ZIMANÊ ME DÎROKA ME YE
Dîrok: ÇáÃÍÏ 16 ãÇíæ 2021
Mijar: Nûçe



Vanês Hacî

Bê guman xak, gel,dîrok û Ziman, çend pêkhateyên sereke yên miletan e, yên avakirin û damezirandina civak û dewletan e, dîroka miletê Kurd pir dewlemend e, ji ber ku Kurd yek ji kevintirîn miletên Rojhilata navîn in, miletê Kurd xwediyê Þaristaniyeka herî sipehî û kevnar e, roleke pir mezin di Þaristaniyên herêmên de leyîstiye.    
Ziman mezintirîn û diyartirîn nasnameya her miletekê ye, lewre her miletek bi Zimanê xwe tête naskirin, hîç guman tê de nîne ku mana her neteweyekê, ya girêda ye bi mana Zimanê wê netewê ve, ji ber wê yekê jî mîr Celadet Bedirxan, mîrê Zimanê Kurdî gotiye :


Ziman mercê heyîna mileta ye, yekbûna Kurdan bi Yekîtiya Zimanê Kurdî çêdibe, Yekîtiya Ziman jî bi Yekîtiya tîpan destpê dike.   
Her weha di vê serdema taybet a ku Zimanê Kurdî tê re derbas dibe, ev serdem a ku neyar û nehezên vî Zimanî, bi hemî hêz û þiyanên xwe hewl didin, ku Zimanê me winda û tune bikin, ji ber ku Ziman giringtirîn sitûna gelan e.   
Zimanê me dîroka me ye, dîroka me di Zimanê me de ye, ji ber ku Zimanê me hebûna me ye.   
Her wusa îro roj Ragihandin, Rojnamevaniya kurdî, Nivîskar, Helbestvan, Rewþenbîr, Zimanhez û Zimanzanên Kurd tev berpirs in di ber parastina Zimanê dayîkê de, lewre pêwîst e ku di hemî cih û deman de, em berhevbin ji bo parastina vî Zimanî, ji ber ku em ne xwedî welatekê serbixwe ne, lê belê em xwedî Zimanekê serbixwe, resen û dewlemend in, ji ber vê yekê jî pêwîst e ku em vî Zimanî biparêzin, da ku em bigihine Armanca bi dest ve anîna welatekê serbixwe û azad, ji ber ku alavê misoger kirina her welatekê serbixwe û azad Ziman e, lewre divê em li Zimanê xwe xwedî derkevin, ji ber ku þoreþa herî mezin, jiyandina Zimanê zikmakî ye, ji bo wê yekê jî heger em bixwazin, di nava gelên Cîhanê de cihê xwe bigirin, divê em bi Zimanê xwe biaxivin,bixwînin, binivîsin, biramin.    
Vêca xwestek ew e, ku em tev li Zimanê xwe xwedî derkevin, ji ber ku parastina Zimanê dayîkê, erkekî Netewî û Niþtîmanî û herî pîroz e, li ser milê her kesî ye, lewre gerek e em roja 15 ê gulanê weke roja Zimanê Kurdî bi kar bînin, ez vê rojê li we û li gelê Kurd û Kurdistanê pîroz dikim, û di heman dem de, em sipasiya wan kesan dikin, ew ên ku þev û rojên xwe ji bo Zimanê dayîkê terxan kirine.   
Bijî Kurd  bijî Kurdistan
Her û her bijî Zimanê dayîkê.  
 
15 - 5 - 2021 Z






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5545