M.Emîn Sadûn Weke tê zanîn, ku her tiþt di þihîn û qapana hevkêþa siyasetê de bi encaman tê kêþan û nerxandin. Ji ber ew rê û rêkarên rêxistina siyasî di pêvajoya xebata xwe de diþopîne, çi be jî, ne ev e mijar û merema me û ew nakeve dan û standinê, û eger hat jî û li vê yekê hat vegerandin, wê tenê ji bo serastkirin û gera li peyî þaþî û kêmasiyan be. Lê tiþta girîng ew e, ka þop û þûnmayên wê rêxistinê li ser rûyê erdê çi ne û çi di têvajoya karê xwe de li þûn xwe ve hiþtiye û çi destkeftiyên berçav û guncaw bi destve anîye...
nebûna pirojeyên sergihayî û nivîsandî ji piraniya rêxistinên me yên
siyasî re ta vê demê, ne tenê cihê daxê ye, lê belê cihê pirsê ye jî??!!
tenê bi gotinên devikî, pesnê dîroka xebata xwe û xwe binavkirina navên
mezin û xwediyê pirojeyên giran û xwedî derketin li rêbazên pîroz, tev
ji rêxistinê re nabin hêz û xurtbûn û li ser rûyê erdê cih nagirin û
hêzê jî nadin karê partiyê, û nexasim, dema ked û karekê durist,
bizanebûn û bê rawestan li peyî wan têgeh û zarwazan nebe.
Divê em
baþ têbigihin, ku dema xwedîkirina Milet li ser hêviyên kawî û siloganên
bawî derbas bûye û serdema semaya li ber dengê aþê omîdan û hêrana
arvanê gotin û têgehan nemaTêrên arî dadigirin , û firoþtin û kirîna
peyîv û gotinên bê bingeh ji heval, hezker, piþtevan û alîgirên xwe re
berhem nayîne. Rexne û rexnegiritn pirosêseke ji bo nûjenkirin û
vejandinê ye. Ka partî û rêxistinên me, ti carî li xebata xwe ya borî
vegerane û ezmûna karê xwe rexne nekirine û li ser kêmasî û þaþiyan
rawestane, vajî wê yekê her wextî sedemên têkçûn û þikestinên xwe
avêtine sitûyê aliyê rikeberên xwe ve. Weke carê rêjîma Ba`as, tevaya
ne serketin û paþdemayîna xwe dikir di sitûyê Israîl û Impiryalîzmê de û
ew ê bi xwe têkiliyên nehênî bi wan aliyan re ava dikirin û bê wan
gavek jî nediavêt. Ev yeke tev piþtî bûyerên Sûriyê ji her kesî re hatin
zelalkirin.
Bi kurtî nebûna pirojeyê sergihayî yê rêxistina siyasî,
di hemû waran de, warê siyasî, bazirganî, çandî,
civakî,ramyarî,rêxistinî, leþkerî, zanistî, rêbazên xwendinê, abûrî û
ragihandinê, mirov nikare bêje ew partiyeke siyasî ye û wê hêvî jî li
ser werin avakirin û girêdan. Hingî nabe rêxistina siyasî, lê dibe
xesandina hiþ û mejî.