Hevpeyvîna “Byzantine” ya Kurdî xirabrtir dibe
Dîrok: ÇáÓÈÊ 06 ãÇÑÓ 2021
Mijar: Nûçe



Ebdulazîz Qasim

Her ji destpêkirina pêvajoya diyaloga kurdî-kurdî, me dizanî ku wê asengiyên mezin bikevin di pêþiya vê pêvajoyê de, lê bi rastî nedihat pêþbînîkirin ku ev diyalog bibe rengek ji rengên Dialogue Byzantine “Discusión bizantina”, hevdem ku her çiqas dem diçe wisa derfet jidest diçin, herwisa hêvî û daxwazên gelê kurd ji bo siberojeke baþtir sist dibin.
Roj biroj, nakokî di navbera herdu aliyên kurdî de (ENKS, PYNK) zêdetir dibin, ku ti wate ji bo danustandinên di navbera wan de nemaye, nemaze ji aliyê rêveberiya PYD ku hêjî berdewamiyê dide li ser heman siyaseta xwe ya berê, û xuyaye ku heta aliyên gerantor “Amerîka û Fransa”, tevî kombûna þanda Amerîkiyan ya berî çendekî li gel partiyên kurdî ji bo destpêkirina civînan, lê xuyaye ku þanda Amerîkiyan heman pîtedana berê bi serxistina diyaloga kurdî-kurdî nadin.


Ji aliyek din mana ENKS di nava opozisyona alîgira Tirkiyê de, ew jî dibe sedema peydabûna nakokiyan, û dîtir partiyên kurdî guhdariya gazind û gaziya xelkê xwe nakin, lewra reþbîniyek di nav civaka kurdî de peydabûye ji egera xemsarî û bêpirsyaretiya partiyên kurdî yên bi xemsarî serederiyê ligel rewþa xirab ya gelê kurd û doza kurdî dikin.
Daxuyaniyên nerênî yên serkirdeyên partiyên kurdan reþbîniyê çêdikin û bûne egera rawestandina danustandinên kurdî-kurdî, di dema ku rêjîm bi opozisyona xwe ve li ser pirsa kurdî yekdeng e û bi harîkariya herdu dewletên dagîrker (Tirkiya û Îran) ligel hev tevlî nakokiyên di navbera wan de kar ji bo jinavbirina miletê kurd û guhertina demografî li herêm dagîrkirî (Efrîn, Girêspî û Serêkaniyê) dikin, ku rojane kiryar û tawanên dijemirov li dijî gelê kurd li ser destên artîþa tirkiyê û çeteyên wê nemaze li Efrînê têne pêkanîn, ku ligor hin amarên rêxistinên mafên mirovî ku guhertina demografî 80% li Efrînê û 100% li Serêkaniyê û Girêsipî hatiye pêkanîn.
Rewþa mirovî ya li deverên kurdî heta li deverên di bin deshilatdariya PYDê de jî, bicarekî têkçûye, ku nan, pêdawîsiyên xwarin û ardû (sûtemanî) peyda nabin û bihayê dolar li hember wereqa Sûrî (lêre) gelekî bilind bûye, ku milet birsî û tihn bûye û ketiye di bin hêla hejariyê de, hevdem ku birêveber û serkirdeyên partiyên kurdî zengîn û dewlemend dibin û bûne rengek ji mafya siyasî.
Îro, herdu aliyên kurdî ENKS û PYNK û di nav wan de bi taybetî PYD berpirsyar in li hember rawestandina diyaloga kurdî-kurdî, herwiha divê ragihandina kurdî bi erkên xwe rabe ji bo nêzîkkirina aliyên kurdî û nabe nakokiyên kurdan zêdetir bibin û nabe xemsarî li ser qeder û çarenivîsa gelê kurd bibe û pêdivî ye ku her aliyek bi berpirsyartiya dîrokî serederiyê ligel rewþa hesiyar ya miletê kurd û doza wê ya netewî wekî (niþtiman û milet) bike û berevajî vê yekê ji aliyê miletê kurd wê nifret li van partiyan bibe û wê navên wan hetahetayê bikeve di zibldana dîrokê de.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5478