Elî MunezemîHindê dem derbas dibe, xelk li bin siya deshilatdariya rejîma kevnežop û terorîstperwer a Îslamî ya Îranê de rojên režtir li roja berê dibînin û jiyana wan bi yekcarî tehl û rež bûye. Ew xelkê belengaz û çarerež bi rastî li destê wê rêjîma terorîst û dije merovî de hatine emanê û her rojê žahidê derketina kêže û arîžeyekê ne. Sedema wan hemû arîže, nehametî û dijwariyan tenê yek tižt e: Hikûmetdariya rejîma gendel û fasid a Îslamî a Xumeynîsî a Îranê. Gava di civakekê de sîstem gendel be, çareseriyek xêncî xwe xilaskirin ji destê wê nîne. Ma ne wisa ye ku gava didanek xirab be, meriv dibe wî didanî bikžîne û bavêje!?
Gava ku tê gotin “ew rejîma gendel û mafyayî ye”, ew gotina “ne ji
kîsê beroj e”. Heger û belge wê rastiyê didin eyankirin û pižtras dikin.
Gendelî ku serçaveya lawazkirin û binaxkirina saziyên demokratîk,
pažvehêlana gežekirina aborî û serhildana nearamiyê û jihevbelavbûna
civakê ye, û dibe sedemê serhildana hejarî, krîzên jîngehî û nemana
baveriyê hember sîstema siyasî. Lê ew yeka bo karbidesên hikûmeta
dagîrker a Îranê nexem e. Ji ber ku ji xwe her li despêka hatina ser
hikim heta îro, ne xelkê bawerî bi wê sîstema gendel û merivkuj hebûye û
ne jî xelk û jiyana xelkê çi girîngiyek cem karbidesên wê rejîmê
hebûye. Herdu alî ji hev bîhanî ne û “bikevin zikê hev, yê xwe bavêjin
behrê”! Ji ber ku xelk bikare bi awayek jîrane û xurt lo hember sîstema
gendel bisekîne, berxwedanê bike û karbidesên wê rezîl û risva bike,
dibe li pêž de bizane ka ew sîstema çawa dixebite ku fersenda afrandina
gendeliyê pêk tîn e.
Sîstema cinayetkar a Îslamî ya Îranê bi wan sedeman gendel e:
-Makezagon serçaweya yasayîkirina ferq û cudayîdanîn (discrimination)ê ye.
-Sîstema deshilatdariyê, totalîter û pažvero ye.
-Deshilatdar li pile û desthilata xwe bo dewlemendkirina xwe û xizim û kesûkarên xwe mifahê werdigrin.
-Bertîl
emrazê wergirtina xizmetan û pêžvebirina žolê ye û hemû damûdezgeh,
mehkeme, damûdezgehên ragehandin û … di wergirtin û dana bertîlê de
pižikdar in.
-Ew fesada ku li bin sîberê de diqewime, sîsema bankî û
diravî û avokat û …hwd bo spîkirina dirav pižikdar in û di rêyên cur bi
cur de wê gendeliay xwe wedižêrin. Di bin siya hikûmeta Xumeynîsî de, çi
cihek nemaye ku gendelî têde neyê kirin. Di wan rojên derbasbûyî de ku
bas ji hilkižiyana nirxa pincar û fêkiyan dihate kirin, xelk bi ežkere
vê yekê girêdidin bi wan žirketên heremî ve û dibêjin ku hindek kesan
dest danîne ser bazara fêkiyan û ji ber ku nirx neyê xwarê, hindek caran
fêkiyên saxlem bi xwe ji nav dibin ku nekevin bazarê û nirxa wan neyê
xwarê. Ji aliyek din ve jî, delal hene ku fêkiyan bi nirxek erzan ji
cotyaran dikrin û heta wan fêkiyan didin bazarê ku bikeve ber destê
xelkê, nirxa wan 3-4 beramberê wê nirxê ye ku li ser zeviyê li cotyaran
kirîne.
Xelk li ser wê baweriyê ye ku ne tenê karbidesên hikûmeta
gendel cehd nakin bo çareseriya pirsgirêkên xelkê û çi pilanek bo wê
hindê nînin, bi xwe jî serçaveya afrandina zehmetiyane bo xelkê. Dewleta
axûndî ne tenê destê xelkê re nagire, belkî ew “yarane”ya (yarmetiya)
ku dida cotyaran bo kirîna “fertilizer” (kûd) jî li ser cotyaran de daye
qutkirin. Ji ber ku rejîm seba embargoyan di rewžeke aboriya xirab de
ye û pere ne bo kirîna pêdavisiyên cotkaran, lê bo girûpên terorîstî û
meyandina uraniyomê û gihîžtin bi çêkirina çekên etomî bikar tine. Niha
di encama wan siyasetên žaž yên rejîmê de, bilindbûna nirxa dolar û
zêdebûna gendeliyê, xelk roj bi roj hejartir û feqîrtir dibin û žiyana
kirîna fêkiyan ku çavkaniya sereke ya vîtamînan e bo xwe û zarokên xwe
ninin. Niha wisa lê hatiye ku xelkên hejar, fêkiyan ne bi kilo, lê bi
dene dikirin. Hindek ji wan jî yan fêkiyên deste dû (yên kevin ku xelkê
zengîn nexwarinî pažve zivirandinî bo dikandaran) dikirin yan jî li
dawiya ževê de diçin bo kirîna fêkiyên bêvec û bermayî.
Ew yeka nîžan dide ku rejîma nesax, bûye sedemê belengazî û çarerežiya xelkê.
Ew
çarerežiya li hemûyan zêdetir para xelkê kurd e li Rojhelatê Kurdisanê
ku ax û av û welatê wan bi hemû zengîniya xwe ya sererd û binerd ji
aliyê Îraniyan ve hatiye dagîrkirin. Bo vê ku ew xelkane bikaribin xwe
ji wê çarenivîsa rež derbas bikin, tenê yek rê heye û ew jî rizgarkirina
Kurdisanê ye. Di pêxema rizgariyê de cehd û xebat û pižtgirî li
xebatkaran pêdivîye. Ji ber ku li kêlek a azadiyên takekesî, azadiya
erênî jî pêdivî ye û em dibe bizanin ka kê/kî dibe li ser me hikim bike û
li çarçoveya wê sîstema ku em têde dijîn, em dikarin çi bikin yan çi
nekin. Em dibe wê rastiyê fam bikin ku jiyan di bindestiyê de ne layiqê
me ye û ne jî em di bin deshilatdariya dagîrkeran de dikarin keramet û
jiyanek merivane bi destvebînin. Ew ne çi jiyan e ku meriv nekaribe hind
destvekirî be ku aliyê kêm bikaribe hewceyiyên xwe yên rojane asûde bi
destve bîne. Bes em hemû bi hev re bo azadiyê bixebitin bibin rêvîngê
rêya azadiya welatê xwe.