Mîr Celadet Bedirxan; di Oxirkirina 69 Salî de
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 07 íĉáíĉ 2020
Mijar: Nûçe



Konê Reŝ

  Çendî em li dor Mîr Celadet Bedirxan û hevalên wî binivîsin û wan bi nifŝê nûhatî bidin naskirin baŝ e.. Çendî em navdarên xwe bibîr bînin, em qenciyê li xwe dikin.. Ku ez û we wan bibîr neyînin, ma wê kî wan bibîr bîne..? Bi helkeftina ku di roja 15/7/2020an de 69 sal di ser koçkirina Mîr Celadet bedirxan re derbas dibe, bi min xweŝ e ku ez salên wî yên dawî, ji we re raxînim ber çavan.
  Piŝtî herifandina ŝoreŝa Araratê di sala 1930î de, piranîya serkêŝên ŝoreŝê û endamên Komela Xoybûnê xwe li nav Kurdên Sûriyê girtin. Li ser daxwaza Kemalîstan, hikûmeta Fransî ya ku di Sûriyê de desthilat bû, piranîya lehengên ŝoreŝê û lebatên Komela Xoybûnê ji ber sînorê Tirkiyê bidûr xistin, ew li Ŝamê civandin, da ku dûrî tixubên dewleta Tirkiyê bin.


 Hingê Mîr Celadet Bedirxan, yek ji wan kesan bû û xweŝ jê re hatbû xuya kirin ku, êdî nema karin bi ŝerê çekdarî azadiya welatê xwe bilind bikin. Vêca wî xwest bi pênûsê azadiya zimanê xwe bilind bike û di 15 gulana 1932an de hejmara pêŝî ji kovara xwe (Hawar) ê li Ŝamê çap û belav kir û di rûpelê pêŝî de got:
 (Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwenasîne, xwenasîn ji me re riya felat û xweŝîyê vedike, her kesê xwe nas dike dikare xwe bide naskirin, lewre ziman ŝerta heyînê ya pûŝîne..).
 Di pey kovara (Hawar) ê re, di sala 1942an de kovareke din bi an re a ku wê di rojêntîpên latînî bû.
 Mîr Celadet Bedirxan, xwedî û berpirsyarên van herdû kovaran bû, wî jiyana xwe di ber zimanê Kurdî de mizaxtîye, ji Hawarê (57) hejmar hatine weŝandin, ta sala 1943an, û ji Ronahî (28) hejmar hatine weŝandin ta sala 1946an. Piŝtî ku Fransîzî ji Suriyê celî bûne di sala 1946an de, ev rêkên rojnamevanî li ber Mîr Celadet hatin girtin, zimanê Kurdî qedexe bûye û hin bi hin rewŝa Mîr Celadet ya abûrî ji berê xerabtir bûye.
 Di sala 1947an de, li ser daxwaza Kurdên Cizîrê, Mîr Celadet hatiye hilbijartin ku bibe nûnerê wan (Kurdên Cizîrê) di perlemantoya Sûriyê de, belê 24 demjimêr di ser wê hilbijartinê re derbas nebûnî hikûmeta erebi di Sûriyê de destê xwe danîn ser û careke din ew kirin bin rûniŝtina zorê de li Ŝamê û divabû her heftî dû rojan xwe ŝanî walîyê Ŝamê bide. Di sala 1948an de, dema ŝerê Ereban û Cihûyan dest pêkir, hingê Mîr Celadet Bedirxan wek berpirsyarê Kurdên Sûriyê pêŝinyarek ji hikûmeta Sûriyê re pêŝkêŝ kir ku hêzekê ji Kurdan damezirîne û amade bike, li kêleka Ereban î dijî êrîŝên dewletên cîran û Cihûyan û bi wan re alîkar bin, lê mixabin ew pêŝinyara wî di ser guhan re hat avêtin..
 Di sala 1949an de, rewŝa wî ya abûrî roj bi roj lawaz û kêmtir dibû, dost û hevalên wî hin bi hin dûrî wî di ketin, erê hin ji hevalên wî yên maldar û zengîn alîkarîya xwe jêre pêŝkêŝ dikirin, lê wî alîkariya kesekî qebûl nedikir. Di sala 1950î de, ji neçarî razî bû ku bi hevalê xwe yê neçîrê (Hisên beg Îbiŝ) û (Malbata Xetab) re pembo biçine li gundê Hecanê nêzîkî Ŝamê bi nêvî, ji wî pemboyî re bîrek kola û ji gundê Hecanê qut nebû, karê wî mabû çavnêriya karkerên avdana pembo, da ku bi hevalên xwe re rû sipî derkeve..
 Li ser wê bîrê gelek caran di rewŝa xwe de diponijî û digot:
 (Ez li kû, cenanti û avdana pembo li kû, qey ev jî qedera mine...!).
Wî navê bîra gundê Hecanê kir (Bîra Qederê), lê heger mirov li kovara (Ronahî) hejmara 25an sala 1944an vegere wê rewŝa Mîr ya xerab di warê abûrîyê de xweŝ nas bike:
 (Aniha ez di aqilê Xwe dibînim ku ez bûme serseriyekî dinyayê, bê mal û menal û war...); ji wê hingê ve, tev nameyên ku ji gundê Hecanê (30 km dûrî Ŝamêye) ji kebanî û zarokên xwe re diŝandin, Bîra Qederê di bin wan re dinivîsand.
 Di nameyekê de ji wan nameyan, mirina xwe ya nêzîk jî nîŝandaye:
(Ez dixwazim berî mirna xwe, ko ne dûre, tiŝtekî biçûk ji were bihêlim, ma ev ne hewceye..? Tiŝtê ko ez dixwazim, ko xwedê bi destê min bigre, bawer dikim ko ez bi pêwîstiyên xwe ji bo gel û welatê xwe, bi awakî çak û bêtir jî rabûm û niha divê jî bo mala xwe jî tiŝtekî bikim...)
 "Bîra Qederê 20 Nîsanê 1951"
Piŝtî vê nameyê bi 84 rojan, Mîrê ziman û rewŝenbîriya Kurdî ya resen Mîr Celadet Alî Bedirxan bi sedema wê bîrê di roja 15/07/1951ê de çû ber dilovaniya Xwedê.. Roja îro navê wî wek stêreke geŝ di asmanê Kurdistanê de diçirise.
Konê Reŝ








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîŝan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5271