Bozanê (Ayn Issa) di nav bazara Tirk û Rûsan de
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 23 ÏíÓãÈÑ 2020
Mijar: Nûçe



Ebdulazîz Qasim

Bazar li ser deverên kurdî bûye xala hevbeþ û lihevkirinê di navbera rejîma Sûriyê, opozisyona Sûrî, rejîma Tirkiyê û Rûsya de, û kurd dibin qurbaniyên van bazarên þer û þerxwaziyê û rêkkeftin û girêbestên wan li ser hesabê kurdan têne girêdan.
Wekî heman bazara reþ ya li ser Efrînê, û paþî li ser Serêkaniyê û Girêspî bûyîn, ku îro li gel bêdengiya Amerîka û YE, bazar careke din li ser Bozanê “Ayn Issa” dibe.



Li gorî raporteke “Rewangeha Mafên Mirov ya Sûrî” ku di roja 21.12.2020`an de, civînek li gundê Þirkrakê li nêzîkî bajarokê “Bozanê” ji bo diyarkirina çarenivîsa vê deverê di navbera efserên Rûsiya û Tirkan de hate lidarxistin, lê heta niha tiþtek nehatiye ragihandin, hevdem ku car car þer û pevçûn di navbera hêzên HSD û çeteyên Tirkiyê de li ser çeperên Bozanê û gundên wê bi dijwarî diqewimin.
Li gorî hin çavkaniyên kurdî, ku civînek li ser rewþa “Bozanê” li bajarokê Rimêlan li gel Amerîkiyan hate lidarxistin û têde Amerîkiyan got ku wan ti pêwendî bi rewþa niha ya li Bozanê nîne, û got ku rewþa wê girêdayî bi rêkkftina di navbera “Rûsiya, rejîma Sûriyê û Tirkiyê de ye, û heta nivîsîna vê gotarê jî hêj tiþtek nehatiye ragihandin?.
Helwestên Tirkiye û rejîma Sûriyê ji doza kurdî xuya ne, herwisa helwesta Rûsyayê jî xuya ye, ku Rûsya di hemû siyasetên xwe piþtgiriya rejîma Sûriyê dike, bi tenê helwesta Amerîka diyar nîne, nemaze ku Amerîka niha di kawdanên bergihur “veguhestina deshilatê” de derbas dibe, wekî me dît ku çawa ev kawadana demkî ji aliyê Bexdayê û ji aliyê parlemantoya wê ve wekî frsind û derfet li dijî Herêma Kurdisanê hate bikaranîn, her di vê çarçoveyê de, dûr nîne ku di navbera Rûsya, Tirkiye û rejîmê de lihevkirinek hebe ji bo guvaþtinan bêxin li ser HSD ji bo radeskirina Bozanê bo rejîma Sûriyê, bi bikaranîna heman derfetê û sûdwergirtina mijûlbûna rêveberiya Amerîkî bi encamên hilbijartinên serokatiyê û veguhesina deshilatê, û heger Amerîka bêdeng bimîne, helbet wê rewþa Bozanê ber bi çarenivîseke reþ biçe û dibe Tirkiyê dest bi dubarekirina dagîrkeriyeke nû li dijî Rojavayê Kurdistanê bike.
Ji aliyekê din ve, tevlî kiryarên vê dawiyê yên li dijî ENKS’ê û þewtandina ofîsên partiyên wê li Qamiþlo û Derbêsiyê û êrîþên li ser malbatên aliyên wê li Amûdê, lê dîsa berdewamiya diyaloga Kurdî-Kurdî ji aliyê “ENKS” û “PYD” ve hate piþtrast kirin, ku berî çend rojan ji aliyê nûnerê nû yê Amerîka yê taybet li Sûriyê “Joel Raybrunn” di serbazeke leþkerî de li nêzîkî Hesekê bi awayekî cuda du civîn li gel þanda ENKS û PYNKS hatin lidarxistin, û nûnerê nû yê Amerîka tekezî li ser timamkirina piroseya lihevhatina kurdî kiribû, û li gorî nûçeyan ku civînên duqolî bi çavdêriya þandeke Amerîkî di navbera her du aliyan de piþtî bi dawîhatina cejn û bihnvedanên sersala nû dê careke din berdewam bibin.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5387