Kurd û pêdiviyên yekrêziyê û xwendineke nû
Dîrok: ÇáÎãíÓ 21 íäÇíÑ 2021
Mijar: Nûçe



Ebdulazîz Qasim

Li gor hindek þirovekarên siyasî ku Amerîka li serdemê serokatiya Joe Biden, dê rêbazek nû ya derve cuda ji siyaseta Trump pêrew bike, û li gor “Reuters” ku Anthony Blinken, berbijarê serok Joe Biden ji bo postê wezîrê derve, soz daye ku dîplomasiya Amerîkî “ya ziyangirtî” çalak bike, û siyasetek derve ji bo berjewendiyên gelê Amerîkî amade bike û eniyek yekgirtî ji bo rûbirûbûna “Rûsya, Çîn û Îranê” ava bike.
Her di derbarê vê yekê de, Prof. Xelîl Al-Ananî, mamosteyê têkiliyên siyasî li zanîngeha “Johns Hopkins” di gotarekî de dibêje ku “Joe Biden”, di çar salên pêþ de wê hewl bide ku xwe bi carekî ji mîratê serokê berê Trump xwe dûr bike, ku ti nemabû navûdengê Amerîka yê navxweyî û derveyî ji nav biçe.


Al-Ananî dibêje ku “Joe Biden”, di siyaseta derve de girêdayî lîberalîzmî ye, û “lîberalîzm” di warê têkilîyên navnetewî de doktrînek navdar e, ku ramanên wê li ser çar boçûnên bingehîn têne damezrandin: hevkarî li þûna nakokîyan, koka têkiliyên navnetewî ye, diyalog û danûsandin, li þûna hêz û çekan, avakirina têkiliyên baþ di navbera welatan de bi rêya peyman û rêkkeftinan, girîngiyek mezin ya rêxtisinên navnetewî heye yên ji bo parastina aþtî û ewlehiya navnetewî dixebitin, ku dewletek bi tena xwe nikare serbikeve di rûbirûbûna pirsgirêkên cîhanê de).
Al-Ananî di gotara xwe de ya di bin navê “Biden û zehmetiyên vegerandina rêberayetiyek Amerîkî” dibêje ji bo vegerandina rola Amerîka ji bo rêberiya cîhanê, ku “Biden” bi kêmahî ve dê rastî çar pirsgirêkan bê ji wan (rûbirûbûna li gel Çîn, Rûsya, Îran û pirsgirêka serederiyê bi rejîmên otorîter re, nemaze li gel dewletên Erebî).
Li aliyekî din, þeþ dewletên Erebî yên (Civata Hevkariya kendavê) piþtî sê salan ji nakokiyan di navbera Qeter û Erbisana Siûdiyê de, karîn rûpelek nû vekin û gihiþtin rêkkeftinekî, û helbet wê kartêkirinek mezin ya vê lihevhatinê hebe, nemaze ber bi têkiliyên bihêz li gel Îsraîlê ji bo kêmkirina bandora Tirkiye û Îranê li deverê, herwiha li ser qeyranên Yemen, Lîbya û Sûriyê jî.
Li gorî vê xwendinê tê pêþbînîkirin ku rola (Îran û Tirkiyê) û herwiha heta radeyekî rola Rûsyayê ji li Sûriyê lawaz bibe.

 Îran bi hêsanî ji Sûriyê dernekeve, û dê bêhtir rûbirû êrîþên Îsraîlê bibe, û ji bo derxistina Îranê ji Sûriyê, dûr nîne ku rêkkeftinek di navbera rêjîma Sûriyê û Îsraîlê de peyda bibe, ku hin çavkaniyên mediyayî dibêjin ku li serbazgeha Hemêmîm ya Rûsî li Laziqiyê civînek di navbera serbazên Sûrî û Îsraîlê de hatiye lidarxisin.
Tirkiya jî, piþtî lihevhatina Erebî û têkçûna têkiliyên wê li gel gelek dewletên Ewropî, dîtir nikare berdewamiyê bide pirojeyê xwe yê destwerdana di Sûriyê bi taybetî piþtî ku nikarî (Ayîn Îsa) dagîr bike, û herwiha bi dîtina min ku Tirkiya nikare hevsengiyê bêxe di navbera têkiliyên xwe yên bi Rûsya û Amerîka re, û siyaseta Erdogan wê bi carekî têk biçe.
Di vê navbirê de, pêdiviya kurdên rojavayê kurdisanê bi yekrêziyê heye û herwiha bi xwendinek nû û bi dîblomasiyeke nû heye, û nameya vê dawiyê ya balyozxana Amerîkî li Þamê bi zimanên Îngilêzî, Erebî û Kurdî careke din dupat dike ku Amerîka wê berdewam be li ser piþtgiriya diyaloga kurdî-kurdî.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5426