Gotina Yekîtiya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê di bîranîna 32an ya koçbarkirina Dr. Nûredîn Zaza de
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 07 ÃßÊæÈÑ 2020
Mijar: Nûçe



Malbata xebatkar û lehingê nemir Dr. Nûredîn Zaza

Amadekarên birêz

Bi navê Yekîtiya giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê em silavên dilsoziyê ji giyanê Nemir Nûredîn Zaza re diþînin, ev kesayetê ku hemî sal û demên jiyana xwe qurbana doza gel û miletê me kiriye, û riya xebat û lehingiyê vekiriye wekû damezrêner û serokê Partiya Demuqrata kurdistan- sûriya (PDK-S) di sala 1957 an de.


Wekû Yekîtiya giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê û beriya demeke dirêj me danîbû berçavên xwe, ku me ji kesên ku guhdanê bi vî lehingî dikin, þandibû, ku emê xelatekê bi navê wî amade bikin û hemî berhemên wî ji nû ve bidin çapkirin û Navendeke çandî bi navê wî sazbikin.

Helbet wê Dr. Zaza bimîne simbola xebat û çanda gelê me, li hemî hêlên Kurdistanê, nemaze li Rojavayê Kurdistanê, tevî ku zordarî lê hatiye kirin û gelê me hatiye çewsand, lê me wî jibîr nekiriye, erê me nekariye em mafên wî, û dana wî, ya bê hempa lê vegerînin. Lê hêviyên me xurtin ku dîsa em li xwe haydar bin û em xwe bibînin xwediyê wî, wekû wî xwe didît, xwediyê me û serkêþê doza me kurdan.

Silav û aramî li giyanê Dr. Zaza xebatkar û serokê nemir û bila serê malbata wî û gelê me sax be.

Yekîtiya giþtî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê
07.10.2020








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5322