Teror û Bê Dengî,
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 04 äæÝãÈÑ 2020
Mijar: Nûçe



Ibrehîm Þitlo

Ji dehan Sal Li Bajarên Ewrupa Welatiyên Sîvîl li Kolan û Avahiyan bi destên Terorîstên Islaman tên Serjêkirin ü Kuþtin.
Karbidestên Ewrupa li hember van Bûyeran þêt û heyirî mane.
Berpirsyarên Ewrupa Her ta Îro jî, newêrin van Bûyerên hovana yên bi serê Milletê Sivîl tên bi Durustî û Ronak binav bikin an Rastiya Pêkhatin û Sedema van Terorîstan binav bikin.


Kî li piþe, çawa Terorîst peyda dibin, ji kuve tên, kî wan Ramanên tarî û hovane dike serê wan xortan, kî dijatiya Ewrupa di Dilê wan de diçîne, kî wan hînî Ceng û Êrêþan dike, kî soza Buhîþta li Esmana dide wan Nezanan, kî navê wan Terorîstan dike Þehîd, li ku û çawa tên xudî kirin, kî Rêya çewt û Dilreþî dixe Mejîyê wan û kî Piþt û Propagende ji karê Terorîsta re dike, kî li Mediya û Îmamê Mezgeftan bi Pûl û Hebûn dibe xwedî û Piþt?
Eger em bêjin ku sedema ne diyarkirina van Guneh û Karên Kirêt nezanîna Asayîþa Ewrupaye, ez dibêjim ne raste. Ji ber ku Polîsên Ewrupa bi Hêzin û her di Warê Agahîyan de gelek Þareza û Þiyarin.
Lê ji bo çi Bingeh û Piþta wan Terorîstan ji Aliyê Hukûmetên Ewrupa ve nayên diyar kirin û Terorîst karê xwe her berdewan dikin?
Ji bo çi Ew Dewlet, Hukûmet û Saziyên ku Terorîstan xwedî dikin ji alîyê Ewrupa nayên binav kirin?
Ez dibêjim Terorîst kanîbûn ta Îro Terora xwe yên qirêj li Kolan, Dibîstan,Zanîngeh, Rojnamevan û her Welatiyek ewrupî  bi karbînin bêyî ku Hukûmetên Ewrupa bikanibin Serjêkirina Welatiyên xwe ji Destê Terora Îslamiyan biparêzin. Ew jî ji ber van Sedemane:
· Deweletên ku Terorîstan xwedî dikin li Ewrupa bi Hêzin, xwedî Lobî û Pêþtgêrin.
· Piþtgêriyên Terorîstan Navê Dînê Islamî kirine Mertal û piranîya Mezgeftan bûne Dibîstana Kultûra Dijîtî, Zikreþî, Tawanbarî, Ramanên Tolhildanê û Cihadê.
· Bercewendiya Abûrî li gel wan Dewletan re nahêle ku Welatêd Ewrupa wan Dewletan  di warê Terorstian de Eþkere Tawanbar bike an jî bidin nasîn.
· Polîtîka Dubendiya Cihanî: Ewrupa û Dewletê Emrîkayê yekbûyî li Alîkî û dewletên Rûsyayê Federal li alîyê din bûye sedema wendekirina an jî veþartina Gunehkirina wan Dewletên ku Teror û Terorîstan pêktînin û ji bo pêkanîna Bercewendiyên xwe di Destê xwe de kirine Þûrê Tolhildanê û  li Cihanê belav dikin.
Bercewendiya Ciyopolitîk dihêle ku ew Dewletên Terorîstan xwedî dikin û li Cihanê belevdikin bi serbestî bi navê Olê Islamî terora xwe bikar bîne.
Ew Dewlet kanîbûn ta Îro Dubendiya Cihanî ji box we bikarbîne û li piþt wê Perdê Hîlebazî û Qirêjiya Teror bidestê xwe ve bike Çek û Tirsê têxe nav Civata Cihanê.
· Perçebûna Dewletên Ewrupa di Cenga hembrî Teror û Hukûmetên ku Terorîstan bikar tînin.
· Her weke Dîroka Imparatoriya Osmanî îro jî wilo li Ewropa hatiye. Çawa ku Dewletên Ewrupa yê rojava piþtgêriya Osmaniyan li dijî Rûsya dikirin û Rê nedidan Rûsya ku Dewleta Osmaniyan biþkîne îro jî û weke herdem nevîyê Osmaniyan politîka xwe bi her Þêwekî dibe serî û Ewrupayê rojava nikane xwe li hember terora Erdogan biparêze.
· Nimûne: Elmanya piþtgêriya Fransa nekir û Serok Macron bi tenê di Bûyerên dawî de li Meydana Cenga Erdogan hîþt. Carna meriv digot qey ew Terora li Fransa bûye li dijî Kesayetiyê Serok Macron ne, Hinek Medya dixwestin wilo jî bidin xuyakirin.
Bi vî hawayî jî dixwazin rastiya Teror veþêrin û xwe li piþ van Propaganda Kirên xwe yên qirêj bidin paqij kirin.
 
Li Piþ van Sedem û Bercewendiyan Teror pêkhat, Roj bi Roj her ferehtir dibe û Tirs li nav Civatên Ewrupa û Milletên Cihanê roj bi roj xurtir dibe, Kurd jî bê hemdê xwe ketine nîvê Cenga navdewletî, Welat û Warê wan wêran dibe û Milletê Kurd ji Welatê xwe li seranserî Zemîn penaber û Koçber dibe.
 
Kurdish&Islamic Studies
03.11.2020








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5341