Li ber der
Drok: 26 2021
Mijar: Helbest



Mehmûd Badilî

Destê sibehê
hatim ber derîyê mala te 
wek deh kund li ser kavilê dilê min xewnd dibin
 ku tu ne bi tenha xweyî
min rûyê te 
di çavika camê de mist da
vajî dilbijandina baranê
ku di vê kêlîkê de dest pê kir hûr bibare
wisa dil bi deyax bû.
Zimanê ewitî 
bêhna sêvên weiyayî jê tê 
sîbereke ikestî!


***

Destê sibehê
min li zingilê derîyê mala te neda
ber bi pa ve li siya xwe 
li xirecira wî kûçikê bi xwediya xwe re 
dema xwe li pa wê radigirt, zîvirîm
serê xwe ber bi min ve dihejand
weku bêhna taya giyanê min dikir.
Xêzeke rengên
di nava xilmaîya baranê de 
ne keskesor e.

***

Destê sibehê 
hemî dar hîna ipiya ne
dilê min li ber derî dikele
sêdara asîman daçikandiye.
Kilana ewrên xav 
di berbanga gewrîya min de
baranek tal dibare.
***
Destê sibehê
tilîyên xwekutê
sûrikên nava gelîyên giyanê min
ew jin hîna li wir e
nuha li kûçikê xwe hay bû
ku dixwaze li ber êa min bide
min  tilîyên xwe yên di berhevkirina sapên genim de ehrezabûn
di ser serê wî re birin
rapelikî himêza min û ber bi pencereya te ve kewtekewt kir
çi keçek bejin zirav ji mala te derket
mixabin,  ji min ne bedewtir bû.
 Dareke ikestî
li ser keva rê
giyanên xapandî lixwe dike.

***

Destê sibehê
dostanîya min û wî kûçikî xurt bû
tevku min bi zimanê xwediya wî nizanîbû jî
lê bi rûyekî ge bi min re girnijî
bêguman ewê nas kir
bê ez çiqasî xemgîn im.
Sibehek sar
tîrêjên sor û tarî derbûn
baran rawestiya.

***

Destê sibehê
min nexwest, xwe bi çi titî mijûl bikim
min pita xwe da derîyê mala te
tenê bi xwe ve
li berfirehîya kûrahiya xwe 
min emalek ji tîktoza demê re vêxist
û sûrikîm hinavê tarîya xwe.
Di çavên pisîka min de
xelekin sipî
 di zikên hev de wêne dibin.







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5470