Ûsivkê Çelebî û Strana Þerefo Were Kumê Xwe!
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 12 íäÇíÑ 2021
Mijar: Nûçe



 Konê Reþ

Di 1923an de piþtî damezirandina komara Kemalî li Tirkiyê, bi tundî þerê kurdan li Bakurî Kurdistanê hat kirin.. Nexasim piþtî bidarvekirina Þêx Seîd û her 47 hevalên wî ji Þêx, Axa û rewþenbîrên Kurd di sala 1925an de.. Di sala 1935an de da Kemalîstan bi rengekî gurtir berê xwe dane kurdan û bi rêk û pêk xestin kesayetiya mirovên kurd li Bakurî Kurdistanê bikujin û nema bikin; yek ji wan pilanan qedexekirina zimanê Kurdî û cil û bergên kurmancî bû.. Her ku cendirmeyên Tirko yekî Kurd bi cil û bergên Kurmancî didîtin, cilên wî diqetandin û ew ceze dikirin..


Wek ku diyar e kum û kolozên ku Kurd didin serê xwe sembola gelê Kurd e di nav gelên cîhanê de.. Kelamîsta ew kum û koloz jî qedexekirin.. Li çiyayê Omeriyan ev çîroka Þerefo û hevalê wî rûdaye.. dengbêjên Omeryan jî ev rûdaw kirine stran û di ber govend û dîlanê re gotine.. Di serê wan dengbêjên ku ev stran di ber reqsa kurmancî de gotine Ûsivkê Çelebî ye.. Min gotinên vê stranê, di roja 12/01/2021ê li bajarê Qamiþlo, ji devê (Þefîqê Tembûrvan) ku, wek þagirtekî Ûsivkê Çelebî tê naskirin, girtiye. Xuya ye, di wî heyamî de gelê Kurd bi vê stranê re, kiryarên Tirko protesto dikir.. Di encam de xweþ bersiv bû ji wan Kemalistan re û bervedêrî bû di ber hebûn û reseniya gelê kurd de..
Wêne/1: Ez û Þefîqê Tembûrvan di ahenga xelatkirina rehmetiyê Seîd Yûsiv de ji rex rayoya Arta F.M li bajarê Amûdê havîna 2019an.

 

 

Wêne/2: Ez û Þefîqê Tembûrvan li ber pêkerê Seydayê Cegerxwîn di parka xwendinê li Qamiþlo roja 12/1/2021.
Fermo eve deqa stranê:
Þerefo, were kumê xwe!
Kumê Þeref tiftik e
Avêt bin dara Benik e
Hefza kumê xwe bike
Þerefo, were kumê xwe!
Kurdo! Were kumê xwe!

Þerefo, were kumê xwe!
Kumê hevalê min e.
Avêt bin dara Bendikê
Kum qetandin bi kêrikê
Kum avêtin Dêrikê
Þerefo, were kumê xwe!

Þerefdînê bi bî ye
Kumê Þeref hirî ye
Bi Quranê sûnd xwariye
Ev kum ne kumê wî ye
Kumê hevalê wî ye
Þerefo, were kumê xwe!

Þerefdînê bi genim e
Sûnd xwariye bi Êlim e
Ev kum ne kumê min e
Kumê hevalê min e
Þerefo, were kumê xwe!
Kurdo! Were kumê xwe!
 
Þerefdînê bi av e
Kumê Þeref kulav e
Avêt bin dara Benav e
Kum kulav e, min navê
Ev kum ne kumê min e
Kumê hevalê min e.

Þerefdînê bi ce ye
Min sûnd xwarî bi welle ye
Kum bixwe, kumê te ye
Þeref were kumê xwe..!
Kurdo! Were kumê xwe!

Silêbînê bi av e,
Siwar û peya da navê,
Þeref lawê Eyþikê,
Kum qetandin bi þilfikê,
Avêtin qeza Dêrikê ye,
Kurdo! Were kumê xwe!






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5410