Rewþen TV dest bi weþanê dike.
Dîrok: ÇáÃËäíä 18 ãÇíæ 2020
Mijar: Nûçe



Roja înê, 29ê gulanê 2020an, Rewþen Tv bi rêya Internet û medya civakî dest bi weþanê dike. Rewþentv kenaleke serbixwe û azad e, ne bi ser aliyekî siyasî, partî, rêxistin û dezgehan ve ye, bi karînên kesane dest pê dike, sûdeya samanî ji dûv tune û jê nayê girtin, ew ê dengê bêdengên Rojavayê Kurdistanê be, dengê gelê kurd be li Rojavayê Kurdistanê, daku em hemû bi hevûdu re berjewendiyên giþtî yên gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê biparêzin û bidin pêþ. Ew ê hewl bide yekrêzî û hevgirtina siyasî û civakî biparêze, þaþî û kêmasiyan destnîþan bike, daku çareseriyan jêre bibîne. Ew ê qet dijîtiya aliyekî siyasî, grûpek civakî, ol, kêmnetew û baweriyên xelkê neke.


Rewþen Tv piroje ye, gava yekemîn e, dê bernameyên siyasî, çandî û civakî pêþkêþ bike, vêga, em bang li wan yên dikarin cihê xwe têde bibînin û bernameyan pêþkêþ bikin, dikin, daku em hemû bi hevûdu re pirojeyê ber bi pêþ û baþiyê ve bibin. Em herdû wek birêvebirên pirojeyê ya xwe bi tenê nabînin, belkû me herdûyan amade kiriye.
Malperek, wek navîþan û jêder, û ji bo girtina zanyariyan amade dibe, hûnê hemû weþan û bername û çalakiyên Rewþen Tv têde biþopînin. E-Maila Rewþen Tv ji bo têkiliyan, hûnê li jêr vê daxwiyaniyê bibînin. Her wisa kenalên Youtube, Facebook û Twitter, wê hemû bernameyan biweþînin.
Li dawî, bê piþtgiriya we, piroje bi ser nakeve, daku em dengê gelê xwe blind bikin, û bi hevûdu re berjewendiyên giþtî yên neteweya xwe biparêzin.
Bijî gelê kurd,
rewsen.tv2020@gmail.com
15/05/2020
Inayat Dîko
Qado Þêrîn
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5236