Mala min
Dîrok: ÇáÃÍÏ 09 ÃÛÓØÓ 2020
Mijar: Nûçe




Najah Hovak

Mala min
Gelo te ez jibîr kirim..!?
Bîranînên teyî germ hîna min dûrpêç dikin
Hêdê .. hêdî
Mîna sêleke sincirî
Min dibrêje
Guhê xwe pêl dikim li qîjê wan dîwaran û di pûnijim


Her þev
Xwe digevêzim di nav xewnan de heya xwen di westin ..
Destê xwe berû heyva li ser banê te dirêj dikim heya teliyên þevê ditevizin

Heyrana wê hilmê me ez
Þîrêz bûye li ser dîwarên dilê min

Cîrokên zarokan hîn veþartîne . ..
Ode..ode
Dibakin
Kanî hûn..?!
Em li virin
Em li wirin
Nezanim em li kûdê ne
Bendewarim
Dil wêranim
Mala min..
Mala wan cavên þil
Dilê bi keser
Mala min..
Hêlîneke biçûke
Ji welatekî tim dinale....
Tim dinale..!








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5284