Baran
Drok: 09 2021
Mijar: Ne



Mizgîn Kenan

Heyva me rêbendan e
Dewr û dor tev zuha ne
Berfanbar çû ji waran
Nehat ne berf ne baran


Demsal tevlî hev bûne
Li ser mehan pev çûne
Ew çileyê il û sar
Ji germa bûye bihar
Cotyar zevî çandine
Hêviyên xwe bestine
Bê gilî û gazin e
Dana xweda mezin e
Lê hê jî bendewar e
Ku baranek bibare
Çavê wî li ezman e
Lav tenê ji xweda ne
Ey yezdanê dilovan
Bide baranek ciwan
în bibin dexl û giya
Ge bibin çol û çiya
Nemînin tî û bêhal
Çi mirov be çi sewal
Baranê xwe bibare
Çavê me bendewar e
Vegerin rojên ciwan
Reng bidin det û zozan
Nemînin derd û keder
Xem tev ji dil bêne der







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5408