Koma Govenda Kurdî ya Jinan li Elmanyayê.. kurtefilmekî derbarê xebata xwe pêþkêþ dike
Dîrok: ÇáÃÍÏ 20 ÓÈÊãÈÑ 2020
Mijar: Nûçe



 Çivîka Penaber, kurtefilmek ji berhemên Koma Govenda Kurdî ya jinan hate pêþkêþ kirin.
Koma Govenda Kurdî ya Jinan li bajarê Þilêswîga Elmanî bi serpereþtiya Þîlan Doskî sala 2019an hatiye damezirandin.
Kurtefilm ji 11 xulekan pêk tê, li ser kurteçîroka penabereke Kurd ko li dewletên Kurdistanê dagîr dikin nikarî bû bi azadî derbirîna hestên xwe bi zimanê Kurdî bike.
Beþê duyem ji filmê Çivîka Penaber li ser destpêka damezirandina koma folklorê kurdî ya jinan
Koma govenda Kurdî, ev Kom bi fermî ya fermanberiya koçber û Penaberan e, ya herêma Þilêswîg- Filênisbûrg e (Schleswig-flensburg).


Rahênerên komê
Sûzan Abdalh ji Silêmaniyê
Mihemed Ehmed ji Efrînê
Exlas Ezîz Mesîh ji Zaxo

Di fîlm de jinên Kurd xewnên xwe yên mirî û hêviyên nû tînin ziman.
Armanca sereke nasandina nasnameya Kurdistanî bi ziman û çanda Kurdî ko ji raya giþtî re diyar bikin.
Hêjayî gotinê ye ko Þîlan Doskî li gel koma Kurdî ya fermî ji hêla fermanberiyê ve du komên din  jî, yek Ermenî û yek Efganî damezirandine.
Ji bo vê xebatê nêzîk salekê rahênerî û perwerdeya dîlanên Kurdî Koma Govendê kirin, berî roja pêþkêþkirinê ko ahengeke mezin jê re hatibû amade kirin, lê mixabin ji sedemên vîrûsa kovîd 19 hate rawestandin û heta nuha jî pêþkêþkirin nehatiye pejirandin, tenê ev film hate erêkirin ko pêþkêþ bibe bi mercê ko ne bêtir ji pêncî kesan li hindirê salonê bin.

Þevbuhêr pêkhat: Bi amadebûna Serokê Herêma Schleswig- Flensburgê
Dr. Volgang Bûþman
(Landrat: Dr.Wolfgang Buschmann)
Û serokê fermaneberiya Koçber û Penaberan birêz Reyner Þitîmkê (Rainer Stimcke) û bi amadebûna serokê partiya kêmnetewa Danîmarkî li Elmanya SSW birêz  Filêming Mayer (Flemming Meyer)

- Di pirogramê de Peyvek li ser nasandina Fîlmê Çivîka Penaber û koma govenda kurdî berî fîlm bête nîþandan Þîlan Doskî (Shilan Doski) pêþkêþ kir.
- Berpirsa Hevrêzkara perwerdeya penaberan li Herêmê Xatûn Sîlkê Vîlîg (Sylkê Willig) jî li ser nasandin û çanda miletan axivî.

- Organîzekirina Pirogramê þevbuhêrkê û wergerandina zindî  û ya hevpeyivînan ji hêla Amed Doskî ve hatiye organîzekirin.

- Derhênerî û montaca Film ji hêla herdu biraderên Îranî birêz Ferþad û Ferhad Golzade ve hatiye amadekirin.

https://www.youtube.com/watch?v=TbKKi8xsvSA...

20.09.2020
Koma Govenda Kurdî


 

 

 







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5310