Oxirbûna Berêz Isam Awnî
Dîrok: ÇáÓÈÊ 01 ãÇíæ 2021
Mijar: Nûçe



Bi Hêstirên çavan û xemgîniyek giran, ez þîna Birayê hêja Isam(Essam) El Dîn Awnî piçûktirîn Kurê Dîroknivîs ê navnas Mihemed Ali Awnî û Birayê Rojnamevanê bi nav û deng Duriye xan û Bavê Mamoste Adam,li Oxford –Englîstanê, di 87 saliya xwe de li ber destê vê rojê 30.04.2021çû dilovaniya xweda bi Milletê Kurd û Misrî re agahdar dikim.
Welat wê her di ber rêzgirtinê de ji malbata Awnî re bi bîra xwe bîne,gelê Kurd li seranserî Welat û diyaspora jî wê hêjayên wê ji bîra neke û dîrok dê navên wan di ronahiya rojê de binivîse
Ez bi navê xwe û ya Malbata Þitlo bi tevahî sersaxiyê ji Malbata Awnî, gelê Misirê û Kurd re dixwazim. Ji ber ku me bi oxirbûna berêz Isam eldînAwnî yek ji welatparêzên dilsoz û bi rûmet ji nav civata niþtmanperweran wenda kir.



.





Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5525