Melevanê pêlên radan û badanê.
Dîrok: ÇáÎãíÓ 14 íäÇíÑ 2021
Mijar: Nûçe



M. Emîn Sadûn

Dezgehên Ewlekariya Sûriyê، ên ku ta niha jî kesî nezaniye jimara wan çendin û navên wan ên cuda çi ne. Van dezgehan, di nava pêncî salî de, siyaseta rêjîma  Ba`as a gemar û rêbazkirî li ser gelê kurd gerandin, ji bo ku vî gelî di qewara netewa Ereb de, bihehîne, û vîn û hêviyên wî, biþikîne. Ev yeke bi rêya þerekî taybet dest pêkir, ku tevaya alav û þêwazên þerê qirêj di nava wê cengê de, bikaranî. Lê tevî tûjî û dijwariya wî þerî jî, nekarîn vîn û moralên vî gelê têkoþer û berxwedêr, biherifînin û wî dûrî meydana kar û xebatê bikin. Her weha û tevî astengiyên wê serdema zehmet jî,hejarî, belengazî û bêkarî, ev gelê resen û kevnar, ma rijd li ser rêya xebatê û ew rê bi bawerî þopand û di wê rêyê de gelek zehmetî dîtin û qurbanî jî dan.


Lê, mixabin piþtî bûyerên Sûriyê, û vekêþan û dirêjkirina wê, û alozbûna rêjîma Sûriyê. Ev gelê qehreman di nava penc û dafkên serkirdayetiya xwe ya xumalî de kete nava êþ û janek e xirab de, û asoyên hêviyan li ber wenda bûn. Tîrên dilsariyê xwe berda sîsika dil û canê wî de û  ew di nava mij û moranê de, bê serwerî tev geriya û rastî teqineke bêçar hat, û ji liv û tevgerê ma li paþ û di nava reþbîniyê de bonijî. Pelê dara xebatkarên rojên giran wera û li þûna wan hin kesên dî cih girtin, ku ew kes berê, bawerî bi xebata partiyan nedianîn û xwe dûrî wan digirtin. Hina kir û hin li pêlê siwar bûn, û di nava radan û badanê de, melevankirin û lehîstin.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5412