Çime roja zimanê Kurdî - Xeleke-2
Dîrok: ÇáÃÍÏ 28 íæäíæ 2020
Mijar: Nûçe



 Dr. Mehmûd Ebas

 Şahiya me ji roja zimanê Kurdî re bi vê şêwiyê didê xûiyakirin; ku tirsike dîrokî di nav me de hatiye çandin, û ew tirs hîn bi rê ve diçê, lewme nerîna me ji bingiha wê re bi şaşî tê dîtin, û me heya aniha nikarîbû rûpelên dîroka ku şaş hatiya nivîsandin rast bikin, û pêwiste her tim em di tiresa xwe de bimînin, ji ber ku:
1     Dijminên me her tim kar dikin da ku zimanê me lawaz bikin û astengiyan li hemberî me der bixin, û ev her belî bû di karên rêcîmên Surî û her weha ya Iraqê û Tirk û Fars de di sed salên bihûrî de.


2    Em jî ji nezanîya xwe stuna zimanê xwe sist dikin, û nezaniya herî giran ku heya aniha em nikarin nakokiya di navbera zeravên xwe de hilênin, û elfebiya bikin yek.
3    Heya aniha zimanê me dibin bandora çar zeravan de maya, û em nikarin zimankî wejeyê li ser binghek resen avabikin, û ev pirsgrêka han kiriye ku civaka me ya rewşenbîrî demk dirêj di tarîreşê de bi mînê.
  Ji van sedeman zimanê me di warê xwendin û nivîsandinê de ji zimanên gelên Azad paşketî ma, û bi teybet ma dibin bandora zimanê Ola mislman de.
  Ne ji zû ve; em pê hisiyan ku zimanê me bi ser tariyê ve di çê, li ser ku helbestvanê miletê Kurd î hêja (Ahmedê Xanî) pir caran di helbestên xwede anî serziman, ku giringe heya me ji zimanê me hebê.
Tirsa Ahmedê Xanî ne li ser zimanê exevtinê bû, lê belê li ser rewşe zimanê weje bû; eû zimanê hîn di dema şehrestaniya Sasanî ve ku di hat bikaranîn, û di dît bê çawa ketibû warê jibîr kirinê, û bi ser windabûnê ve di çû.
  Û aniha jiber ku em sedmên vê paşketinê de gihiştin, giringe em li xwe vegerin û em wan şaşîtiyên xwe dûbareh nekin û kar bikin de zimanê me serkeftî be.
Roja zimanê kurdî ku çiqas pêwiste û giringe, û bi teybet ji çevaka kurdi re ya li derî welat, lê nabê stûnek teybet ji serkeftina milet re, hewqas xebat li ser doza ziman hatiya kirin da Ku civaka kurd bikn yek, lê mixabin hîn bi paş ve ma ye.
Bi rengekî zana û giran berdewam nekê em ji nakokên di navbere saravan de azad nabin, û her emê di bin bandora ola misilmanî de bimênin.
Û heger xebata me; li ser rêzimanê me bi rengekî zane û giran berdewam nekê em ji nakokên di navbere zaravan de azad nabin, û her emê di bin bandora zimanê ola misilmanî de bimênin.
 Pêşketina ziman, ne bi rojkê ve hatiye girêdan, yan jî bi nivîsandina çend rêzan ku her kes dikarê binûsê, lê em hemû dizanin, dema ku welat bindest bê, pêşketina ziman di bê barê dezghên civakî û rêxistinên rewşenbîrî, û bi teybet iro Kurdistan di vî warî de ye.
  Welatên pêşketî zarokên xwe hîn ji destpêka dibistanê ve li ser bingiheke sexlem perwerde dikin, jiber ku ewin hêviye welatan, û wilo ji me Kurdan jî tê xwestin em li ser vê doza han zarokên xwe rakin.
  Raste ji me tê xwestin wek rewşebîr de ku em zimanê xwe biparêzin, û giringe her tim em lê bibin xwedî, û zarokên xwe fêrî kultûr û dîroka xwe bikin, û her weha xebata me di ware ziman de di rêya civetên rewşnbîrî û dezghên ku dê rêziman ve grêdayi ber dewam bin.
 Birastî Ji mafê meya em vê roja ziman bi bîr bînin, lê ne bi vê şêweya ku em pê dirabin, ji ber ku karê em dikin di kevê wê wateyê de, ku em hîn lewazin di werê ziman de; û wilo jî di werê keseyetiya xwe de wek mirov!.. jiber ku ev nizîkî 1500 salî kar tê kirin ji aliyê dijminan ve da ku zimanê me bê winda bikin, û zimanên xwedi di şûna zimanê mede bi cih bikin.
  Dawî jî ez dibînim; ku rojek bi tena xwe ne bese ji pîroz kirine zimanê mere, lê belê hijêkirine me jê re ku vê hijêkirinê kir 1500 salî dij zimanên dijmnan sax berdwam be û serkeftî be.
Dr. Mehmûd Ebas
U S A
mamokurda@gmail.com
15/5/2020

Ninîsara hejmarê ya rojnema (Pênûsa Nû) jimara 89






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5265