Hewldanên vajîkirina pirsa Kurdî
Dîrok: ÇáÃËäíä 23 äæÝãÈÑ 2020
Mijar: Nûçe



Ebdulazîz Qasim

Hewldanên rejîma Sûriyê her ji despêka damezrandina dewleta Sûriyê ve û heta îro ji bo vajîkirina dîroka gelê kurd berdewam in, bi taybetî piþtî salên 60`î yên sedsaliya borî, ku gelê Kurd heta di pertûkên xwendinê de wekî revend û koçber dihat nasîn, piþtî desnîþankirina Biþar Esed wekî serkomarê Sûriyê li þûna bavê wî di roja 17’ê Tîrmeha 2000’an de, ji aliyê wî ve hin soz ji bo guhertin û çaksaziyê hatin dan û qonaxekî bi navê “Behara Dîmeþqê” bi damezrandina çend rêkxisin û korbendên rewþenbîrî despê kir, û heta salekî berdewam kir, ku di Reþmeha 2001’an de dergehên wan rêkxisinên civakî û rewþenbîrî ji aliyê dezgehên ewlekariya rejîmê ve hatine daxisin.


Rewþa deverê ber bi guhertinên demokratîk diçû nemaze piþtî rizgarkirina Îraqê di behara 2003’an de û beþdariya nûnerên Herêma kurdisanê di deshilata demkî ya Îraqê de, vê yekê kartêkirin li nêrîna siyasî ya Kurdên Sûriyê kir, û hizrek peyda bû ku dibe heman ezmûn li Sûriyê jî dubare bibe, û di siberojê de Kurd bibin beþek ji hikumraniya Þamê. Di sala 2003’an de, PYD ji aliyê PKK’ê ve bi navekî ne kurdî hate damezrandin, wekî heman ezmûna damezrandina HDP li bakurê Kurdisanê, û ji aliyekê din ve di navbera hin partiyên kurdî û hin aliyên opozisyona Sûrî de têkilî û danûsandin hatin pêkanîn, rejîma Þamê ji aliyê xwe ve hest bi metirsiya dubarebûna proseya Îraqê li Sûriyê kir û hewlên wê di plana peydakirina cudahî û nakokiyan di navbera Kurd û Ereban de serkevtin bi destxisin, û ev yek bû yekem çirîska Serhildana Behara 2004’an ya navdar bi “Serhildana Qamiþlo” di roja 12’ê Adara 2004’an de.
Di sala 2005’an de, “Cardana Dîmeþqê” ji aliyê hin partiyên Sûrî û çend partiyên kurdî ve hate ragihandin, û ji aliyê grûpa “Ixwan Mislimîn” hate pîrozkirin, ku ji aliyê hin partiyên kurdî ve ji ber nezelaliya daxuyaniyê li ser mafê gelê kurd hate redkirin, ku pirsa kurdî wekî pirseke hemwelatiyan hatibû ziman, ne wekî pirseke netewî ya xudan taybetmendiyên cuda. Piþtî destpêka krîza Sûriyê di Adara 2011’an de, PYD li þûna mafên netewî hizreke dûr ji rasiyê bi navê “netewa demokrat” pêrew kir, lê tevî pêdagiriya piraniya partiyên kurdî li ser pirsa netewî, mixabin nikarîn rêyeke cuda bipejrênin, û zû tevlî opozisyona sûrî bûn bêyî ku danasînê bi mafên gelê kurd bike, ew opozisyona ku îro bûye kopiyê rejîmeke dagîrker û alavek di desê Tirkiyê de ji bo bikaranîna siyaseta wê û dagîrkirina navçeyên kurdisana Sûriyê û cêbicêkirina heman siyasetên berê yên rejîmê li dijî gelê kurd li Efrînê û Girêspî û Serêkaniyê.
Îro, herdu dewletên kartêker li Sûriyê, Amerîka û Rûsyayê serederiyê ligel pirsa kurdî wekî pirseke netewî nakin, Amerîka dixwaze tevgera kurdî bi opozisyonê ve bête girêdan, û kurd bê hîç gerantiyek bibin beþek yê opozisyonê, û cext li ser beþdariya ENKS’ê di nav rêzên opozisyona alîgira Tirkiyê de dike, û Rûsya berevajî Amerîka dixwaze kurd bibin beþek ji rejîmê, hevdem ku hêj çarenivîsa rejîmê bi xwe diyar nîne, tevî ku ne opozisyon û ne jî rejîm berhev nînin ku danasînê bi mafên netewî yên gelê kurd bikin.

Tirkiye di nav krîza Sûriyê de bi rolek herî metirsîdar li dijî gelê kurd radibe, û nêzîkbûna wê ji Rûsya û ji Amerîka bi heman nêzîkbûnê, meirsiya wê li ser siberoja miletê kurd zêdetir dike, ji ber vê yekê baweriya gelê kurd bi Amerîka û Rûsyayê ya sist û lawaz e, lê kurdên xwelîser li hember Rûsya û Amerîka ti çare nînin, piþtgiriya Fransa bi tenê tevî giringiya wê têra me kurdan nake, nemaze ku Fransa senga xwe ya navdewletî wekî caran nîne, û ji ber siyaseta Amerîka û NATO, ku Fransa li hember Tirkiyê li bakurê Afrîka û Sûriyê û heta di derya Spî de jî rastî ziyanên mezin hatiye, heta ku Fransa di krîza Qefqasiya de jî têkþikest û ti deskeft bi destnexistin li hember serkeftina Rûsya û Tirkiyê li Qerebaxê.
Îro rewþa kurdisana Sûriyê ji hemû aliyên siyasî û aborî û heta ya tendirustî ve ber bi trajediyek mezin diçe, û hêviyên kurdan yên girêdayî danûsandinên kurdî-kurdî sar dibin ji ber hin daxuyaniyên nîgetîv yên di çapemeniya kurdî de, tevlî dirêjbûna heyamê danûsandinan ku kêmtir ji gavên reqê (kêso) ne, ku bi tenê li ser kaxezan dibe, û ti berhemê wan li ser erdê nîne, û ti encamên erênî yên girêbesa kompaniya Amerîkayî ligel hêzên HSD ji bo berhemhênan û frotina petrolê li ser jiyana xelkê Rojavayê Kurdisanê nîne.
Helbet ku siyaseta Kurdî li hember rewþa tirajedîk di tengasiyeke mezin de ye, nemaze ku opozisyon û rejîm kodeng in li ser dijminatiya gelê kurd, û dixwazin pirsa kurdî ji naveroka kurdî bi rêya Tirkiyê û biryarên navdewletî vala bikin, ku heta radeyekî ji aliyê kurdan bi xwe ve jî pirsa kurdî ji naveroka netewî hatiye valakirin, ku pêdiviye kurd pêdagiriyê li ser naveroka pirsa kurdî wekî pirseke netewî ya xwedan taybetmendiyên cuda bikin, nemaze ku dibe guhertin di siyasetên Amerîka de peyda bibin ku dibe rêveberiya nû ya Serok “Joe Biden” siyasetek nû hebe derbarê krîza Sûriyê bi giþtî, ku nêzîk ji siyaset û hizra Fransî be.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5359