Konê Reþ
Di roja (24/12/2020)an de, (35) sal di ser roja koçkirina bavê min (Osmanê Evdo) re derbas dibe. Sed mixabin, wî encamê ked û westandina xwe ne dît.. Dayika min li þûn mabû û berî dor salekê, wê jî daye pey.. Car caran wê di ber xwe de ji me re dibêje: Xwezî bavê we sax ba.. wê çendî kêfa wî bi encamê keda wî bihata..
Xweþ li bîra min e, di sala 1961`ê de dema ku Þoreþa Barzaniyê nemir destpê kir, her sibeh û êvar bavê min û cîranên me xwe ji radyoya me li Dengê Kurdistana Îraqê guhdarî dikirin. Her yekî ji wan li gor fêmkirina xwe ji nûçeyên þoreþê re kêfxweþiya xwe ji Þoreþa Barzanî re tanî ziman û hin caran, piþtî ku li nûçeyan guhdarî dikirin ji hev re digotin; îro pêþmegeyan afatî bi serê artêþa (cêþa) Îraqê de aniye û hina digot; ku kesî me hebe, Mela Mistefa ye.
Di mala me de kesî hez Lenîn, Stalîn û Xalid Begdaþ ne dikir.. Hez
Mela Mustafa Barzanî û pêþmergeyên wî dikirin.. Hin xortên gund divîbûn
bibin Pêþmerge û digotin; ji bedêla ku em leþkeriya rêjîma Sûriyê bikin
û di eniyên þerê Cihûyan an di qaçaxiya li ser vî sînorê di navbera
Serxet û Binxetê de bi gule û mayînên Tirko bêne kuþtin, na, bela em di
ber Mela Mustafa Barzanî de bêne kuþtin, çêtir e.. Ma Abdulselam Arif çi
dozê li Mela Mustafa dike.. Ew jî misilman e.. Bi Xwedê ji wan
misilmantire û dixwaze di malka xwe de, bi xelkên xwe re bi selametî
bijî.. Ma çi dozê lê dikin..?! Ehmedê Heseno digot: (Eger Barzanî heqê
me bistîne ez ê keça xwe (Sitî) bixemilînim û bidim xortekî pêþmerge..).
Apê min Mihemed ji bavê min re digot; keka! Tivingekê ji min re bikir
ez ê herim bibim pêþmerge..
Bêguman, mamostayê min yê jiyanê bavê
min bû, ew yekemîn kes bû yê ku di warê nivîsandinê de nav di min de
daye û ez dehif dame.. Di sala 1974an de, ji bo nameyek min, ji birayê
min re, emniyetê êrîþî mala me kir; mala me û pirtûkxaneya min sexte
kirin û bav û birayê girtin û bersivdan.. Di encamê wê girtin û
bersivdanê de bavê min ji min re got: (Law! Helbet qelema te dijwar e,
binivîse, texsîr meke…). Ev gotina wî bû wek guharekî di guhê min de..
Bavê min, gelekî hez xwendinê dikir û zor li me dikir ku em bixwînin..
Ji encamê perwerdeya wî û dayika min, me her þeþ birayan û xwîþkeke
xwendinên xwe xelas kir. Hin ji me bûn mamoste, doktor, Avokat û niha
hin ji zarokên me jî bûne doktor, endazyar û avokat.. Bavê min,
nexwende bû, di mezinbûna xwe de fêrî xwendina Quranê bibû, eger carna
dixwend, ew jî bi þaþî dixwend.. û sofiyekî Barzaniyê nemir bû. Bavê
min, wek piraniya xelkên Beriya Mêrdînê cil û bergên erebî li xwe
dikirin, lê dibêjin ku bapêrên me, bi cil û bergên Kurmancî bûn. Xwedê
wan û miriyên we bi dilovaniya xwe þad bike.
Qamiþlo/ 23/12/2020