Pêþberî!?
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 17 äæÝãÈÑ 2020
Mijar: Nûçe




Mihemed Hesko (birasoz)

Tenê bo te..!
Payeyên balkêþiyên hestan
Çokên xwe datînin
Û xwedawendên viyanê
Ên ku li sîbera bedewebûna te
Kirin ku derbirîn rabiper e


Û rewanbêjî nikaribe lal bib e
Û nikaribim ji ber navgiranî
Û tîrêjên awirên çavên te birevim?
Çavên te yên ku
Hemû wateyên rastî û dilpakî yê
Û rengên pêþerojê û nameyên yekbûnê
Tevî bawrmendiyê di xwe de hewandin e
Û bawerî bi girnijînek e di dil de
Peyveke matmayî ye?
Herwiha çavên te
Dînîtîya dildarî yê jî
Di dil de dikolin
Û xêza pevgihîna lêvan
Çîrokên Sirat Elmisteqîmin
Kengî dil û can ew katane ezberkirin..!
Wê xwe ji dojeha bêpariya  
 Ramûsana herdu lêvan rizgar bike!?
  ************
Almanya, 16.11.2020









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5354