RYA DIRJ
Drok: 09 2021
Mijar: Ne




Xizan Șîlan

Tîrêjên roja berbangê di awirên min de diçirûsîn, dinya li min ronî dibû. Bayê serê sibehê rûyê min nermik nermik mizdida.
Li ser rêya dirêj û bêveger, bi gavên giran hêdî hêdî diçûm. Gêrikan li dû hev lez û bez dabûn xwe. Min gavên xwe bi baldarî diavêtin û nedixwast gêrik di bin gavên min de bimînin û bimirin.
Lê xelasbûna wan tunebû, hinek di bin lingên min de dihatin pelixandin. Ez dibûm kujerê gêrikên mesûm û hestên tawanbariyê giyanê min dagirtibû.


Dengê pîpika ketiya li nav pêlên deryaya har asê mayî di guhên min de dikir zingezing.
Xiexia pelên daristanên dirinde nava dilê min diqetand.
Wîçewîça çûkên li ser daran wek nalîn û hawara dayikên ehîdan bû.
Rêya dirêj, hezkirin û xwebînî li pita xwe siwar dikir, ewqa çira hesret û bêrîkirinê vêdixist û agirê dilê evîndaran lê ge dikir.
Rêya dirêj, kirasê ramanên heqîqetê li mêjiyên kor dipêça. Ala azadî û serkeftinê li asta zinarên bilind li ba dikir.
Rêya dirêj, çirûskên dilovanî û wijdaniyê pêkeî cîhana derewîn dikir. Tovên hêvî û baweriyê li hikebeyaran direand.
Govenda bûk û zavayan li meydana ahiyê digerand. Stranên egîd û mêrxasan li ser çiyan dilorand.
Rêya dirêj, bêhna kulîlkên bihara rengîn li derdora çaxên genî belav dikir. Êa birîna laên sedsalan dikewand û jiyana bi rûmet li mirovahiyê dibexand. Dergehên aramî û kêfxweiyê li ber mezlûman vedikir.
Rêya dirêj, ber bi rizgariya rengê keskesora asoya welatê min ve diçû.
Ez li ser rêya dirêj û bêveger, bêwestan û bêrawestan dimeîm.

2020-10-20
Stockholm
 






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5482