Şahiyên buharê yên komên folkolorî berdewamin
Dîrok: ÇáÃÍÏ 23 ÃÈÑíá 2006
Mijar: Nûçe


welateme.net

Bi destpêka buharê re û bi teybetî di heyva avdar û nîsanê de, komên hunerî û folkolorî yên kurdî şahî û ahengên cemawerî li ser singa sirûştê lidardixin .
Di nava wan şahiyan de û bi helkeftina cejna rojnamegeriya kurdî û bîrweriya pênûshilgirên dilpak û ciwanmerg ,di (21)ê nîsanê de li gundê Mizgeftê û bi berhevbûn û amadebûna cemawerekê berfereh koma Narîn û ya Qamişlo şahî û çalakiyên xwe yên hunerî ji şano, berîkane, stran û dîlanan pêşkêşkirin .


Hêjayî gotinê ye ku koma Narîn ya huner û folkolorê kurdî berî wê bi rojekî cihê şanoyê bi dep û textan zêdeyî mitroyekî ji Erdê bilindkir bûn, vê yekê rehetîk da mêvan û cemawerê amade û hişt bi hêsanî pirogiramê komê yê rengîn werê dîtin û rêvebirin .
Herweha pirogiramê koma Qamîşlo jî ji stran, şano, berîkane û dîlanan pêkhatî bû, lê tişta balkêş di pirogiramê koma Qamîşlo de dîlana Bêlûta (dîlana feqan) bû .
Mejî derfet dît û dîdarek kurt bi rêzdar Nisredîn Ehmê re kir, ku yek ji damezrênerên komê ye, ji me re zelalkir ku koma Qamîşlo di roja serbestkirina herdu rêzdaran mamosta Salih Hesen û mamosta Merwan Osman de hate damezrandin û di wî çaxî de kom bi Partiya Yekîtî ve girêdayî bû lê belê ji ber hin nakokiyên kesayetî di nav bera endamên komê de rûdan, parçebûn di komê de çêbû  û niha du kom bi vî navî kar û çalakiyên xwe berdewamdikin, herweha amadebûna koma xwe bê dudilî ku herdu parçe li hev vegerin da xuyakirin lê bişertê ku di pêşerojê de kom bimîne serbixwe û diyarkir ku koma wan di dema niha de serbixweye û ne bi tu aliyên siyasî ve girêdayî ye, tevî ku wergirtina hin alîkariyên daravî ji şepêla pêşerojê mandel nekir, li ser ne beşdarbûna wan bi komên dî re li ser yek bergehê şanoyê, çi di şahiya cejna newrozê de be yan jê di vê şahiya îro de, da xuyakirin ku ev daxwaza wane û ewan ev yek ji koman xwestin, wek koma Azadî di şahiya cejna newrozê de, lê ewan alîkarî di vî warî de nekirin û hênceta wan jî ew bû ku em ser bi şepêla pêşerojê ve ne .
Rêzdar Nisredîn Ehmê alîkarî û hevkarî di nav bera komên folkolorî di parêzgehê de, ne tenê komên kurdî jî xwest û ew têkilî û alîkarî pêwîst dît, hêvîkir ku mehrecanên gelêrî werin sazkirin û kom tev de di wan de beşdarbibin bê ku kesek jê werê dûrbikin, wek mehrecana zanîngeha Me''''mon ya ku sala borî li Qamîşla çêbûyî .
Di dawiya axavtina xwe de rêzdar tekezkir ku omîda wî ya pêşerojê ewe ku koma Qamîşlo bibe dezgeheka tevayî guhdanê bi kar û barên pêma û kelepor bike û hêvîkir ku dergehê navend û bingehên rewşenbîrî li pêşiya koma wan û komên dî yên kurdî jî werin vekirin ji bo çalakiyên xwe li ser şanoyên wan pêşkêşbikin .  

-----------------
di beşê erebî de temaşayî wêneyan bike







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=52