komîta xelata Osman Sebrî bo dostaniya gelan xelatê vê carê da rojnamevanê Misirê Essyêd Ebdilfettah Esseyêd
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 15 ÓÈÊãÈÑ 2020
Mijar: Nûçe



Daxuyanî
Têkiliyên Kurdan û Misriyan ji demeke berê de,ji kûraniya dîrokê de hene, Mîtaniyên, ku pêþiyên Kurdan in, di (2000 b.z)de li gel Fîrewnên Misirê hevalbendî û têkiliyên zemawendê Girêdabûn.Ev têkiliyan di serdema Selah Dînê Eyyobî de jî berdewam bûn, ta ku di serdema hemdem de, gelek helbestvan, wêjevan û ramanbîr ji nava kurdên Misirê diyar bûn, ku bandora wan li ser wêje û ramana Erebî berbiçav bû. Û heya naka melyonên Kurdan li Misirê dijîn, bi reseniya xwe ya kurdî û bi niþtimanperweriya xwe ya misrî serbilind in.


Bo berdewamiya van têkliyan, komîta xelata Osman Sebrî bo dostaniya gelan, biryar da, ku vê xelatê vê carê bide rojnamevanê Misirê rêzdar Essyêd Ebdilfettah Esseyêd, bo helwestên wî yên kurdewarî, bervedêriya bo gelê Kurd û doza wî ya dedmend, çi di nivîsên xwe de, û çi jî li konferans û cîvînên herêmî u navdewletî de.
Rojamevan Essyêd Ebdifettah Essyêd endamê sendîkeya rojnamevanên Misirê ye, gotar ênalîzeyên xwe di rojname û kovar û malperên Erebî û Kurdî de diweþîn, wek: Elmusewwêr, El-Fhram El-Erebî, Etteaxî, Kurdistanî Noy, û Pok Mediya û hinên din.
Ew þarezayê kar û barên kurdî ye, serokê navenda El-Qahîre bo lêkolînên kurdî ye, ku sala (2013)ê damezirandibû, rêvebirê weþanxaneya Nefertîtî bio weþan û lêkolîn û wergerê yê, ya ku berî pêþî, têkliyên çandî yên herdu gelên Kurdî û Misrî û weþandina berhemên ramaî û wêjeyî yên aferînerên Kurd xem û qisaweta wê ne.
Rojnamevan Essyêd Ebdilettah Esseyêd, bi boneya raportên meydanî li ser þerê dij Daîþ li çeperên cengê, li Baþûr û Rojavayê Kurdistanê, xelata sendîheya rojnamevanan wergirtiye.
Rojnamevan Esseyêd Ebdilfettah Essyêd beþdarê gelek kongir û konferasên navdewletî bo doza Kurd hatine girêdan, beþdar bûye. Hinek ji wan:
1. Kongira navdewletî bo doza kurdî, li Balçîka, perlemana Eewropa sala 2016.
2. Civata navdewletî bo guhertina demografî, ku li Efrînê dibe, sala 2018.
3. Mêvan û hevpiþkê çalakiyên ramanî û semînaran li pêþengeha pirtûkan a Hewlê ya navdewletî herdu salên 2017 û 2019.
4. Mêvanê rûmetê yê duwemîn pêþengeha pirtûkan li rojavayê Kurdistanê sala 2018.
5. Gelek caran seredana çeperên þerê dij Daîþ li baþûr û rojavayê Kurdistanê kirî.
Her weha wî têkiliyên germ li gel wêjevan û rewþenbîrên Kurd, û piraniya hêzên siyasî Kurdistanî li Baþûr û rojhilat û rojavayê Kurdistanê hene, û di nav pirtûkên, ku wî lêkirine de, pirtûkek bi sernavê „ Jelal Talebanî, nerîneke Misrî“ heye.
Rêwresmên rûmetkirina wî dê li El-Qahîreyê bêk bên, û dê bi daxuyaniyeke din were ragihandin.
Almanya, 15. 09. 2020.
Komita xelata Osman Sebrî bo dostaniya gelan.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5305