihgîr dike.
Rojane
balafirên Tirk bo çavdêrîkirin li ser vê deverê difirin û eva jî dibe
sedema kerb û kîna xelkê Kurd û di wan deveran de şer û pevçûneke sivik
rû da û nêzî demsala zivistanê bû û sir bo sedema wê şer û pevçûnê, lê
Dersîm her di bin dorpêçan de bû.
Dema ku Bihara sala 1937an hat û
befr li çiyan nema, kiryarên leşkerî yên Tirkiyê dîsan hatine
destpêkirin, û candirmeyên Tirkiyê bi hêceta çekkirina eşîretan
dikevtine nav xelkê û ew binçav dikirin, û her bi wê kiryarên qirêj ên
Spaha Tirkiyê, dîsan şer û pevçûn dest pêdike û bi taybet li devera
Melazge roj bi roj şer û pevçûn zêde dibû.
Li Bihara heman salê
kurekî Seyîd Riza yê bi navê Barîbirahîm bi fermana bavê xwe diçe cem
Tirkan û li fermandê deverê daxwaz dike ku dawî bi wê kiriyarên leşkerî
bînin û vê yekê bi danûstandin çareser bikin, di dema Zivirînê de rastî
boseya efserên Tirkan ku bi alîkariya hin Kurdên xwefiroş bo wî danîbûn,
dikujin.
Seyîd Riza bi bîhîstina vê nûçeya tal dest avêt bi dorpêçkirina devera di bin desthilata Tirkan de.
Êdî
şer bi serokayetiya Seyîd Riza li dijî serkutkariya Tirkan dest pêkir.
Tirkan bi lezgînî hêzeke mezin di devera sînorî ya cihê serhildanê de
cihgir kir. Hêzên Tirkiyê pêk hatibû ji 7 Spah, melbenda serkirdayetiya
wan hêzan li Diyarbekirê bû, lê yekeya wan hêzan li Orfa, Sîrt, Wan û
Xarpêtê û nêzî Edanayê jî Spaha Şeşem belav bû. Eva jî bi wê mebestê bû
ku rê ji serhildan Seyîd Riza bigrin û nehêlin ber bi başûr ve herin.
Êrîşa
sereke ya Spaha Tirkiyê bo ser şervanên Kurdan dest pêkir û bi
balafiran jî piştevaniya hêza bejayî dihate kirin û heta bo yekem car
zirêpoşên şer bi kar anîn.
Seyîd Riza tevî şerkirin li dijî
dagîrkeran pêwendiyê jî bi General Alp Doxan ve digre û di nameyekê de
jêre dibêje ku hekî rêz ji mafê netewayetiya Kurd bigre û bikujên kurê
wî bidine dadgehê, ew amade ye ku tev efser û serbazên ku dîl hatinî
girtin û çek û teqemeniyên ku dest bi ser da hatinî girtin, bide dewleta
Tirkiyê. Lê General Alp Doxan daxwaza teslîmkirina 80 hezar tifengan
dike, êdî ev tişte ser nagire û şer dîsan dest pêdike.
Di arşîva
Birîtaniya de nameyek Seyîd Riza tê dîtin ku wê demê bi hûrdî daxwaza
alîkariyê ji wî welatî dike, lê ew welat ti alîkariyekê nade û bê deng
dibe.
Deqa nameya Seîd Riza wiha ye:
“Çendîn sal e ku dewleta
Tirkan hewil dide netewa Kurd bihelîne û herwisa gelê Kurd serkut bike,
çapemenî, belavok û zimanê Kurdî qedexe kiriye û her kesek bi zimanê
zikmakî ê xwe biaxive digre û azar û îşkence dide û ji rêya koçperkirina
bizorê û pilandar ve xelkê deverên bi bereket yên Kurdistanê bo deverên
hişk û bê av ên Anadolê veduguhazîne, û her li wir jî koçber deste bi
deste ji nav diçin û dimrin û di wê dawiyê de dewleta Tirkiyê dixwaze bê
devera Dersîmê, ku li siya bereketa rêkevtinekê digel dewletê de heta
niha ji wê azar û îşkenceyê dûr bûye. Îcar xelkê biryar daye da ku li
hember wê kiryara Tirkiyê û li rêyên dûr û dirêj û di haletê koçberiyê
de bimrin, bi merema berevanîkirin li xwe çek bi dest girtine, her wekî
çawa di sala 1930an de li Agirî û dolên Zîlan û Bayezîdê de jî wisa
kirin. Eva sê meh e bi giştî şereke giran di devera min de qiyametê
diafirîne. Tevê vê ku ev şere bi awayê yeksanî û beramberî nayê kirin,
dewletê penah biriye ber bi balafirên bombavêj û bombeyên şewatêner û
gazên festisînî. Her lewma jî min û welatiyên min, hewlên hêzên Tirkiyê
têk daye. Balafirên Tirk nikarine me û di hember tolhildana me de gundan
bombebaran dikin û dişewitînin û jin û zarokên piçûk û bê desthilat
dikujin. Hikûmeta Tirkiyê toleya şikestên xwe bi vî awayî ji hemû gelê
Kurdistanê hildide. Girtîgeh tejî bûne ji xelkên bêtawan yên Kurd.
Xwendekaran bi reşaşn dikujin yan jî îdam dikin, yan jî bo deverên dûr
yên Tirkiyê vediguhezînin. Ew sê milyon Kurdên ku di nîştimana xwe de
rûniştî ne hêvîxwaza ti tiştekê nînin, bilî jiyana bi xweşî û şadî,
aştî, azadî û parastina dab û nerît, ziman, rewşenbîrî û şaristaniyeta
xwe ne û em rû ji cinabê te dikin û daxwazê ji cinabê te dikin ku bi
dawîanîn wê bêdadiyê desthilata exlaqî û bilndî ya welatê xwe bo
parastina netewa Kurd bi kar bîne”.
Fermandeyê Giştî yê Dersîmê
Seyîd Riza
Desthilata Elî Şêr û kuştina wî
Elî
Şêr kesekî qehriman û zana bû û wî xerîteya şer dadirêt û ew jî wekî
Seyîd Riza ji eşîreta Hesnan bû. Li sala 1937an Elî Şêr bandoreke baş li
ser şerê dijî dagîrkeriyê hebû û wî bi nivîsîna helbestên şoreşvanî û
darêtina xerîteya şer ruheke nû didia şervanên Kurd. Li meha 6ê 1937an,
Seyîd Riza daxwazê ji Elî Şêr dike ku bi mebesta rêgirtin ji xwînriştina
zêdetir, here bo Îran yan jî Îraqê, heta karekî wisa bike ku Feranse
yan Birîtaniya hawara wan de bên û nehêlin xwîneke zêde birije.
Lê
şeva ku bi rê bikeve bi handan General Alp Doxan di işkevta Egdat de bi
destê hin ji xwefiroşan tê kuştin û mirina Elî Şêr ziyaneke mezin û
dilêş bo şoreşa Kurd bû.
Dawiya şer û encama wê
Li dawiya meha
6ê 1937an tev xelkê Enqereyê ji vê yekê alxahîn bûn ku şoreşa Dersîmê
bi teslîmbûna şoreşvanan li 24-6-1937an dawî pê hatiye.
Çi
zaniyariyek li derheq çawaniya operasiyonan ji ber dest nîne, lê
navendên siyasî yên Rojavayî li ser wê baweriyê ne ku balafir û
candirmeyên Tirkan rastî ziyaneke zêde hatine.
Pêka belgeyên Birîtanî
derkevtiye ku şer di sala 1937an de dawî pê nehatiye û şoreş û şer her
berdewam e û General Alp Doxan di wê salê de nekariye dawiyê bi şer bîne
û sala piştê wê bi serkutkirin dawiyê bi şer tîne.
Serkutkariya
Tirkan ya wê salê gelek tund bûye û gundên wê deverê û hasila xelkê
dişewitînin û li dola Îskor de hezaran jin û zarok ku bi sedema dokelê
penah biribûn ber bi işkevtan ve, li vir jî hêzên Tirkan ber deriyê
işkevtan agir hildikin û bi sedema dokelê ev der dibe goristana jin û
zarokên Kurdan. Kurek Seyîd Riza jî di wî şerî de bi sedema bombebaranê
canê xwe ji dest dide.
Binçavkirina Seyîd Riza
Pêka hin
çavkaniyan, Waliyê Erzencanê di destpêka Îlona 1937an de radigehîne ku
dewletê biryar daye daxwazkariyên Kurdan cî bi cî bike û agirbestê
radigihîne.
Seyîd Riza jî baweriyê bi wan sozên direw yên Tirkan dike
û bi merema civînkirin digel Walî, diçe Erzencanê û li vir di
5-9-1937an de tê girtin.
Dîsan Tirkiye wê serhildanê girêdayê
dewletên bîhanî dizane û wan bi wê tohmetê tawanbar dike û Seyîd Riza
piştî 4 rojan dadgehîkirin 14-11-1937an de digel 10 kesên din ji
serkirdeyên Kurd bi cezaya îdamê mehkûm dikin û li 18-11 de wan bi
nemirovane îdam dike.
Lê piştî vê ku wan îdam bikin Seyîd Riza derfetê peyda dike û çend gotinên binirx dibêje û ev jî wiha ne:
Temenê
min giha bi 75 saliyê, ezê herime nav refên şehîdên din ên Kurdistanê,
Dersîm rastî şikestê hat, lê Kurd û Kurdistan dimîne, ciwanên Kurdistanê
dê toleya me hildin, nifret ji xaînên sitemkar.
Û herwisa gotiye:
“Min ji fêlbazî û hîleyên we fêm nekir û ev ji min re bû derd. Lê min jî
li hember we çok neda erdê, bila ev jî we re bibe derd.
Cardin
bêdengiyê tev Kurdistan ji xwe ve girt. Şervan û xebatkarên Kurd di
heyama wan 20 salên avabûna dewleta Tirkiyê de gelek fedakarî û
qehrimaniyetî afirandin li sala 1920an heta 1937an hekî em rewîna Îhsan
Nûrî Paşa lê bînine derê heta bo carekê jî wan serê xwe bo dujminan
netewand û tev serkirdeyên Kurd yên wê demê yan bi îdamkirinê yan jî li
meydana şer de canê xwe goriyê axa welatê xwe kirin.
Xebatkarên
Kurdên Bakurê Kurdistanê ku bilî vê ku pişta xwe bi çi welat û bi çi
kesekê re girê nedabûn, di tev serhildanan de qehrimaniyetiyên mezin
afirandin. Îro rojê ew rêberên Kurd bûne mînakek bo me û em jî rêvîngên
rêya wan in û heta navê wan hebe emê dê li ser rêbaza wan berdewam bin û
heta gihîştin bi armancên wan ku rizgarkirina Kurdistana mezin e, em jî
wê rêyê ber nadin.