Pîrozbahiyek vekirî
Dîrok: ÇáÃËäíä 26 ÃßÊæÈÑ 2020
Mijar: Nûçe



  Elî Cefer  

 Lêkolîn di dermafê ronakbîr û emekdarên nifþê pêþîn yê wêjeya Kurdî, herweha di dermafê folklor û girîngiya wê taybetî heye. Her lêkolînerek di lêkolîna xwe de roniyê davêje ser xalekê, ku hîn têr û tijî nebûye, yan koþeyeke ku hîn toz û tarî li ser heye. Lewra xwendina van cure berheman zor pêwîste, çimkî mirov bi xwendina lêkolînekê careke tenê nikare hemî aliyan baþ têbigîne. Ji ber vê jî çiqas mirov bixwîne, ewqasî têgihiþtina wî firehtir dibe.


Hevpêþeyê me rojnamevan Dr. Ebdilmecîd Þêxo, yek ji lêkolînerên jidil û naskirî ye. Li va dawiyê du berhemên wî bi riya weþanxaneya ( Sersera ) ronî dîtine.
Berhema pêþîn bi sernavê: ( Kurtelêkolînên wêjeyî ) ye. Pirtûk bi qasî ( 188 ) rûpelan e, li ser sê beþan parvekiriye, ku têda li ser sê stêrkên herî geþ di ezmanê wêjeya Kurdî de sikiniye, ew jî ev in:  Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û Mileyê Cizîrî ye.
Li ser girîngiya wêje Dr. Ebdilmecîd weha nivisiye" …… wêje derbirîna derûna civakê ye, wêje dengvedana êþ û þahiyan e, ew zimanê deþt û çiyan e, kanî û çeman e û zimanê bindest û evîndaran e. …. ".
 Berhema duwê li ser navê: ( Folklor û wêjeya Kurdî ) ye. Bi qasî ( 209 ) rûpelan e, li ser du beþên sereke parve bûye. Beþê pêþîn terxandiye ji bo ( Folklor ); danasîna wê, cureyên wê û rol û girîngiya wê ji civakê re. Lêkolîner li dawiya vî beþî hin çîrokên folklorî rêzkirine û nirînên xwe jî têde dayî.
Beþê duwê jî, jibo danasîna ( Wêje ) û rola wê di civakê de, nîþanên wêjeya kevneþopî, çirûskek li ser destpêk û lêgerîna wêjeya Kurdî. Li dawiyê jî lêkolîn li ser çend helbestvanên Kurd, jin û mêr, wek: Baba Tahir Hemedanî, Nêrgiz Xanima Þarezûrî, Fatime Lorya Goranî, Elî Herîrî, Hebîbe Þarezûrî, Nazdar Xatûna Þîrazî, Mile Ehmed Batî, Cîhan Ara Xanim, Nalî, Lîza Xanim Caf, Hacî Qadir Koyî, Xatûn Daryakî Rezber, Mesture Kurdistanî, Þêx Riza Talbanî, Xatûn Mey Zerd, Dayê Tewîz Hawramî, dane ber xwe.
Di derbarê wêje de jî, Dr. M. Þêxo weha nivisiye: " …. Piþtî ku pir milet di warên rewþenbîrî û zimên de pêþda çûn, wêjeya nivîskî dewsa wêjeya devkî istand û ewa bi þêweyekî hîn bala û rewanbêjtir kardayên xwe di pêþketina hemû pirsgirêkên aliyên jiyanê de dilîze, lewra jî tête gotin: Zargotin dayika wêje ye. ….. ".
Hêjaye em bêjin ku Dr. Mecîd bi zimanekî hêsan, lihevhatî, bi hevokine hindik û rindik, wek Kurd dibêjin, herdu lêkolînên xwe hûnandine. Lewra jî em pêþbîn in ku, li duwarojê ev herdu berhem di kursên zimanê Kurdî li dibistan û xwendegehan werin xwendin.
Li dawiyê em pîrozbahî û destxweþiyê li hevpêþeyê xwe, mamostê xwe Dr. M. Þêxo dikin.
Ji bo we jî xwendevanên delal, hezkiriyên ziman û wêjeya Kurdî, kî bixwaze, dikare bê pere (dirav) van herdu berheman bi dest xwe ve bîne, emê jê re biþînin, tenê ji kerema xwe dê kirêya poste bide.
 
25. 10. 2020


 

 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5335