Komara Kurdistanê, têkşikandina faşizma Îranî
Dîrok: ÇáÎãíÓ 21 íäÇíÑ 2021
Mijar: Nûçe



Elî Munezemî

Nirx û sembolên kurdan hertim ji aliyên dagîrkeran ve rastî êrîş, bêhurmetî û şikandinê tên. Jiber ku faşîzm merivan fanatîk perwerde dike û ew yeka jî nirxên merivanetiyê cem wan dikuje û her tiştek ku ya wan bi xwe nebe, ji aliyê wan ve dikeve ber êrîşê. Armanca wan ewa ye ku nehêlin çi nirx û sembolek li derveyî bazneya îdolojiya wan bimîne û eger ji destê wan jî neyê ku wan bi yekcarî li holê rakin, wan nirxan wisa gemarî bikin ku li ber çavê xelkê bê xistin.


Faşîstên Îranî derheq vê yekê serî li hemû faşîstên cîhanê standine. Her li ber hevpariya îdolojîk di navbera Îraniyan û kesên wek “Hîtler” û “Mûsûlînî” de bû ku di çaxê şerê cîhanî yê duhemîn de, “Riza Xanê Pehlewî” piştgirî da bereya faşîzm-nazîsmê û vê yekê jî rê xweşkir ku DYA, Brîtaniya ji aliyê başûr û Soviyet jî ji aliyê bakur ve bêne nav xaliya welatê fermî yê Îrana wî demî.

Kurdan jî ku her li pêş 1514`ê ya Zayînî de heya wî demî û heta îro rojê jî hertim li benda derfetê bûn ku bikarin axa xwe rizgar bikin û bi xwe bibin xwediyê desthilatê li ser axa xwe.

Piştî şikesta çend caran ya şoreşên Kurdan li dema paşatiya “Riza Xan” de, lê wan qet hêviya xwe winda nekiribûn û bi nepenî her li cehd û têkoşînê de bûn bo ku hemû astengiyên li ser rêya xwe hilbigrin û wê armanca xwe realize bikin. Wan baş dizanî ku jiyan tevî faşîstan nikare çi xêrek bo wan hebe. Lewma gava ku derfet kete destê wan, li mod û forma çalakiyên veşartî (nepenî) ku li organîzasiyona bi navê “Komeleya Jiyanewe ya Kurdistan”ê de pêşve dibirin, guhertin û li forma partiyek siyasî a nûjen, welathez, demokrat û netewî de hatin meydanê. Ewan navê partiya xwe ya nû danîn: “Partiya Demokrat a Kurdistan”ê û Pêşewa Qazî Mihemed jî wek rêberê Partiyê hilbijartin. Ew Partiya zû ji aliyê Kurdan li hemû perçeyên Kurdistanê hate piştgirîkirin. Ewan karî li demek kin de, li herêmek bi rûberek piçûk de, desthilatdariyek netewî-nîştimanî ava bikin û hemû nîşanê dagîrkeriya Îranê li holê rakin. Desthilatdariya kurdan li sîstemek Komarî de xwe organize kir. Şêweya wê desthilatdariyê, heta îro rojê jî li Rojhilata Navîn de dûbare nebûye. Bo selimandina wê gotinê, em dikarin bas li çend argûment û belgeyên objektîv û bêaliyane bikin:

Komar ne tenê ji aliyê xelkê bin desthilatdariya xwe de, belkî ji aliyê pirraniya Kurdên Kurdistana mezin ve dihate piştgirîkirin û heta îro rojê jî pirraniya Kurdan li ser dîroka wê Komarê yekdeng in û bi dîroka giştî a Kurdan dihesibînin. Yanî ew hikûmet ji aliyê xelkê xwe ve rewabûna wê hatibû pejirandin û desthilatdar, xwediyê otorîteyekê bûn ku xelkê bi wan spartibû.
Kurdên hemû perçeyên Kurdistanê di bin sîbera wê desthilatê de, xwediyê maf, azadî û erkên wek hev bûn.
Wê desthilatê ne tenê mafê Kurdan, lê mafê kêm-netewe û xelkê neKurd jî her wek Kurdan diparast.
Ew hikûmeta xizmetkarê gelê xwe bû û li ew îmkanat û tiştên ber destê xwe de, bo xizmet bi çand, xweşbijêvî, saxlemî û parastina gelê xwe mifah werdigirt û xwe xizmetkarê gelê xwe dizanî.
Komara Kurdistanê cehd dikir ku neteweheziyê li ser bingeha nîştimanperweriyê pêş bêxe û ew hizra demokratîk jî berevajî hizra dagîrkeran û faşîstan e.
Komara kurdistanê karî rola jin û lawan di pêşveçûna welat de bilind bike û bi çêkirina rêkxistinên taybet bi wan, wan jî bikşîne meydana çalakiyên siyasî ku bikarin li xemilandina çarenivîsa xwe û welat de rola xwe bilîzin.
Komara Kudistanê bê bikaranîna hêza fîzîkî û givaş û zextkirin li xelkê xwe, li alavên bêtundûtîjî bo netewesaziyê mifah wergirt û bo hikûmetsaziyê jî, hember dagîrkeran de nebe, hêza çekdar bikar neanî.
Li hemûyan girîngtir wefadarî û xwedîderketina rêberên Komarê û bixasma Serkomar Pêşwa Qazî Mihemed, li soza xwe û ew ehd û peymana tevî xelkê xwe girêdayî û bi cî nehêlana xelkê xwe li dema tengaviyê de bo hindê dibe ku li dîroka merivahiyê de were qeydkirin û wek dersa exlaq bo hemû rêberan re bê gotin.

Meriv dikare zaf xalên erênî yên din jî li ser Komara Kurdistanê û rêberê wê bêje. Her ew karakter û nirxên wiha bûne sedem ku dagîrkerên Kurdistanê bi proje û bi rêka mohre û bikirêgirtiyên xwe ve hemû bo şkandina kesayetiya takên Kurd, rêber û sembolên me hertim pilangêriya bikin. Her ew giranî, rastbûn û mafdarbûna rêberên Komarê bû ku hêz û potansiyela xwe wisa di nava hizr û dilê Kurdan de hêla ku heta îro rojê jî gelê kurd wefadar maye bi armancê Komara Kurdistanê û têdikoşin wê carê Komarekê ava bikin ku hemû rûberê Kurdistana mezin ji xwe bigre. Yê ew roj jî were.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5427