Nalî (Mile Xidir) (1797-1855)
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 27 ãÇíæ 2020
Mijar: Nûçe



Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Navê helbestvan ya rast Mile Xidir e,lê Nalî nasnavê wî ye,ew lawê Ehmedê Mîkayîlî ye,mixabin dîsan  sala ji dayikbûn û koçkirina Nalî li nik pir lêkolînvanan ne mîna hev in,li gor Q.Kurdo,ew di sala (1797) an de li gundê Xakxolê li deşta Şarezorê ji dayik bûye û ew di sala (1855) an de çûye dilovaniyê.Lê lêkolînvan Feqîh Husên  Sa-oniç dibêje:Ew di sala (1798) an de ji dayik bûye û ew di sala (1878) de koça dawiyê kiriyê.


Feqîh H.Sa-oniç dinivîse:Helbestvan hîn di zarokatiya xwe de hînî xwendinê bûye  û di pişt re ew rêzimana Erebî,pirtûkên Farisî û Qurana pîroz  dixwîne,lê divê em bêjin jî ku di wê demê de  herêma Qeredaxê cihê wêje,zanist û xwendinê bûye,lewra jî piraniya mezin û zanayên  Kurdan  li wir niştecîh bûne.Nalî jî diçe wir û ew li wir waneyên feqha Îsalmî jî fêr dibe û di pişt re ew vedigere Sulêmaniyê û ew li wir jî dîsan li nik Mila Ebdelah Reş dixwîne û ew bawernama Melayetiyê werdigre.
Paşê Nalê diçe Hecê,ew ji wir vedigere Şamê, ew li wir derdora du salan di nav Kurdan de dimîne, ew ji wir jî diçe Stembolê, li wir dibe karmendê  dewletê û ew li wir jî diçe dilovaniya Xwedê.
Lê çawa Nalî dest bi nivîsîna helbestan kiriye?
Di dema ku ewî li Qeredaxê waneyên Feqîtiyê dixwand,ewî ji keçekê bi navê Hebîbe hez dikir û paşê ew bûne hevserê jiyanê,di wê  navberê de Nalî helbestên evînî  nivisîne,lê belê hevsera wî Hebîbe zû dimre û Nalî  ji Qeredaxê derdikeve ,ew ta dawiya jiyana xwe li biyanistanê  dimîne û li wir jî dimre.
Helbestên Nalî parve sê beşan dibin1-Dildarî.2-Xwedênasî.3- civaknasî û niştimanperwerî.
Nalî  di vê perçehelbestê de bi awakî  ne pir aşkere li ser jiyana civakî dipeyve û ew bi zaravê Soranî dibêje:
Ger depirsî  min le ber çî kem dexom
Min be birsî qet mezane xem dexom
Awî siwêr çaw û barî talî lew
Siwêr û talî demdem û jemjem dexom
Ta serî zolfî le ser rû  helqe da
Min weku marî ser awir xem dexom
Awî kewser noşî  bê ke min
Awî heywan  ye,nî maçî  dem  dexom  ????
Şerbetî  xof  û ricy exyar û yar
Tirş û şêrîn  hem deçêşim hem dexom
Min li tewrî  alem  û dewrî felek
Zerbî lazib,zexmî bêmerhem dexom
Talî bêyar û diyarî tar û mar
Elqemî çî erqemî çî sem dexom
Ew e însanê  heye,xem qutî ye
Min xemî xom û xemî alem dexom
Xem  delê Nalî,ke xemxwarî dika
Na elac im,ger nebê adem dexom.
Tîpguhaztin:Feqe Husên Sa-oniç
Hebestvan li jor bi gîştî dibêje:Eger tu ji min bipirsî,tu çima xwarinê kêm dixwî?Lê tu bê xem be,ez ne birçî me, ji ber ku ez xem û qisawetan dixwim û stêrên çêştirş  û tal ji çavên min bi ser lêvên min de diherikin û ez wan vedixwim û dixwim,erê ez wek marekî li ser êgir xeman dixwim.
Eger  kesên Sofî ava buhuştê vedixwin,lê ez ava  maçên devan  û yên tirş vedixwim,ez tirşê û şîrîniyê  vedixwim û dixwim ,ez li pêş vê cîhanê û çerxa felekê lêdanê bê dilovan dixwim.Erê ez dûrbûna dîlbera xwe û welêt dixwim  û ew  çiqas mîna cehrê maran tal e,lê mirov heye xem û qisawetên xwe tenê xwarin e, lê xwarina min tenê xem û qisawetên  kesên din in.
Lê Feqe Husên  li ser armanca vê perçehelbestê weha dinivîse:Helbestvan sê armancan  di vir de derdixe holê,yekem:Ji derdê dîlbera xwe re,ew dike axîn û nalîn  û her çiqas dîlbera wî,xwe bixemilîne,ew ewqas dilgîrtir,evîndartir û perîşantir dibe.Armanca duhem:Nalî ji ber setema (sitema) rojgar û serdemê  zor gilî û gazincan dike,ew li hember  bûyerên  gerdûnê bê desthilat dimîne,ew ji cem  yar û herêma xwe awere dibe û ew nikane barên axîn,daxa giran,dûritî û tenatiyê hilgire.Armanca sêhem:  Helbestvan  di vir de xwe ji hemû bendên taybet rizgar dike û ew berê xwe dide civaka mirovahiyê û bi çavekî hûrbînî li jiyana çînên  cur bi cur dinhêre û balê dikşîne ser wan, paşê  ew xem û derdên xwe jibîr dike  û ew dikeve nava deryaya xem û derdên  vê jiyanê.
Herweha jî Nalî di helbesteke din de weha dinivîse:
Saqî were rengînke be penc lebî  eqdah
Bem rahe le ser rahe delên rahetî erwah
Bedeste ke wa merheme bo em dilî xeste
Pirke qedehî pir firehî bê ter û xem
Lem gerdîşe mînayeke wa dewren cewr e
Saqî keremî sabiq e, Nalî bike încah
Ew li jor wek helbestvankî Sofî bi Xweda re dipeyve û dibêje:Ya Xweda,ya vexwardayî,were cem min û van pênc piyalên meyê bixemlîne û em bi hev re serbest  meyê li ser rehetiya giyanan vexwin û ev meya ji bo dilê min yê nexwaş,mîna merhemê ye,lê ez dixwazim  tu jî vê piyalê bi min re bi serbestî, bê xem û tirs vexwe. Li ser ruya zemînê zor û sitem gelek in,tu were,tu  qenc û rindê yekem î û  tu tenê kanî min ji bindestiyê rizgar bikî .
Lê dîsan lêkolîner Feqîh Husên bi vî awayî malikên jorîn şirove dike û dibêje:Wişeya saqî  di zimanê helbestvaniyê de  ji bo Xwedayê  tek û tenê  û ji bo Pêxemberê Îslamî têye bikaranîn,lewra di vir de; Nalî dixwaze piyala  evîntiya Xwedê vexwe ta ku cîhana xerap ji bîra wî biçe û ew bi cîhana din şad bibe taku ew herdem li wir di nav şahî û xweşiyê de bimîne. Helbestvan dibêje:Ey meyger!Were lêvên min bi destan rengîn bike û ew şeraba ku li ser destê te ye,ji bo aramkirina  giyan û canê min  e, her kesê ji wê şeraba evînê vexwe ,ewê ji jiyana xerap rizgar dibe û canê  wî di nav jiyana aram de dimîne,erê mebesta min ji şerabê,şeraba berzahiya Xwedayê tek û tenê ye û her mirovek bêdesthilat bi wê dighêje pile û payeke bilind. Helbestvan dîsan dibêje:Ey Meyger!Ji bo Xweda piyalek şerabê(doşavê) bide min,min ji xem û kulên  vê cîhanê rizgar bike û min dilşad û xweşrewş bike.
Dîsan Nalî di helbestek din de dibêje:
Meke îxlafî ew wedey  ke fermût
Dexîlit  bim  ke xanûy sebir kem sût
Le rût û qûtî wek  min rû mepoşe
Ke weslî  to  ye qutî aşiqî rût
Mûjet qulabî ye,hem tîr û hem şûr
Birot  mîhrabî ye,hem taq û hem cût
Le sindûqî girî Sînem bitirse
Ke  awir  ber bidate text û tabût
Ew lêwî eto  ye pir le xende
Ke wa şekir debarî ,gul depişkût
Fîdayî  dest û kemanit  bim be tîrê
Depêkî sê û du,hem  taq  û hem cût
Dekay nexcîr sed dil her be tîrê
Îlahî !Her  bimînê dest  û bazût
Çi şîrîn e xitut û dewrî lêwit?
Belê ,melûm e, xweş e xetî yaqut
He (Nalî)  belke bîkêşî be nalîn
Binale damenîşe  mat û mebhût.
Wêjevan Husên Feqîh van malikên jorîn weha û baş şirove kiriye,ew dibêje:
Ey hezkiriya min divê tu li ser soz û peymana xwe bimînî  û demekê li nik min rûnî ,ta ku em ji hev re derd û kulên xwe bêjin ,tiştê ku ez ji te re dixwazim  ev e,dema tu ji dûr têyî,ruyê xwe ji min veneşêre û ji min şerm neke,tevî ku ez zanim çavketin li te ji bo can û giyanê min  re metirsiyek e,lê ez guhên xwe nadim wê metirsiyê,ez tenê dixwazim  te bibînim û divê tu lavayên min bipejrînî ,guhên xwe bidî ax û nalînên min  û eger ez mirim, divê tu  ji agirê sîngê min bitirsî,dibe ku agir text û tabuta min  bişewitîne,xet û xêzên li dor lêvên te gelekî şîrîn in, mirov  dibêje,qey ew yaqut in ,îcar ey Nalî! Binale û bê hawar rûnene!
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5240