Pirtka Dr. Evdilmecd xo: Kurtelkolnn wjey
Drok: 05 2020
Mijar: Ne



Cankurd

Dr. Evilmecîd êxo yek ji wan rewenbîrên Kurdaxî ye, ku bi salan e, ketine berdestiya çand û zimanê Kurdî. Ew pir ji zû ve bi Kurdiyeke zelal dinivîse û gelek berhemên hêja di warê lêkolîn û zimanê gelê de ji me re lêkirine.
Di va pirtûka xwe ya dawî de lêkolîneke ciwan e di warê berhemên mestirîn sê helbestvanên me yên klasîkî de: Ehmedê Xanî, Feqê Teyran û Melayê Cezîrî, em dixwazin pir bi kurtî li ser nasdana vê pirtûkê çend rêzikan binivîsin.


Navê pirtûkê “Kurtelêkolînên wêjeyî ye, ji 188 rûpelan e, ji aliyê weanxane ya Sersera ve li Berlin, ku xwediyê wê Dr. Med. Bear Moustafa ye, îsal (2020) hatiye weandin. Bergê pêîn kak Read Yousif amade kiriye, bergê paîn jî bi wêneyekî nivîsvan hatiye xemilandin, ku her wekî xwe bi rûkenîn û hêvî dixuye. Mera dikare vê pirtûkê ji weanxanê bixwaze bi rêya vê e-mailê bixwaze, û jimareya wê ya fermî eve: ISBN: 978-3-96640-121-0. Pirtûk ji aliyê lêkolînerê hêja: Elî Cefer ve bo çapkirinê hatiye amadekirin.
Di vê berhemê de, ku bi qebareyekî (h’ecmekî) piçûk e, lê pir xweik û serkeftî çêbû ye, van berhemên kubar heye:
-Rola Ehmedê Xanî di wêje ya Kurdî de
-Rola Feqiyê Teyran di wêje ya Kurdî de
-Rola Meleyê Cezîrî di wêje ya Kurdî de
Di bin her parekî de ji van hersê birrên pirtûkê, gelek babet û lêkolînek bi irovekirin hene, ku berhemê maldar dikin. Pêwîste jî em bidin nasîn, ku pêgotina berhemê ji aliyê nivîsevan ve hatiye lêkirin, û di rûpelên dawî yê pirtûkê de, nivîsevan nêrîna xwe ya bi gitî aniye zimên, jêderên bi kêrhatine dane xuyakirin û navêd 21 berhemên xwe yên ku berî vê pirtûkê nivîsîne dane qelemkirinê. Ji wan mirov dinase, ku Dr. Evdilmecîd êxo yeke ji rewenbîrên navdar ên gelê me û gelê me yê Kurdaxî bi wî serbilind e. Em her omêdwarin ji wî, ku hîn gelek berhemên dî yên hêja bo agird û xwendevanên çand û zimanê Kurdî binivîse, lê ya giring ewe, ku xort û keçên me berhemên Kurdî bixwînin û ji ber vê yekê ez ê vê axazê ji wan bikim: Her mengekê bi kêmtirîn pirtûkeke bi zimanê day û bavêd xwe bixwînin, netewe ya zimanê xwe winda bikin, mafê wê di azadiyê û serxwebûnê de tune ye.
Mala te ava, hêja Dr. Mecîd
Silavek ji dil
05.11.2020






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5343