Saloxn Rojava
Drok: 09 2021
Mijar: Ne




Birahîm Mehmûd

Rojava
Rojava
Saloxên Rojava
Xakek ji demên beravêtî
Ji neqeyek ji destxweçûyî
Zimanek ji xwe dûr ketî
Pirtûkek ji xwe bazdayî


Ew e Rojava
Steyrikên ku di xwînê de mane
Dibe asîmanek melûl pirr melûl bêzar hilweiyaye, dibe perçeyek ji asîmanek hefta  bê xwedî
Sed ji sedî bin dem bûye
Rêyên ku ji bumbên navdil qetandî bûn
Li ser qiraxa helbestek ji xwe bi hêvî li ber xwe didin
Darbestek vekirî, rûberê wê girtiye

Belê ,Rojava Rojavaye
Navek miçiqî bi serê xwe di nav navan de
Dengek ji dil veqetyaye
Masiyek bi ava xwe anebû
Deriyek pêeroj bi ser xwediyên xwe de diqîre
Dengvedanek ji xwe tore bûye

Binêrin Rojava Rojava
Kaniyên melisî
Hêviyên çilimisî
Miinmiîkên kelogirî bi ser kulîkên xwekutî
Detên bêhnçikandî ji demek regirêdayî
Zivistanên sincirî li ser xwînên nûhatî û bê war

Guhdarbin, Rojava Rojava
Ew in kurd in , kurd
Li ber qiraxên hêviyan, sirûdên rojên xwe dihûnin
Li ser sînorên madtir xwe di goran de diwerkin
evreên tarî, navên wan ezberkirine
Qaçaxçiyên bi hemî zimanan barçemokên xwîna wan in
Li pey xwe temenek rizyayî hitine
Li pey xwe welatek biyanî biyanî  hitine
Ew in ku bûne nitejiyên hemî welatan
Jiyan li wan tengbûye
Qozên nîangirtî di destên biyanî de
Temenê wan bi hezarên salan
Û hîna zikikîne
Bi xakek ne xak
Û asîmanek ne asîman
Dostên mezin mane dijmin????!!!!!!!







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5407