Na ! Na ! Mamoste Berzo Mehmud. Çanda kurdî bi zaravê kurmancî jî he ye .
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 20 íæäíæ 2007
Mijar: gotar



Dr.Ebdilmecît Şêxo
19.o6.2007

Rêzdar Berzo Mehmud nivîskar û zimanzanekî ji Kurdistana Rojava ye, ewî di pir kovarên kurdî bi zimanê kurdî, zaravê kurmancî gotar û lêkolînên zimanewaniyê  nivisîne, mamoste Berzo gelek salan di desteyên kovarên bi zimanê kurdî de mîna"Gelewêjê " û " Pirsê"


bi jêrbûn kar kiriye, ji bo min cihê rûmetê ye ku min jî li gel wî û hin hevalên din, nivîskarên rêzdar mîna Heyder Omer, Rizo Osê, û Merwan Osman di desteya kovara "Pirsê " de  kar kirî ye .
Mamoste Berzo danerê pirtûkeke zimanewanî (Rênivîsa peyva kurdî  ) li ser zimanê kurdî (zaravê kurmancî) ye.
  Berêz Husên Ehmed hevpeyvînek bi zimanê erebî li ser zimanê kurdî bi mamoste Berzo re di malpera "welatê me" de weşandî ye. Mamoste Husên pirsên balkêş, mîna van pirsên jêrîn ji mamosteyê zimanzan kirine;1-Ji bo çi ew bi zimanê kurdî dinivîse ?2- Eyan lêkolîner Berzo dikane hest û nirînên xwe bi zimanê kurdî derbibire ?3- ji bo çi hemû Kurd bi tîpên latînî nanivîsînin ?4-Çawa berêz Berzo li helwestên partiyên kurdî di sebaret zimanê kurdî de temaşe dike?
Li gor nirîna min, mamoste Berzo bi awakî giştî bersivên têrkirî û sudar dane, wek nimûne ew jî di vê baweriyê de ku zimanê kurdî  pêwîst e bi tîpên latînî bête nivîsîn, lê eger ewa niha dijwar be jî, lê divê zaravên kurdî  bi kêmasî niha di warê ferhengî de bibe yek û her weha ewî bersivên din jî bi zanstî  pelandine, lê nirîna ku gelek bala min kişandî ye ev e; lêkolîner dibêje; DI RASTIYÊ DE EZ ÇANDA BI ZIMANÊ KURDÎ (ZARAVA KURMANCÎ) NABÎNIM.
Di rastiyê de, min jî nedixwast bawer bikira ku hevpêşeyê me yê berêz, weha pir hişk li zaravê kurmancî û berhemên kurmancî temaşe dike..lê di hevoka wî de pir zelal e, ew  çanda kurdî bi kurmancî nabîne, ango ewa- tune ye-  !
Di vê derbarê de dixwazim ji berêz Berzo re bêjim; ku te xwe zor şaş kiriye, ji ber
 ku ÇANDA KURDÎ BI ZARAVA KURMANCÎ HEYE lê ewa niha ne  di asta pêşketina zaravê soranî de ye, bi ya min be, ev nirîna pirtir cihê xwe di warê zanistiyê de digre.
Ez gelek bawerim ku nivîskarê me Berzo navên van mezinan rind zane û berhemên wan  pir baş xwedine, ew gelek çak zane ku evanan di çand û wêja kurdî de gelek gernas û payebilind in; tenê ezê li vir navên çendekan hûnim bîra dostê xwe yê hêca, ewên ku  raperînên wêjeyî  di berhemên xwe de çê kirine ; Mele  Ehmedê Cezîrî, Feqiyê Teyran, Eliyê Herîrî û paşê Mîrê helbesta kurdî, pêşengê ramana netewî  Ehmedê Xanî ku îro navê wî di nav wêjeya kevneşpoî ya cîhanî de hatiye naskirin.
Herweha Mile Mehmud Bayezîdî bi berhemên xwe di nav rojhilatnasan de jî dîsan pir navdar e
Nivîskar Erebê Şemo damezrênerê ramana kurdî bi berhemên xwe " Kela Dimdim".û Şivanê Kurd li seranserî Kurdistanê nasraw e û bi dehan pisporên wêje û zimanê kurdî li Sovyetistana berê mîna Prof.Dr.Qenatê Kurdo, Prof.Dr. Haciyê Cindî, prof. Dr.Celîlê Celîl, Prof.Dr. Zerê Yosif, prof..Dr Celilê Celîl, wêjevan Elî Ebilrehman, lêkolîner û helbestvan Çerkesê Reş,  helbestvan, ramannivîs û lêkolîner Tosinê Reşît. û bi dehan û dehan berhemên xwe (Raman, helbest , çîrok, lêkolînên zimanewanî, rexneyî)  bi KURMANCÎ nivîsîneur
Eger li nik mamostê rêzdar rojnamegeriya kurdî beşek ji çanda kurdî be, divê ez eshe Şahsîwarê rojnamegeriya kurdî Miqdat Medehet Bedirxan û yekemîn rojnama " Kurdistan "( 1898 )bi bîra wî hûnim.
Ma ne tiştekî matmayî ye ku lêkolînerê me, zimanzanê me di warê kurmancî de naxweze mamosteyên xwe û yên me hemûyan di warê rêzimanê kurmancî de mîna Celadet Bedrixan, Reşitê Kurd, Qenatê Kurdo û bi dehan  yên nû jî bibîne ?    
Ez naxwazim navên hemû kovar û rojnamên kurdî bi zaravê kurmancî li vir bi nav bikim, lê ez neçar im bi kêmasî dîsan navên van kovaran mîna " Hawarê ", Ronahî". "Stêr" Gulistan", "Gelewêj", "Pirs", "Gurzek Gul" Newroz" "Pênûs" û h.d.hûnim zimên . 
Lê dîsan ez  tênagînim ku ji bo çi  berêz Berzo nexwastiye berhemên seydayên me Cegerxwîn, Osman Sebrî, Hesen Şiyar, Ehmed Namî  tîrêj yên wêjeyî û dîrokî û zimanewanî bibîne?
Îro gelek nivîskar û rewşenbîrên navdar li Kurdistana Rojava peyda bûne, û ewanan bi berhemên xwe çanda kurdî bi zaravê kurmancî dewlemend kirine, navên mîna bavê Nazê,  Dr. Husên Hebeş, Heyder Omer, Muhemed Osman (Hemdo),Hêmin Kurdaxî , Nezî Palo, DiyaCiwan,  Helîm Yosif, Can Dost, Pîrustem, Şahîn Soreklî, CanKurd, Mistefa Reşît, Gundî, Awazê Kalo Rûxwaş, Bextreş, Rizo Osê, Berzo Mehmud, Elî Cefer, Şêx Elî, Deham Ebulfetah, Keça Kurd, Konê Reş, û yên mayîn di ezmana çanda kurdî de bi kêmasî li Rojavayê Kurdistanê pir geş in, lê dîsan berêz Berzo nexwestiye wan jî bibîne, ji bo çi  ez nizanim ??? Mebesta wî çi ye ? Ez dîsan nizanim. !!??.    .
Eger ez vegerim Kurdistana Başur, bê guman e li wir jî bi sedan lêkolîner, helbestvan, rojnamevan wêjevan bi zimanê kurdî, zaravê kurmancî pirtûkên xwe pêşkeşî pirtûkxana kurdî kirine, mîna ku ez zanim" Yekitiya nivîskarên  kurdistanê " taya Dohukê nîzîkî ser pirtûkî bi zimanê  kurdî zaravê kurmancî çap kirine, yanê ez dîsan  tênagînim ku çawa mamostê hêca nexwestiye navên mîna Sadiq Beha eldîn, Noredîn Brîfkanî, Ehmed Nalbend, Ebdirehman Mizurî, Muhsin Qoçan, Hesen Silêvanî, Selah Sedelela, Dr.Fadil Omer, Seîd Dêreşî, Dr. Mesud Kîtanî, Tehsîn Doskî, Mihemed Emîn Doskî, Xelîl Dohokî, Necîb balayî, Hêvîn Berwarî, Bayiz Omer, Dr. Kamîran Berwarî û bi sedan navdarên din û berhemên wanan  bibîne ?
Eger ez navên hemû nivîskar û lêkolînvanên Kurdistana Bakur jî li vir hûn zimên, dê gotara me tenê bi navên nivîsevanên zimanî kurdî, zaravê kurmancî mişt bibe, lewra jî ez hêvî dikim ku evan navên jorîn û hîn bi sedan, navên mayîn bala nivîskarê me  Berzo ber xwe de bikşînin, taku ewanan ji aliyê tu kesan de, ne îro û sibe netên setemkarkirin.
Ez dixwazim di vê sebaretê de ji berêz Berzo û ji xwendevanên rêzdar carek din xalek an diyardeyeke zanistî di warê pêşketina şaristaniyê, çand û wêje de li nik gelan yan li cem mirovan biçespînim, Yanê eger em bêjin, wêja êngilîzî ji wêja almanî pêşdatir e, eva qet netê vê wateyê ku em wêja almanî nebînin, yan eger em bêjin , wêja almanî ji ya gelê Alban pêşdatir e, dîsan eva netê vê wateyê ku em çanda û wêja gelê Albab  nebînin .
Dîsan eger ez niha bêjim çand û wêja gelê Rus pir ji ya gelê Daxistanê pêşdatir e , careke din ne ji mafê min e ku ez Resul Hemzatov nebînim û .h. w. û nimûneya min ya herî dawiyê ev e, eger ez bêjim Kurdistan Mukriyanî zimanzaneke pêşketî ye, dîsan eva netê vê wateyê ku ez Berzo Mehmud, Selîmê Biçûk, Keça Kurd, Dr.Muhemed Ebdo, Mistefa Reşit, Dr.Zeredeşt Haco, Deham Ebdil Fetah nebînim  !!
Eger seyda Berzo dibîne ku çanda kurdî bi zaravê soranî li gor zaravên din li pêş e, ez  zû kanim ji wî re serê xwe bihejînim, lê eger ew dibêje; ez  çanda kurdî bi zaravê kurmancî nabînim!!!, ez bawer dikim ku tu kes ji nivîsevanên me nikane vê nirîna  hişk bipejrîne, lê ez pir bawer dikim ku hin zimanzanên zaravê soranî mîna Kurdistan Mukriyanî yan Ferhad Şakilî û  hin rewşenbîrên mîna Muhsên Ciwanmêr, dê pir zû ji mamoste Berzo bawer bikin û nîrîna wî mîna çekekê li hember zaravê kurmancî bi kar hûnin û ji  me hemûyan re bêjin, de werin Kurmancino ! va ye zimanzanekî we bi xwe dibêje; çanda me bi kurmancî tu ne ye !! Vêca ji bo çi hûn dev ji tîpên latînî bernadin? Hûn ji bo çi dev ji zaravê kurmancî bernadin … De bila hemû kurmancaxêv  tenê bi zaravê soranî bixûnin û binivisînin . …
 Lê bi ya min be mamoste Berzo ta radeyeke bilind bi dadmendî rexna xwe di derbarê qelsiya partiyên kurdî di warê zimanê kurdî de arast dike, ew dibêje; faktorên obyektîv rolên xwe di şûndamayina zimanê kurdî de dilîzin, lê faktora subyektîv ango (partiyên kurdî )ne hêzeke karîger e ku zimanê netewa xwe pêşda bibe. Herweha jî ew rexna hin rewşen bîrên Kurd dike, ewên ku rêzê li zimanê dayika xwe nakin  û  xwe bi zanîna zimanê erebî serbilind dibînin.
 Ez li vir  pir dixwazim  piştvaniya nirîna Berêz Berzo bikim, û ez jî dengê xwe bi wî re bilind radikim û dibêjim belê; piraniya partiyên tevgera me li Kurdistana Rojava di warê zimanê kurdî de qels in, ewanan xwe ji bo zimanê kurdî nawestînin, ez li vir tenê hez dikim nimûneke zindî ji xwendevanan re binivisînim.  Di êvarekê de, di sala 1998-99 an de,  sekretêrek ji sekretêrên partiyên me li Helebê sêmînarek ji rewşenbîrên Kurd re lidarxist, piştî  ku ewî axivtina xwe bi dawî anî, rewşenbîrekî nirîn û baweriyên xwe li ser kêş û aloziyên tevgera kurdî derbirî, mîvanê me, sekretêrê rêzdar pir eşkere gote beşdaran, bi rastî min ji axivtinên evî mamosteyî tiştek fêm ne kir..ji ber ku ewî gelek bi zimanekî kurdî paqij peyvî, lê mixabin ez hîn ne di wê asteyê de me …. .
Eva kêmasiya ne tenê li nik ewî heye, gelek mixabin ewa li nik piraniyên serok û pêşengên tevgera me heye, lewra jî em dibînin zaravê kurmancî bi piranî bi pênûsên rewşenbîr û nivîskarên zaravê kurmancî pêşda diçe.
Lê divê ez vê rastiya dîrokî jî berçav bikim; mîna ku ez zanim hin partî ji zû de û hin dezgehên nûh jî koreyên zimanê kurdî vekirine û niha bi sedan li seranserî Kurdistana Rojava şagirt û mamosteyên nûh çê bûne, eva rastiya jî cihê pesnê ye, ez lava dikim hemû partiyên din jî di vî warî çalak bin, pêşketina zimanê kurdî erka hemû partî û rewşenbîran e, bi nirîna min  têkoşîna netewî  bê zanîna zimanê kurdî, bê weşandina  kovar û rojnamên  kurdî û di  pileyeke bilinde,  ewa dibe têkoşîneke ne tewaw û  ne tomî.
Di dema niha de li Kurdistana Bakur jî rewşa zimanê  kurdî pêşda diçe, kongire û konfiransên zimanê kurdî û wêja kurdî li dardikevin, dîsan eva nîşana pêşketina zimanê me (zaravê kurmancî ) ye .
Ji ber van hemû rastiyên pelandî, divê em çanda xwe bi zimanê xwe ( zaravê kurmancî ) bibînin û em zû zû hemû samanên xwe yên wêjeyî, çandî, zimanewanî, rojnamegerî  bi destên xwe  wenda nekin.
.
Li dawiyê ez hêvîdar im ku min  bi van du, sê rûpelan zengileke biçûk ji xwendevanan  re lêxisti be, ta ku ewanan jî baweriyên min dewlemend bikin yan kêmûkurtiyên min zelal bikin .







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=545