Dr. Omer x Xwendina bi Ziman Kurd
Drok: 09 2020
Mijar: Ne



 (Dikim diyarî ji zimanheza hêja Incil Delecuk re)

Konê Re

  Ji ber ku kesayetiya me di zimanê me de ye û em bi zimanê xwe kurd mane, neyarên me jî, ji mêj ve, ev yek naskirine û bi rêk û pêk erê zimanê me kirine û dikin.. Roja îro çendî em bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin û lê xwedî derkevin, wiha em hebûna xwe a Kurdî diparêzin..  
  Mebesta min ji vê nivîsandina li dor Dr. Omer êxê û hezkirina wî ji zimanê Kurdî re ku, ez wek nameyekê ji doktor, endizyar, parêzer û rewenbîrên kurd re pêkê bikim. Ewên ku di malên xwe de bi zimanê kurdî xeber didin û xwe fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî nakin..


  Dr. Omer êxê, ji sala 1990î ve zimanê kurdî dixwîne û propagenda ji xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî re dike.. Ez wî ji bijîjkên Kurd yên cuda dibînim û wî wek nimûne anî wan didim.
  Ew, di nav kurdên Rojava, di warê bijîjkiyê de yek ji pêengên bijîjkên kurdan yên pêî ye.. Ew nemroya çara ye pitî Dr. Ehmed Nafiz Beg Zaza, Dr. Qasim Miqdad Cemîl Paa û Dr. Dara Arif Beg Abbas. Wî jî, digel van hogirên xwe, derman û çareserî ji ê û nexweiyên xelkên Cizîrê re, bi tev netewên ku têde dijîn daye nasîn û ew rehet kirine.
  Dr. Omer êxê; bi koka xwe ji Êzidiyên eîra Bilika ye, bapîrê wî misilman bûye û ew di sala 1939an de li Cizîrê gundê (Bitenê), baûrî Amûdê çêbûye. Xwendina xwe di bijîjkiyê de di zankoyên Misrê û Sûriyê bi dawî aniye. Di sala 1967an de yekemîn kilînîk li Dêrikê vekiriye, paê li Derbasiyê û Til Temir û ji sala 1976an kilînîka wî li bajarê Hesekê bû ta ku di sala 2005an malniîn bûye. Û niha mala wî li bajarê Amûdê ye û xelkê bela derman dike.
  Her û her daxwaza wî, xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî ye.
Ez jî, ji dil û can spasiyên xwe ji Dr. Omer êxê re pêkê dikim û dibêjim; xwezî doktor, pispor û zanayên me bidin ser opa wî..
Gebînim ku îro li Qamilo du bijîjk û endazyarekî me dane ser vî rêka pîroz û bi kurdî dinivîsînin, ew jî evin: Dr. Diyaa Receb, Dr. Mihemed Elî Ebdê/ (Dr. Memo Ebdê) û Endazyar Newaf Abdullah.. Debe hin din jî hebin.. Spas ji tevan re.
  Dawî, bi min xwe e bêjim; Eger em bi zimanê dagirkeran siyaseta xwe, rewenbîriya xwe û danûstandina xwe yên rojane pêk bînin, dêmek ew keayetiya me wek gelê kurd nîne û tev serhildan, raperîn û bizavên gelê Kurd di ber azadî û serxwebûnê de aî û nezanî bûn..!! Û di encam de pêdiviya me bi Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Nalî, Bedirxaniyan, Hacî Qadirê Koyî, Cegerxwîn û Goran nîne û dawî taybetiya me wek gelê Kurd namîne. Ma em bi destê xwe Mem û Zîn, Ferhad û êrîn, Siyamend û Xecê bingor bikin, zargotina xwe a ku temenê wê bi hezarê sala ye biewitînin..?!!
Silav ji Dr. Omer êxê re û ji tev kesên wek wî zimanhez re..

Konê Re, Qamilo, 08.11.2020








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5349