Elî Cefer Elmanya 22. 01. 2021
Min jî weke pir kesan bi dilekî xemgîn û çavên zuha nûçeya xatirxwestina dawî ya têkoþer û xebarkarê gelê me yê naskirî rihmelê Sibhî Xelîlê Husên bihîst.
Bi koçbarkirina vî Kurdperwerî û xweþmêrî re, gelek bîranînên xweþ û geþ hatin bîra me. Ew yek ji refê pêþin yên xizmetkar û kedkarên gundê me bû. Ji me re, em wek nifþê duwem, nimûne û çavkanî bû, di saya wî û çend kesên din de em fêrî Kurdayetiyê bûn.
Di þahiyên Newrozê de, berî me li Çiyayê Hentûzkê û Benê bû, bi
keç û xortên gund re dîlan û sema digirt. Êvaran jî li meydana gund
ligel xanima xwe Zêneb þahiya Newrozê germ û gumreh dikirin. Li þînî û
þahiyên nas û gundiyan, dost û hogiran her li pêþ bû, bi wan û bi me re
parve dikirin.
Çi gava dunya li serê me teng dibû, em diçûne balê û
me bêhna xwe rehet dikir. Zorbey zorê kesên mijûlî karê Kurdayetiyê li
Çiyayê Kurmênc, nemaze di dawiya sedsala borî û destpêka sedsala me bi
misoger navê Bavê Ebdo û xanima wî bihîstine, an carina li wan bûne
mêvan. Ew malbatek mêvanhez û camêr bûn.
Bavê Ebdo mirovekî ta
hestiyên xwe Kurdperwer û ziman xweþ bû. Hemî heyîn û þiyayên xwe
xistibû xizmeta gel û welatê xwe. Di xizmeta Kurd û Kurdistanê de bû.
Min nedît tu rojan di rûyê tu kesî de mizûrê xwe tehl û tirþ kir, an kesek bê hêvî vegerand, her rû li ken û mîvan perwer bû.
Xwaziya
me li canê te be Bavê Ebdo, birayê hêja, rêber, heval, ji roja
bîreweriya xwe de ta dawiya jiyana xwe tu li ser riya Kurdayetiyê ma. Ev
jî rûmetek ne hindike.
Oxora te ya xêrê be, cihê te bihiþt be birako.
Bila serê xanim Zêneb û kur û keça wê, herweha serê gelê Kurd sax be.