Peyva Barazanî
Dîrok: ÇáÃËäíä 01 ãÇÑÓ 2021
Mijar: Nûçe



Mahir Hesen

Peyva Barazanî  nîþana tirsa barbara ye di pêþerojê de û belavkirina têgeha formula netewî ye , çawa wêrekî dipejirîne û li beramberî têkbirina tuxmê kurdan tixûbê alîkariya dijberiya leþkerî danî, nebe ku kurd bigihîje asta metirsiya hebûna xwe , nemaze pêþmergên dilêr yên di xweþî û nexweþî de bidomdarî dijberî welatên dagîrker bi serfirazî xebitîne bo têkbirina planên wan di qada navneteweyî û herêmî de
Nemir Mela Mustfa Barazanî li ser guhrîna azmûna zordariya netewî ku zêdetirî  sedsalekê dom dike , ne tenê li Iraqê , lê li Tirkiye, Iran û Sûriya jî, xebat kir , û kevirê bengiha kurdayetî li hemberî sedemên têkçûna herêmên kurdan û dûrxistina wan ji þaristaniyê û tunebûna prensîbên demokratîk din nav wan de danî


welatparêzîyek dilpak û bikêrhatîbûnek mezin , bi bawerî û hezkirin Barzanî doza kurdî bi duniyayê da zanîn , û bêtar bi dewletbûnê ve guhezt. Nemir Barazanî gazî her kurdekî kir û ji bo serfirazî zehmetiyên mezin ên ku ew pê re rûbirû hat di mêjo û dîrokê de bi tîpên zêrîn nivîsand , û berdewam kir ku armanca neteweyî ya herî berbiçav pêk bîne,  û bi ramana xwebaweriyê di warên avakirin û geþedanê de destkeftiyên mezin bi dest bixin. Nemir Barazanî girîngî û bizava xwe da doza Kurdî , û hewilên xwe yên domdar da ku bigihîje çareseriyek rewa , û ji bo mafê Kurdan bêhedan bû.

Rêbaza Barazanî bû giraniyek pêþwextî di siyaseta kurdan de , ku bi þehrezayî û pêbaweriyê gav di qada navnetwyî de avêtine.
Cil û du sal li ser koçkirina Nemir Barazanî ve derbas bûn û rêbaza wî roj bi roj , gav bi gav , kêlîk bi kêlîk xurtire û bilindtir dibe.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5474