Me gelek rêyên þaþ þopandin.
Dîrok: ÇáÎãíÓ 21 íäÇíÑ 2021
Mijar: Nûçe



M. Emîn Sadûn

Di destpêka þoreþa Sûriyê de, û ji ber kar û çalakiyên me yên berçav, em  çend karmend di dezgehên dewleta Sûriyê de, jikar hatin avêtin.
Pêþiyê Encûmena Niþtîmanî ya kurdî beryareje lez stand û em agehdar kirin, ku wê mûçeyê me yê salekî bide me û di cih de yê sê miha jî da. Berî sala me bidawî bibe, me dît ku wê tê gotin ku  Hevpeymana Rikeberiya Sûriyê, ji vir û pêve wê mûçeyên me bigirê sitûyê xwe.


Li vir, beryarên jikar avêtina karmendan xwestin û pêre hin belgehên dî jî, û me jî kaxetên xwe tev de li gorî daxwaza wan  ji wan re þandin. Piþtî demekî ji mere hat gotin ku navê hin ji wan karmendan rêkirne û heyvane sed û pêncî dolar ji wan re hatine terxankirin û wan mûçeyê çend mehan standin. Lê navên me çend karmendan di wê lîstê de nehatibû.
Li vir û li wir me pirsî; ka çima navê me hatiye jibîrkirin??
Ji min re hat gotin ku têkiliyê bi mamoste, Omer Remezan bavê Lava re, bike. Piþtî çend carî min têkilî kir û hin kaxet ji min xwestin, min jê re rêkirin, navê min careke dî nehat û dawiyê mamosteyê navborî, ji min re got: navê te nehatiye qebûlkirin ji ber dibêjin tu ecnebiyê Hesekêyî û ji ber wê jî mûçeyên te nadin te.
Lê, min lêvegerand û got: ku herdu serkirdeyên rikeberiyê, Esed Mustefa û D. Riyad Hicab, dema ku herdu wezîrên çandinîya Sûriyê bûn , wan herduyan girêbestên kar bi min re imzekirine û ez karmend bûm bi girêbesteke þarezayî di wezareta çandinîyê de, li serdema rêjîma Sûriyê. Çima li serdema rikeberiyê danpêdanê bi min nakin ku ez karmend bûm...hingî min gotarek nivîsand bi sernavê; hikumeta Ehmed Tu`ime ya berwext a rikeberiyê gelekî ji hikumeta Beþar Esed regezperestir û þofînîzimtir e.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5431