KERÊ ÊRÎÞKER
Dîrok: ÇáÃÍÏ 17 íäÇíÑ 2021
Mijar: Nûçe



M. Bengo

Carekê þêr ji xwe re rêçek karwanan naskirbû, her karwanek dihat êrîþî karwan dikir wan jî ji neçarî berxek yan miyek didane þêr da ku derbasbin. Dem derbasbû, rojekê karwan kerekî gurî, ku bêkêr bibû, dan þêr û derbasbûn. Þêr li ker nêrî , dilê wî nçû goþtê ker, diber xwede got ( bera bimîne ta rengê xwe vede û hinek goþt bigre) hêdî hêdî ker rengê xwe veda û hatserxwe , lê pêre pêre dostaniyek dinavbera wî û þêr de çêdibû, ji ber wilo þêr nema xwest ku wî bixwe. Ker ma bi þêr re, tirsa xwe avêt û mêrko çavlixweket ji þêr re got :
Ev demeke dirêj tu êrîþî karwanan dike û ez li serê vî carî li hêviya te dimînim, ji niha û pêde ezê êrîþ bikim û tu li hêviya min be.


Þêr çiqasî gotê çênabe, lê ker li serê xwe siwarbû û got :
Ma tu çi dike, ez dibînim, tenê tu bi ber karwan de baz dide û li wan dizûre.
Dîsa þêr li ber gerya, lê ker ji ya xwe daneket.
Bi bilinbûna tîrêjên rokê re, pêjnek hat, ji dûr serê karwan xuya bû. Dema ku kerwan nêzîk bû, þêr ji ker pirsî:
Tu hîn li ser ya xwe ye?
Ker bi ken lê vegerand : tê anha bibîne bê êrîþê kera çawane.
Ker berê xwe da karwan bi bez û zirezir, nêzîkayî li karwan kir, li hev nerîn , yekî ji wan got:
Ka wî bigrin baþ xuyaye, emê hinek bar lêkin.
Ker girtin bar lêkirin û bi dû qantirekî ve girêdan. Ker bi melûlî, dibinçavan re lê þêr nêrî. Þêr bi girnijandin gotê:
Tu vergeriya kerê berê.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5417