Nûredîn SofîzadeÎsal 75 sal bi ser avakirina Komara Kurdistanê re derbas dibe ku ji aliyê Hizba Demokrat a Kurdistanê û bi pêþengî û serokatiya rêberê wê Hizbê Pêþewa Qazî Mihemed ve di ser parek ji axa Rojhilatê Kurdistanê hate ragihandin, ku navenda wê anku paytexta Komara Kurdistanê jî bajarê Mehabadê bû.
Di dîroka xebata rizgarîxwaziya netewa Kurd de eva yekem dewleta serdemiyane û modern a Kurdan bû hate avakirin ku hemî pîvanên dewletdariyê bi xwe ve girtibûn.
Hekî çi rûberê cografiyayî ya wê Komarê gorî rûberê axa
Kurdistanê gelek biçûk bû û tenê di ya ji 4ê ya axa Rojhilatê Kurdistanê
bi xwe ve digirt, lê di warê hest û tehsîb û xwedîjêderketinê ve hemî
cografiyaya Kurdistana mezin bi xwe ve girtibû û ji her sê perçên dinê a
Kurdistanê, gelê me ev destkevt bi ya xwe dizanîn û erkê xwe dizanîn ku
jê xwedî derkevin, her Kurdekî rizgarîxwaz û xwedî îrade ji perçên dinê
ve hem bo beþdarî di cejna ragihandina Komarê de û hem bo parastin û
xizmetkirina wê berê xwe dane Mihabadê.
Bo mînak hêza Pêþmergên
teyar û xwedî ceribandin a Barizaniyan bi serokatiya nemir Mela Mistefa
Barizanî, sedan þoreþvan û xwedî þopa Þêx Ubeydullah Nehrî, ji deverên
Þemzînan û hekariyê bi serokatiya Seyîd Teha, dehan xebatkar û rewþenbîr
ji Rojavayê Kurdistanê, dehan rewþenbîr, helbestvan, nivîskar, efserên
Kurd yên di nava Artêþa Îraqê de, ji Baþûrê kurdistan, pêla hezaran
kesiye xortên welatparêz ji wan navçên Rojhilatê ku deshilata Komarê
negîhabû wan deran weke Îlam, Kirmaþan û Sinê, hemiyan bera xwe dane
Komarê û bona xizmetkirin bi Komarê û hivîdarbûn bo ewê ku di pêþerojê
de belkî bikarin rûberê Komarê berfireh bikin, kevtine kar û xizmetiyan.
Di
vê derheqê de ger em ji vê hestê û xwedîderkevtin ji wê destkevta
Kurdan di parek ji axa kurdistanê bifikrin, ew dikare bo me yên îro û
nivþa nû ya xebatkarên Kurd re bibe peyam û dersekî mezin.
Ew
peyama çiye û çi dibêje me û riha wan kesên ku di avakirin û
xizmetkirina Komara Kurdistanê de bandor hebûne çi ji me dixwaze, ger em
þopênerê rê û rêbaza rastîn a Komarê bin?
Berî her tiþtekê ew
peyama yekîtiyê dide me, me bas kir ku çawan ji her çar perçên
Kuristanê, welatparêzên Kurd bona parastin û xizmetkirin bi komarê xwe
erkdar zanîne, erê gelo îro meyê Kurd zêdebarî ewê ku mixabin her
perçekirî mane, heman tehsîb û hest heye ku di kîjan perçê de
destkevteke Kurdan hebe, amade bin bi dil û can xwe parêzvanê wê
destkevtê bizanin?
Bê goman ger rastî tehl be jî, em bi cesaret
ve dikarin bêjin bersiv nigatîv e, nexêr ne! hest û tehsîba me Kurdan
gelek lewaz e, bo mînak ger em amajê bi destkevta Kurdan li Baþûrê
Kurdistanê bikin ku bi hemî kêmasiyên xwe ve dewleta Kurdane û dikarim
îdia bikim Komarekî dinê a kurdistanê ye, me heta niha xwe erkdarê
parastina wê zaniye?
Bê goman ne, tenê ew heste gelek kêm bûye,
mixabin gelek caran ava hin kes û aliyan bi ava dijminan re di cokekê de
diçe û cehda têkdana û nehêlana wê destkevtê jî didin.
Lê eva
cihê serbilindiyê û cihê þanaziya þopînerê rastîn yên armancên Komarê
eva ye ku aliyê kêm Rojhilata Kurdistanê û bi taybetî Partî a
damezrênerê Komarê anku Hizba Demûkrat gorî þiyana xwe, xwe pêbend û
sozdarê wê peyama Komarê zaniye û bi kiryar jî bo parastina destkevta
Kurdan li Baþûr gelek nirx daye ku ez naxwazim di wê nivîsênê de basê
wan bedelan bikim.
Peyamekî dinê ku Komara Kurdistan piþtî xwe bo
me bi cî hêla ye ev e ku, bi bê berçavgirtina ku kanê kê xelkê kîderê û
ji kîjan perça Kurdistanê ye û ser bi kîjan aliyê ye, beþdar dike di
nava birêveberiya erkê destkevt û dewlata Kurdî de, daku ew yeka bibe
sedemê çêkirina yekîtiya netewî û her aliyek xwe erkdar û xwediyê
destkevtê bizane û amade be bi her nirxekê biparêze.
Em dizanin
ku Komarê ew kare dikir daku bingeha dewletek qahîm dabinê ku ya hemî
netewa Kurd be, ne destkevt û dewleta perçekê yan navçekê, yan Hizb û
saziyek siyasî.
Her lewma em dibînin ku di demekê de ku Komara
Kurdistanê ji aliyê hizba Demokrat û rêber wê hizba Qazî Mihemed ve tête
avakirin, lê qet Hizba Demukrat xwe xwediyê wê destkevtê nezaniye,
belkî wisa dizane ku þanaziyek mezîn bi dest xistiye ku kariye
destkevtekê bo gelê xwe bi diyarî bîne û bike milkê hemî Kurdan, yan
Hizaba Demokrat di heyamê temenê pirserweriyê ya Komara Kurdistanê de,
qet cehada qorixkirina hemî deshilatê bo xwe nedaye. Belkî bi berevajî
aliyên cor bi core erk û birêvebirina dewlata Komara Kurdistanê,
spartiye kesên lêzan û xwedî bandor, bi bê berçavgirtina ewê ku ew kese
kê ye û xelkê kîjan perçe û navça kurdistanê ye.
Bê goman peyam û ders û þîretên ku ji Komara Kurdistanê bo me mane gelek in.
Ez
hivîdar im ku em xwe erkdar bizanin ku wekî þopînerekî emegdar ê rêbaz û
armancên Komarê bo gihîþtina bi hemen nirx û destkevtên hevþêwe yên
Komarê pêngavan bihavêjin.
Bi hilkefta 75`emîn salvegera
damezrandina Komara Kurdistanê, ez pîrozbahiyê dibêjme hemî gelê Kurd,
malbatên serbilind ên þehîdan û hemî xebatkar û domderên rêbaza Komara
Kurdistanê û Pêþawa Qazî Mihemed.
Bi hêviya bidestvehatina ji nû ve armancên Komara Kurdistanê.