Li Min Nepirsin
Drok: 03 2021
Mijar: Ne




Zîlan Hemo .

li min nepirsin, ez tenê dînek im
tenê stêrkeke vemirî,
di ezmanên tiji stêrk de me
tenê ketiyeke bê siwar
û bê armanc im di deriyaya vala de me
tenê peleke zer im,


di nav pelên weiyayî de me
tenê xeyalek im,
di labîrenta xewnan de me
tenê cinek im,
di keftên xeyalên zarokan de me
tenê tîpek im,
ji helbesteke hunda me
tenê tîpek im,
ji helbesteke hunda
ya helbestvanekî serxwe im
tenê dilopek rondik im,
ji her du çemên hêsiran im
ev tenê ez im,dînek im
ne kesekî din im
kevirek im,
li ser goreke bêxwedî me
kulîlkeke biçûk im,
di nav gurzên striyan de me
êek im,
di nava hezar birînan de me
bîranînek im,
ji bîranînê ji bîr çûyî me
kenekî qurçifî,
li ser lêvên çilimisî me
pêtek agir im,
di volkana eqê de me
rêwiyekî li ser riyeke dirêj im
rê westiyaye ji mea min,
lê rawestgeh tune ne...








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5399